“Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike” “Jin ji mêrê xwe dipirse, berî tu min bizewicînî, çima te ji min re negot ku tu hejarî, tiştekî te tune û bê pere yî? Mêr jê re got, ez westiyam hingî min ji te re digot: tiştekî min ji te pêve li dunyayê tune. Tu dikeniya, û wek dînan kêfa te dihat”. Şêweyê …
Sibat, 2021
-
13 Sibat
Carna wextê dayika min bêzar dibo digot: Ax û ax ne ware ne ax!
Dayika min ji Kurditiya xwe hezdikir û ji hilbestvanên Kurdan hez dikir bi teybet Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran.. Dayika min Dîwanê wan ji berxwe girtibo û çîrok û dîroka Kurdan pir zanîbo wextê em zarok bon dayika me êvaran li ber agirê zopê herdem ji mera hilbestê Kurdî digot û wextê biba demê xwê ji me …
-
13 Sibat
GULA GULDEXWÎN
Warê Gula Guldexwîn yê esasî Hekarî û Çîyayê Zagrosane Ev gula nazenîn, li Gewer (Yüksekova) Çukurca (çêlê) Şırnak (Şehrê Nûh) Uludere (Qileban) Güçlü Konak (Basa) Cizre (Cizîra Botan) Beytuşşebap (Elk) Silopi (Girigê Amo) û İdil (Hezex) bi kurtasî ji Semsûr û Qamişlokê û hetanî Hewlêrê li tevahîya heremê çê dibe. Ev gula Guldevxwîn li erdnîgarîya Kurdistanê tenê gulên xwe bi …
-
12 Sibat
Nameyek Ji Kafka Re
KAFKA “Xwezî te bizanibya; Li welatê min sî ji bejna şevê dirêjtir e… Hukmê ku giraniya xwe dide navê şevê, dizivire goleke ku laşên şewitî li ser soberî dikin. Tu zanî? Ciyê ku hîveron xwe nagîhînê, ciyê ku stêrka nabîne, ciyê ku hêj candarên xwe bê hulm nemane, ev der in. Şevereşa ku kerbûna xwe dide şevê, dema ku dipirpite, …
-
11 Sibat
Gundê Koran
Li welatekî mirovek hebûye, ji gundê xwe, ji êl û eşîre xwe, ji lêzim û hogirên xwe aciz bûye, ji wan xeyîdiye, ji cih û warê xwe derketiye û terkedinya bûye. Bi rê ketiye û bi şev û bi roj meşiyeye, li deşt û zozanan geriyaye, di nişûvan de berjêr û di evrazan de berjor bûye, newalên kûr û kûrt …
-
10 Sibat
ME JI ŞA’IR Û NIVÎSKARAN PIRSÎ
Ger hemû heyata te hevokek bûya, dê kîjan bûya? Eta Nehayî: Eger min xem û meynetiyên xwe, li ser karakterên çîrok û romanên xwe belav nekira, min ê nikaribûya jiyana xwe berdewam bikira. Shahab Walî: “Hasilî emrim xam budem, puxte şodem, sûxtem.” Meral Varışlı: “Em du xerîb in di gerîneka zemên de.” Ömer Dilsoz: Çima gelo ev heyat li min …
-
10 Sibat
SERPÊHATIYA RÊWITIYEKÊ (Çîrok)
“ Xwezî bi kurdî şor bikira” Ez li gara otobûsan ya Stenbolê, ji bo çûyina Welêt, li otobûsê siwar bûm. Li koltuxa rex a min, ciwanekî bîst û du-sê salî rûniştibû. Ji porê wî, yê ku bi makîneyê hatibû kurkirin xuya bû ku leşker e. Min silav lê kir û ez li cihê xwe rûniştim. Wî ciwanî jî bi ser …
-
7 Sibat
Şahînê Bekirê Soreklî û keda wî ya ji bo zimanê Kurdî
Rojavayê Kurdistanê şanaziyê bi gelek kesayetî û dahênerên xwe dike û yek ji wan kesayetiyan, nivîskar û medyakarê Kurd, Şahînê Bekirê Soreklî yê ji herêma Kobaniyê ye. Şahînê Soreklî bi sedan gotar, çîrok, helbest û gelek roman nivîsandine. Nivîskar û medyakarê Kurd ê naskirî, Şahînê Bekirê Soreklî, di sala 1946an de li gundê Mezrê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê …
-
7 Sibat
Gotinek li Dor Peyva Kurdmanc, Nûh Pêxember û Çiyayê Cûdî
Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji xwe …
-
6 Sibat
Hinek Gotinên Firat Cewerî
Ciwan dînamîk in, germ in, zû digurin. Di hemû kulturan de ciwan hêviyên pêşeroja welatên xwe ne. Bêguman ciwanên me jî hêviyên pêşeroja welatê me ne. Divê ew li hemberî hev bi tolerans bin, neyartiya hev nekin, dûrî gir û nefretê bin û li ser koka xwe şîn bibin… Wê rojê xanimek swêdî ji min pirsî: -Ev çend sal in …