Carna wextê dayika min bêzar dibo digot: Ax û ax ne ware ne ax!

Dayika min ji Kurditiya xwe hezdikir û ji hilbestvanên Kurdan hez dikir bi teybet Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran.. Dayika min Dîwanê wan ji berxwe girtibo û çîrok û dîroka Kurdan pir zanîbo wextê em zarok bon dayika me êvaran li ber agirê zopê herdem ji mera hilbestê Kurdî digot û wextê biba demê xwê ji me ra çîrokê Kurdî û dîroka Kurdan digot.
Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn, Siyabend û Xecê, Rostemê Zal, û ji xeynê wan jî û ne kêmtir pir hebûn. Dayika me Eşqa yan evîna welat dilê me da çandibû û wextê me digot: “Lê dayê ka Kurdistan çima em venagerin Kurdistanê çima me nizanî bo em li ser xaka welatê xwe dijîn û me nizanî bo ew dera em lê dijîn perçek ji Kurdistanê ye dayika minjî û dayikê gelkanjî wekî dayika min bo ji tirsa Sîxuran û cehşikan ne wêrîbo bêje me ev xaka tu li ser dijî  ew Kurdistan e û welatê bab û kalê te ye lê dîsa digot kurê min ey ezîzê ber dilê min ne hewce ye ez bêjme te Kurdistan li kuderê ye yan welatê te li kuderê ye hema çavê xwe bigre û veke tu Kurdistanê bibîne û bêzar dibû û digot:
“Ax û Ax ne ware ne yax!”
Me nizanî ji bindestiyê û dagir kiriyê dayika me dibêje “ax û ax ne ware ne ax.” Bindestî ne xweş e û gelekê giran e li ser milê me Kurdan wehê rojekî bê û em bi ronya çavan ser xwe nonê bibînin û vê darê kevnar û gemar li ser xwe û welatê xwe bibînin û em jî wekî miletê cîhanê serbestî û zarokên me bi azadî bijîn û Zimanê Dayikê bixwînin bi serbestî û azadî?
Saoud Çelî Mîranî

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply