Ziman

Tîrmeh, 2016

  • 18 Tîrmeh

    Balavîk; Zîçbalavîk

    Meznatî û kelwaş: 18 cm dirêje. Salox: Enî sipîye û sipîyatîya wê heta alek û guhkan û heftikê diçit. Kulovanka serî û patik reşin, pişt risasî ye. Binpişt risasîyekî reşve ye û kurîveşêra serî reşve ye. Şaper û navper û çengveşêrên serî reşekî risasîne û lêvên wan sipîne. Kurî reşe û herdû perên nîvê، lêvên wan sipîne، û herdûkên teniştan …

  • 16 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (16)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -16- Me di dersa pêş vê de gotibû, em dê bersiva vê pirsê bidin: PIRS: “Ji bilî navên rast, em dê çawan zayenda navên mecazî (rêzimanî) peyda bikin?” BERSIV: Zimanzanan ji bo peydakirina zayenda navên mecazî, hindek rê û rêbazên senahî (hêsan, asan) nîşa dane. Ew jî ev in: Navên Mecazî yên Mê: 1) Ji bilî “ewr, …

  • 16 Tîrmeh

    Nêçirvaniya nezan, cureyê cûkan dixe bin talukeyê

    Flamingo û cûkên hovî yên ku li VBehraWanê û derdora wê dijîn, di bin talukeyê de ne. Tevî qedexeya nêçirvaniyê, bi hezaran cûk, rastî guleyên nêçirvanan tên. Li perava navçeya Erçîşa Wanê, bihezaran cureyên cûkan hene. Li Perava ku 40 kîlometro dirêjê û li qada qamişan jiyana hov bi zelalî tê dîtin. Ev qada cûkan ya giring, ji ber nêçirvaniya …

  • 15 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (15)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -15- Dewama Mijara Zayendê… QERTAFÊN ÇEMANDINÊ (TEWANGÊ) (yên diyarkirî) Zimanê kurdî zimanekî çemandî ye. Bêjeyên hevokê li gorî deman têne çemandin (tewandin). Bo mînak; di lêkerên gerguhêz de dema borî de kirde tê çemandin, di dema niha û dema bê de bireser tê çemandin. Ev jî bi qertafan têne nîşandan. Qertafên çemandinê jî wekî qertafên veqetandekan hem …

  • 14 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (14)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -14- ZAYEND (CINSIYET): Di kurmancî de gelek mijar hene ku, li gor zayendê xwe durist dikin. Ji ber hindê, divêt mijara zayendê ji serî de baş bête (bê) zanîn. Yek ji van, mijara ravekê ya dî jî mijara çemandinê (tewangê) ye. Zayend û hejmara bêjeyan (kelîme, peyv) bi harîkariya (alîkariya) QERTAFÊN VEQETANDEKAN (qertafên îzafekirinê) û QERTAFÊN ÇEMANDINÊ …

  • 13 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (13)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-13 2)LÊKERÊN NEGERGUHÊZ (Lêkerên Negerandî, Têneper, Nederbas): Lêkerên negerguhêz, ew lêker in ên bireserê wernagirin. Lêkerên negerguhêz di hemû deman (dema borî, ya nûke û ya bê) de li gor kirdeyê tên kêşandin. Mînak: Bila lêkera me ya negerguhêz “bezîn” be (bît). Ez bezîm. (dema borî) Ez dibezim. (dema nûke) Ez ê bibezim. (dema bê) Her sê deman …

  • 12 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (12)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -12- Di dersa borî (çûyî) de me cînavên kesane (şexsî) dîtibûn. Em dê ser van cînavan hindek tişt dî jî bibêjin. Belam (feqet, lê belê), cînavên kesane yên çemandî jî divêt bên zanîn û piştre dê her du kom bêne hevberkirin (berêkdan). 2- Cînavên Kesane Yên Çemandî (Tewandî) (Koma “Min”ê): Min Te Wê/Wî* Me We** Wan* *Hindek …

  • 11 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (11)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -11- CÎNAV: Bi erebî; d(z)amîr, bi tirkî; adil. Ciyê bêjeyên ku navên wan nehên gotin an jî nivîsandin, hindek bêje dî tên gotin û nivîsandin. Ev bêje “cînav” in. Bo nimûne; “Rûkenê mast xwar.” Di vê hevokê (cumleyê) de 2 nav hene. Navek “Rûken “, êk (yek) jî “mast” e. Li ciyê van navan, em dişên (dikarin) …

  • 10 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (10)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -10- Berêkdana Çend Tîpan: Berêkdana “e” û “ê”yê: Ker-Kêr, Rez-Rêz, Der-Dêr, Ter(şil)-Têr, Şer-Şêr, Zer-Zêr, Hez-Hêz, Helîn(heliyan)-Hêlîn, Meş-Mêş, Kelîn-Kêlîn(cotkirin)… Berêkdana “i” û “î”yê: Birin-Birîn, Kirin-Kirîn, Pir-Pîr, Jin-Jîn, Dil-Dîl(êxsîr), Sir(raz)-Sîr, Firin-Firîn… Berêkdana “k” û “q”yê: Kelandin-Qelandin, Kal(pîr)-Qal(behs), Ker-Qer(qerz,deyn), Kel(1.gayê tovî, 2.ji kelînê, 3.hêrsdarî)-Qel(qijik), Kul(birîn)-Qul(kun, simtî), Karîn(şiyan)-Qarîn(gaziya bideng), Kurt(kin,qut)- Qurt (1.vexwarina yekcarî ya avê an jî ya tiştekî dî. 2.Cure …

  • 9 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (9)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -9- Alfabe: 29)Xx Di alfabeya kurdî ya tîpên erebî de ciyê tîpa “x”yê “خ” heye. Lê belê, ev tîp jî bi du awayan (şeklan) têt bilêvkirin (telafûzkirin). Bi her du awayan jî tîpa “x” di hefka mirov de derdikeve. Yek req, yek jî nerm e. Bo nimûne; gava ku mirov bibêje “axa”, tîpa “x” nerm e, gava …