Xutbe: Daxwaziya Razîbûna Xuda

قُلْ أَؤُنَبِّئُكُمْ بِخَيْرٍ مِنْ ذَلِكُمْ لِلَّذِينَ اتَّقَوْا عِنْدَ رَبِّهِمْ جَنَّاتٌ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ خَالِدِينَ فِيهَا وَأَزْوَاجٌ مُطَهَّرَةٌ وَرِضْوَانٌ مِنَ اللَّهِ وَاللَّهُ بَصِيرٌ بِالْعِبَادِ (15) آل عمران                                                             

Bawermendên birûmet!

Bêguman ev dinya ku me xwe bi her du destan pê girti, fanî ye. Û ev der encax cihê îmtihanê ye. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha ferman dike: “Ew Xudayê ku mirin û jiyan afirandine da we tê de îmtihan bike, ka kar û kiryarên kê ji we baştir e? Ew e yê serdest û gunehjêbir.”[1] Ev dinya ku cihê îmtihanê ye, çi kar û barên ji bo Xuda tê de bên kirin, qîmet jê re heye. Lê ew kar û barên bes ji bo berjewendî, rutbe û meqamên dinyayê be, li cem Xuda Teala tu qîmet jê re nîn e. Ji vê dinyayê gelek dewlemend hatine û çûne. Lê ka carekê bifikirin ji mal, koşk û seray û xezîneyên wan ên tejî zêr û zîv çi ma ye? Ew bi ku ve çûne û bi xwe re çi birine? Ew malê di riya Xuda de neyê dayîn di axretê de tu qîmet jê re nîn e. Lê ew tiştên xwedîqîmet jî ev in: îman, razîbûna Xuda û emelê salih e.

Misilmanên birûmet!

Ji malê dinyayê qenctir Xuda Teala wiha ji me re diyar dike: “(ji wan re) Bibêje: Ma ez yeke ji wê çêtir ji we re bibêjim? Ji yên ku xwe (ji xirabiyan) parastine li cem Xudayê wan bihiştên ku di nav wan de çem diherikin wê her û her tê de bimînin û ji wan re di nav de jinên pak û temîz û razîbûna Xuda Teala heye. Xuda Teala dîdevanê bendeyên xwe ye.”[2] Pêxemberê me jî di hedîseke şerîf de wiha dibêje: “Gava ku ehlê bihiştê dikevin bihiştê Xuda Teala ji wan re: Ger hûn tiştekî din bixwazin ez ê ji we re zêde bikim, dibêje. Ew jî: ya Rebî! Ma wê ji vê zêdetir çi hebe, dibêjin. Xuda Teala jî: Razîbûna min  ez ê her û her ji we razî bim xezeba xwe li we nakim, dibêje.”[3]

Misilmanên birûmet!

Ji ber ku ecelê mirov nediyar e, pêwîst e di vî umrê me yê mayî de em  berê xwe bidin riya Xuda, ricaya efûkirina xwe jê bikin û îbadetên xwe îhmal nekin. Ger di jiyana mirov de karên li dijî ola îslamê hebin pêwîst e mirov bêje êdî bes e û ji bêemriya Xuda vegere. Lewre xweşî û xilasiya mirov di îbadeta Xuda û kirina emelê qenc de ye. Bila em vê yekê baş bizanibin yên razîbûna Xuda bi dest xistibin xilas bûne û yên rûyê xwe jê dabin alî di helakê de ne. Xweşî ji wan kesan re be ku razîbûna Xuda Teala bi dest xistibin û mizgînî ji wan misilmanên rast û durist re be.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]– El –Mulk 2.
[2]– Al-Îmran 15.
[3] -Sehîhê muslim

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply