Hinek Gotinên Firat Cewerî

  • Ciwan dînamîk in, germ in, zû digurin. Di hemû kulturan de ciwan hêviyên pêşeroja welatên xwe ne. Bêguman ciwanên me jî hêviyên pêşeroja welatê me ne. Divê ew li hemberî hev bi tolerans bin, neyartiya hev nekin, dûrî gir û nefretê bin û li ser koka xwe şîn bibin…
  • Wê rojê xanimek swêdî ji min pirsî:
    -Ev çend sal in tu ji welatê xwe derketiyî?
    Min got:
    -40 sal.
    Jinik ecêbmayî ma:
    -Te hê jî zimanê xwe ji bîr nekiriye.
    Min bi bişirîn lê vegerand:
    -Ji bo ez zimanê xwe ji bîr nekim ez derketim.

    Belê,gelî dostan,divê em zimanê xwe ji bîr nekin.

  • Edebiyat ne bi tenê di şerê azadiya welatan de roleke mezin dilîze, herweha ew di hebûn û navneteweyîkirina neteweyan de jî roleke mezin û berbiçav dilîze. Rûmeta neteweyan gelek caran bi rûmeta şaîr û nivîskarên wan tê pîvan…
  • Edebiyat formê dide jiyana neteweyan, celebê jiyanê estetîze dike, fantazî û romantîzmekê tevlî jiyana xav dike…
  • Gava lehengên romanên min bi ya min nakin û nikarim li gora pêwîstiya berhemê wan têxim tevgerê, bêhna min teng dibe. Loma derdikevim meşên dirêj, di xeyalan de xwe dixim dilqên lehengên xwe û bi zarê wan bi dengê bilind dipeyivim.

    Ev e, nivîskarî hinekî dînîtî ye…

  • Kurd bi inyad in, zû bi zû dev ji ya xwe bernadin. Digel hemû qedexeyî û astengiyan jî, baweriya min bi edebiyata kurdî heye. Ew hêdî hêdî sînoran gav dike û ber bi navneteweyîbûnê ve bi çargavî diçe…
  • Heke zimanê me zimanê perwerdê bûya, kitêbxaneyên bi zimanê me hebûna û wezareta kulturê alîkarî û piştgiriya edebiyata me bikira, wê hingî hem karê nivîskaran hêsantir bûya, hem weşanxane li ser lingan bimana û wê edebiyata me jî ji aiyê girseya kurdan ve bihata xwendin…
  • Gava edebiyata kurdî werdigere zimanên din, hem miletên din bi hebûna edebiyata kurdî dihesin, qîmetekê didinê, hem jî kurd pê xwe serbilind dibînin û baweriya wan bêtir bi wan tê…
  • Nivîskarî nexweşiyek e, ji nexweşiyê jî wêdetir wek vîrusekê ye, di hemû laşê mirov de digere û heta mirinê dev ji mirov bernade…

Gotinên Firat Cewerî

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply