Nameyek Ji Kafka Re

KAFKA
“Xwezî te bizanibya; Li welatê min sî ji bejna şevê dirêjtir e… Hukmê ku giraniya xwe dide navê şevê, dizivire goleke ku laşên şewitî li ser soberî dikin.
Tu zanî?
Ciyê ku hîveron xwe nagîhînê, ciyê ku stêrka nabîne, ciyê ku hêj candarên xwe bê hulm nemane, ev der in. Şevereşa ku kerbûna xwe dide şevê, dema ku dipirpite, dişibe xewneka dîtî û bi sibêre jî tê ji bîrkirin. Nizam çi bela ye. Nebaşî qet xilas nabe li welatê min. Di kavilê bajarên min de difetisin qêrînên min û a naha dilopên barana payîzê ve xwe aş dikim… Nebaşî qet ranazê li welatê min. Her roj xwe nû dike bê hest û sar. Hîngê ez li birînên xwe dipêçim çîrokên xwe. Hîveron ku dide ser hestên min, gulgenim kefa destên min maç dikin û tenêbûna min bi min re dibe hevalê şiverêyan.
Hîngê ez bi ristên helbestê ve evînê diafirînim ji bo Kibele yê. Ji ronahiya circirkên ku li ser sîngê min dibarin, baqek xemgînî dihûnim, mîna lerziyokbûna çîçegan bi laşê xwe ve noqî nav awirên Kibele yê dibim. Heke ku dikarî, ware tas bi tas ava sar bireşîne li ser dilê min, bila ji ber girîyên zarokan, ji ber hawarên dayîkan, ji ber qêrînê keçên dest bi hine nelerize… Ricaf ku bi min digire, bahoza awirên Kibele yê xwe bi şevê dipêçe tê hewariya min. Wê demê ez baqek heznîtî bi perê kevokê ve dizeliqînim û li reqsa qumriyên evîndar sêr dikim. Paşê, hêsirê min mîna çêm diherikin her ku hişyar dibim. Ji xilmaşbûyînê difilitim, destê xwe bilind dikim, ezmanê şîn himbêz dikim, hîngê hesret dibe gulok li ser dilê min hol dibe û şev xewê li min diherimîne”
Nameyek ji Kafka re: Dağıstan Karakoç
Wêne: Dağıstan Karakoç
Herêm: Xoçvan

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply