Dersên Kurmancî (12)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-12-

Di dersa borî (çûyî) de me cînavên kesane (şexsî) dîtibûn. Em dê ser van cînavan hindek tişt dî jî bibêjin. Belam (feqet, lê belê), cînavên kesane yên çemandî jî divêt bên zanîn û piştre dê her du kom bêne hevberkirin (berêkdan).

2- Cînavên Kesane Yên Çemandî (Tewandî) (Koma “Min”ê):

Min
Te
Wê/Wî*
Me
We**
Wan*

*Hindek deveran (ciyên devoka bahdînî diaxivin) hê jî tîpa pêşiyê “e” tê gotin (ewê, ewî, ewan). Cînavka “wê” ji bo jinan, ya “wî” ji bo mêran tê gotin. Hindek deverên ku bahdînî diaxivin, şûna “wî”yê dibêjin “wi, ewi” (wekî; Şemzînan, Gever û hwd.) Her sê cînav (wê, wî, wan) herwiha cînavên nîşandanê, (îşarkî) yên çemandî ne (cînavên nîşandanê yên xwerû “ew” û “ev” in). “wê”, “wî”, “wan” dûratiyê, “vê”, “vî”, “van” jî nêzîkatiyê nîşa dide.
(Em dê paşî berfireh li ser cînavên nîşandanê rawestin.).

** Hinek deverên ku devoka bahdînî diaxivin (bo mînak; Şemzînan) ciyê cînava “we”yê cînava “hingo, hungo”yê dibêjin. Hinek ciyan (bo nimûne Gever) jî “hewe”yê dibêjin.

Cînavên kesane yên çemandî, bes di dema borî de dibin kirde. Di her du demên dî (dema nûke û dema bê) de kirde cînavên kesane yên xwerû ne (koma ez).

Mînak: Min rez kezaxt (kezaxe kir, kesaxt). (dema borî)
“min” di dema nûke û dema bê de dibe “ez”

Ez rezî dikezêxim (kezaxe dikim). (dema nûke)
Ez ê rezî bikezêxim. (dema bê)

Ji bo têgegiştina (famkirina) bikarînana cînavên kesane, pêwîst e ku lêker jî bêne nasîn.

Ji layê bireser wergirtinê ve 2 cure lêker (kar, fiîl) hene:

1)Lêkerên Gerguhêz (Lêkerên Gerandî, Têper, Derbas),

2)Lêkerên Negerguhêz (Lêkerên Negerandî, Têneper, Nederbas)

1)LÊKERÊN GERGUHÊZ (Lêkerên Gerandî, Têper, Derbas):

Lêkerên gerguhêz, ew cure lêker in ên ku bireserê werdigirin.
Di dema borî de heke di hevokê de lêkera gerguhêz hebe (hebit), wê demê kirde tebat (pasîf) dimîne, bireser lebat (aktîf) e û tesîra xwe ser pêveberê dike. Anko pêveber ne li gorî kirdeyê , li gorî bireserê tê kêşan. Ji ber vê rewşê ezmanê kurdiyê ezmanekî nîv-ergatîv e. Çunkû ev rewş bes di dema borî de heye.

Di dema nûke (niha) û dema borî de kirde lebat e (tesîra xwe li ser pêveberê dike) bireser tebat e (çi tesîra xwe li ser pêveberê nake).

KIRDE: Di hevokê de peyva xwedanê çalakiyê (şolê, xebatê, kirinê) nîşa dide, biker, fail, kirox, kirar, subje. Bi tirkî; özne.

BIRESER: Di hevokê (riste, cumle) de peyva ku ew karê (şola) kirde dike nîşa dide, tewawker, obje. Bi tirkî; nesne.

PÊVEBER: Di hevokê de peyva ku karê tê kirin nîşa dide. Bi tirkî; yüklem.

Di dema borî de;

Mînak: Min tu dîtî.

“Min” kirde, “tu” bireser, “dîtî” jî pêveber e. Lêkera “dîtin”ê lêkereke gerguhêz e. Ji ber hindê, kirde (min) tebat e, bireser (tu) lebat e û pêveber jî li gorî bireserê hatiye kêşandin (qertafa “tu”yê “î” wergirtiye, “dît-î”).

Di dema nûke û dema bê de;

Mînak:
Ez te dibînim. (dema nûke)
Ez ê te bibînim. (dema bê)

Di vê mînakê de jî diyar e ku hem di dema nûke de û hem di dema bê de kirde (ez) lebat e û wê tesîra xwe li ser pêveberê (dibînim) kiriye, lewma jî pêveberê qertafa “-im” ya “ez”ê wergirtiye. Bireser (te) jî di her du deman de tebat e, çi tesîra xwe li ser pêveberê nekiriye.

Not: Navê lêkerên ku di nav hevokê de nehatibine bikaranîn (bikarînan) rader (mesder) in. Wekî; hatin, nivîsîn, xwarin, patin, çûn, girtin, rûniştin…

Pirsyar: Em dê çawan lêkerên gerguhêz binasin, peyda bikin?

Bersiv (cewab, cihab, cab): 1)Piraniya raderên qertafa “in”ê werdigirin raderên gerguhêz in.
Wekî;
birin, girtin, dîtin, xwarin, kirin, standin, xwendin, xwestin, kuştin…

Not: Hindek rader hene ku qertafa “in”ê werdigirin, lê dîsa jî negerguhêz in. Wekî radera “hatin”ê.

2)Şûna qertafa raderên “în” û “iyan” ê werdigirin qertafa “andin” ê danên, ew rader jî dibin raderên gerguhêz.
Raderên negerguhêz meşîn (meşiyan), revîn, helîn, bezîn, kenîn, firîn… Em bi harîkariya qertafa “andin”ê van raderan dê bikin gerguhêz:

Negerguhêz Gerguhêz

meşîn meşandin
revîn revandin
helîn helandin
bezîn bezandin
kenîn kenandin
firîn firandin

Not: Hindek rader jî hene ku xwedanê qertafa “în”ê ne lê dîsa jî gerguhêz in. Wekî; “nivîsîn” û “birîn”ê. Herwiha divêt bê zanîn ku radera “nivîsîn”ê ya ku qertafa “-andin”ê jî werdigire gerguhêz e (nivîsandin). Ev jî îstîsna ne.

Dewama vê dê bê…

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply