Di Mezinkirina Zarokan De 20 Qaîdeyên Zêrîn

  1. Di mezinkirina zarokê de gava yekem ew e ku zarok bi mîhrîbanî, xweyxislet, bi dê û bavê xwe re di jîngeheke bi aram de werê mezinkirin.
  2. Tiştekî xwezayî ye ku dê û bav zaroka xwe perçeyek ji xwe bihesibînin û bixwazin di derheqê jiyana wî/wê de her tiştî bizanin. Lê dive ji jiyana zarokê ya taybet re jî rêzgiritina wan hebe û fersendê bidinê ku xwe azad bifikirê.
  3. Divê dilşadiya zarokê ne li pêşiya dilşadiya dê û bav be, lê di navbera dilşadiya herduyan de aheng hebê.
  4. Li şûna dê û bav zaroka xwe ji hemû zehmetiyan biparêzin, divê wî/wê hînî hesta pirsiyariyê û bi hev re çereser kirina zehmetiyan bikin.
  5. Li şûna barê malbatê dê û bav tenê bikişînin, divê dê û bav komeke ku zarok jî di nav de ava bikin û pirsiyariyan û jiyanê parve bikin.
  6. Li şûna dê û bav, zaroka xwe ji karên zehmet, westîner biparêzin, divê peywira zaroka xwe ji jiyanê re amade kirinê bigirin ser milên xwe.
  7. Dive dê û bav, pirsgirêkên zarokên xwe gûhdar bikin, Li çareseriya pirsgirêkan bi zaroka xwe re bigerin.
  8. Dive dê û bav, hêvî bikin ku zarokên wan qaîdeyên dê û bavê wan dixwazin bînin cih, lê Dive ji bîr nekin ku mafê zarokan ê ji qaîdeyan nerazîbûnê heye.
  9. Dive dê û bav, weke li yekî/yeke mezin gûhdar dikin li zaroka xwe gûhdar bikin lê belê dive hêvî nekin ku zaroka wan weke yekî/yeke mezin tevbigerê.
  10. Heke şîret û dîsîplîn nerm û domdar be dê xweybandor be û dive giringiya di şîretê de mînak bûnê newe ji bîr kirin.
  11. Divê jiyana zarokan a civakî û hevalên wan ji nêz ve were şopandin lê divê zêde mudaxale newe kirin.
  12. Li şûna dê û bav, zaroka xwe di pira jiyanê re derbas bikin dive wî/wê hîn bike ka dê çawa di wê pirê ve derbas be.
  13. Dema dayîkek bi zarokên xwe ve eleqedar bibe, dibe ku xwe weke di xenî de hepsî bûbe û hatibe girtin bifikire. Ev xwezayî ye. Lê dive dê û bav ji bîr nekin ku mirovên ji bûyerên ji rêzê zewqê distînin û ahenga azadî û pirsiyariyê digirin dilşad dibin.
  14. Dive dê û bav, rola dê, bav, hevjîn, karsaz hemûyan cihê lê hewce bînin cih. Dive rolên xwe yên cuda di warên cuda de bijîn.
  15. Dê û bav ne peywirdarin ku bi fikrên zaroka xwe yên veşartî zanibin. Dive ji zarokê re qadeke xweser were berdan û fersend jê re were dayîn ji bo dikaribe biryarên xwe ew bi xwe bide.
  16. Dibe ku dê û bav carinan ji zaroka xwe aciz bibin û dengê xwe bi wan de bilind bikin. Lê belê a girîng ew e dûv re ku ayîl be dive karibe lêborîna xwe bixwaze û xwe rexne bike.
  17. Heke hûn ewqasî mijûl bin ku nikaribin pirsên zarokê yên nediwext de bibersivînin jî dive dûv re hûn demê ji bo wî/wê veqetînin û pê re eleqedar bibin.
  18. Divê newe ji bîr kirin ku hezkirin, eleqe (peywendî), rêzdarî, sebr û bawerî di perwerdehiya zarokê de peyvên efsûnî ne.
  19. Divê sebr ji bo armancê be, zaroka ku her daxwaziya wî/wê were pêkanîn dê bibe “xweperest” (egoîst), zaroka ji her daxwaziya wî/wê re “na“ were gotin dê bibe zarokeke rikdar (serhişk).
  20. A herî girîng jî ew e ku dê û bav zaroka xwe hînî nirxên mirovî û empatiyê bikin. Dive were zanîn ku mirovê îdeal ew e ku ji xwe bidest guhertina cîhanê bike.

Çavkanî/Nivîskar: Prof. Dr. Nevzat TARHAN                                    

WERGÊR: CEMAL ŞINGAR

Derbar Rêvebir

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply