Ziman

Çemê Pêrî (Gêxî, Xorxol, Dep)

Li bakurê Çîyayê Şeytên Rasta Çêrme (Yedisu) heye. Dirêjayîya vê rastê li dor 12 û firehîya wê jî di navbera 2-4 kîlometreyan de ye. Çemê Pêrî di nav vê rastê re derbas dibe, berî ku bigîhêje Derbenda Kelxaçê vê rastê bi aluvyonan dinuxumîne. Lewra erdê vê deverê berdar e. Fasûle, genim, ceh, garis û hin …

Read More »

Çemê Mûradê

Çemê Mûradê, bi dirêjahî (600 km, Ava Reş 330 km) û tejaneya (31000, Ava Reş 16600 km2) xwe du qatan ji Ava Reş mezintir e. Çemê Mûradê, ji bakurê Çîyayê Eledaxê dest pê dike. Ji bakurê Eledaxê gelek av derdikevin, digîhêjin ser hev û dibin destpêka Çemê Mûradê. Ji vê …

Read More »

Çîyayên Şerefdîn û Bîngolê

Çiyayê Şerefdînê ji rojava ber bi rojhilat wek girseyeke bilind, fireh û seranser dirêj dibe. Piştî tevgerên volkanî axek qalind li ser vî çiyayî çêbûye. Çend golên piçûk û girover li ser vî çiyayî hene; Gola Berxan, Gola Bongilan, Gola Şah Melek… Çiyayê Şerefdînê ji hêla av û gîhayê pir dewlemend e. Zozanên …

Read More »

der barê…de / der heqê…de

Dema ku mirov bixwaze fikirê yekî hîn bibe, mirov dibêje ‘’Tu der barê vê yekê de çi difikirî?’’ yan jî dibêje ‘’Tu der heqê vê yekê de çi difikirî?’’  Her wiha mirov bi xwe jî dikare bibêje ‘’Min der barê vê yekê de tiştek got.’’ an jî dikare bibêje ‘’Min der heqê vê yekê detiştek got.’’ Heke di hevokê de ”der barê” yan jî ”der heqê” hebe, pêşdaçeka ”di” nayê nivîsandin, bi tenê paşdaçeka ‘’…de’’ tê nivîsandin. Wekî ”der barê…de/der …

Read More »

Cînavkên Xwedîtiyê

Cînavkên xwedîtiyê bi veqetandekên binavkirî  ‘’-a’’,  ‘’-ê’’ û ‘’-ên’’ pêk tên. Lê ev veqetandek bi tena serê xwe nikarin bibin cînavk. Di kurdî de veqetandekên binavikirî  bi cînavkên kesane yên  tewandî; ‘’min, te, wî/wê, me, we, wan’’, cînavkên şanîdanê; ‘’vî, vê, van’’, cînavka ‘’xwe’’ û bi cînavkên berbihevîn; ‘’hev û êk’’ pêk tên. Li vir ji cînavkan …

Read More »

Ravek Bûye Gur Mamosteyên Kurdî li ku ne?

Ez carinan li ser înternetê lêkolîna hin tiştan dikim. Mijar çi dibe bila bibe ferq nake. Mijara min a îro ”ravek” bû. Dema ku ez di geroka Googlê de tiştekî bigerim, ez pêşî bi kurdî dinivîsim lê digerim, lê heke ez negihêjim encameke ku ez dixwazim, îcar bi îngîlîzî, almanî …

Read More »

Qertafên Tewandina Lêkeran

Qertafên tewandina lêkeran wek li jêrin tên nimandin, meriv dikare bi du beşan bibeşîne. Bi gorî tewandina lêkeran him li peş rayên ( kokên ) lêkeran him jî li paş wan tên. Ji wan re jî « peşqertaf » û  «  paşqertaf »  tên gotin. Paşqertafên ( xurdeyên ) Tewandinê   …

Read More »

Cinsê Hewywanên Kedî

Cinsê rêzimanî yê peyvên ”beran, nêrî, ga” nêr e: em dibêjin ”beranê malê, nêriyê malê, gayê malê” wek çawa ku em dibêjin ”mêrê malê” yan ”kurê malê”. Anku cinsê rêzimanî yê van heywanan li gor cinsê wan yê siriştî ye: Em nabêjin ”*berana malê” ji ber ku beran ne mê …

Read More »

Bajarên Rojhilatê Kurdistanê

Kirmaşan Sine Xanê Mehabad Merîwan Şino Pawe Seqiz Serdeşt Kamyaran Bokan Bane Îlam Bîcar Qurwe Ûrmiye Bajarên Kurdên Xorasanê: – Aşxane – Bijnort – Isferayin – Şîrvan – Farûc – Qûçan – Çinaran – Deregez – Kelat   Amadekar: Çandname

Read More »