Dersên Kurmancî (15)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-15-

Dewama Mijara Zayendê…

QERTAFÊN ÇEMANDINÊ (TEWANGÊ) (yên diyarkirî)

Zimanê kurdî zimanekî çemandî ye. Bêjeyên hevokê li gorî deman têne çemandin (tewandin). Bo mînak; di lêkerên gerguhêz de dema borî de kirde tê çemandin, di dema niha û dema bê de bireser tê çemandin. Ev jî bi qertafan têne nîşandan.

Qertafên çemandinê jî wekî qertafên veqetandekan hem zayendê (mê-nêr) û hem jî hejmarê (mêjerê) nîşa didin û ev jî 3 ne:

-ê: mê, yekjimar
-î*: nêr, yekjimar
-an**: pirjimar

Eger cînavên kesane yên çemandî (w-ê>wê, w-î>wî, w-an>wan) bête (bê) bîra hingo (we), dê mijar baştir bê famkirin.
Mînak:
Jiyan-ê gul av dan> Jiyanê gul av dan. ( şûna “Jiyanê” em dişên bibêjin “Wê”)

Sîdar-î pez çerand (çêrand)> Sîdarî pez çerand. (şûna “Sîdarî” em dişên bibêjin “Wî”)
Kurd-an çi xweşî nedît> Kurdan çi xweşî nedît. (şûna “Kurdan”, “Wan” jî tête gotin)

*Hinek deveran di zimanê devkî de şûna qertafa nêratiyê ya “-î”yê qertafa “-i”yê tînin dûmahîka peyvê.

Mînak: Ehmedi firavîn xwar. (Ehmedî)
Ez diçim gundi. (gundî)

**Li hin deveran di zimanê devkî de şûna qertafa “-an”ê bes qertafa
“-a”yê tînin dawiya peyvê.

Mînak; Kurda çandeke dewlemend heye. (Kurdan)
Rewşen gula av dide. (gulan)
Not: Şayet bêje, bi tîpa bideng (dengdêr) xilas be tîpa “y” dikeve navberê de û ev qertaf dibin “-yê”, “-yî” û “-yan”.
Wekî; Fatmayê hirî rist.
Zanayî giya dirû.
Gundiyan zevî cot kirin.

Not: Eger peyva ku qertafa çemandinê werdigire (kes an jî tişt be) nehê gotin, şûna vê peyvê cînavên kesane yên çemandî (ji bo kesan) (wê, wî, wan) an jî cînavên nîşandanê yên çemandî (wê, wî, wan) tên gotin.

Mînak:
Zîlan çêlê didoşe.> Zîlan wê didoşe.(dema nûke ye, bireser çemandî ye)
Zîlanê çêl dot.>Wê çêl dot.(dema borî ye, kirde çemandî ye)
Bawer şîrî vedixwe> Bawer wî vedixwe.
Bawerî şîr vexwar.> Wî şîr vexwar.
Gundîyan mal bar kirin.> Wan mal bar kirin.

Du kurdî (kurmancî) de nav, li gor zayendê dibin 2 bir:

1- NAVÊN RASTÎ,
2- NAVÊN MECAZÎ

1- NAVÊN RASTÎ:

> Ev nav di hemû zimanan de xwedan zayend in.
> Zayenda van (nêratî û mêyatî) biyolojîk e.
> Navên insan û heywanan in.
> Giyanewerên (zindî) dizên û hêkan dikin mê ne, yên nezên û hêkan nekin nêr in.

Navên Insanan:
Dayîk, dapîr, xwîşk, xalet (xaltî), dotmam (keçmam, keçap), met, bûk, xesû, keç (kiç, qîz, kîj), diş, jintî û hwd. di hemû zimanan de mê ne.
Bab (bav), bapîr, bira, xal, pismam (kurmam, kurap), xezûr, mam (ap), kur (law), tî, bûra, zava û hwd. jî di hemû zimanan de nêr in.

Navên Heywanan:
Mî (mih), bizin, çêl (çêlek), mahîn, maker, dêlik, gamêş… mê ne. Beran, nêrî, ga, hesp, ker, seg (se), kel… nêr in.
> Peyvên “xwarza (xwarzî)”, “biraza (birazî)”, “nevî” û “hevjîn”ê navên du layen (du alî) ne. Yenî hem dibin mê hem dibin nêr.

Bo mînak;
Xwarzaya (xwarziya) min> keç e, Xwarzayê (xwarziyê) min> kur e,
Birazaya (biraziya) min> keç e,
Birazayê (biraziyê) min> kur e.

2- NAVÊN MECAZÎ:

Navên mecazî ew nav in, ên ku çi têkelî (peywendî) digel zayenda bîyolojîk nîn e. Di zaravayên kurmancî û zazakî de ev zayend heye, belam di zaravayên dî yên kurdî de nemaye.

Di kurmancî de ji bilî navên insan û heywanan, her navek xwedanê zayendekê ye. An mê ye, an jî nêr e.

Wekî; Dest, çiya, xanî, welat, gund û hwd. peyvên nêr in. Newal (dol), pirtûk (kitêb), dolab, xewn, telefon û hwd. peyvên mê ne.

Hindek peyv jî hene du alî (nêtar) ne. Anko ji layê zayendê hem dibin nêr, hem dibin mê. Piraniya navên pîşeyan (meslekan) wisa ne.

Mînak: mamosta, dost, heval, bijîşk (nojdar, dixtor, pizîşk, diktor), endazyar, xwendevan, karmend (memûr), xoşewîst, …

Mamostayê min (zelam e)
Mamostaya min (jin e),
Hevalê min-Hevala min, karmendê zîrek-karmenda zîrek, …

Peyvên xal, dar, mal jî xwedanê her du zayendan in.
Xalê min (birayê dayîkê)
Xala min (nuqteya ser çermî),
Mala min (avahî)
Malê min (sermaye),
Heke “dar” ter (heşîn) be mê ye, hişk (ziwa) be nêr e.
Dara gûzê (ter e, şîn e, heşîn e)
Darê gûzê (hişk e, ziwa ye).

PIRS:
Ji bilî navên rast, em dê çawan zayenda navên mecazî peyda bikin???

BERSIVa vê PIRSê, ma bo DERSA 16ê…

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply