ME JI ŞA’IR Û NIVÎSKARAN PIRSÎ

Ger hemû heyata te hevokek bûya, dê kîjan bûya?

Eta Nehayî: Eger min xem û meynetiyên xwe, li ser karakterên çîrok û romanên xwe belav nekira, min ê nikaribûya jiyana xwe berdewam bikira.

Shahab Walî: “Hasilî emrim xam budem, puxte şodem, sûxtem.”

Meral Varışlı: “Em du xerîb in di gerîneka zemên de.”

Ömer Dilsoz: Çima gelo ev heyat li min tê heyhatê…

Hamid Omerî: “Tîna min li ser vî erdê bejî naşkê lew bi qasî şanika li gerdena wê tenha me.”

Ergin Öpengin: “Ho lawjeya zelal a bedbextiyên nû.”

Recep Dildar: Evîn li ser axa bav û kalan, bi zimanê dayîkê di nav azadiyê de xweş e.

Firat Cewerî: Gava jiyana rastî li min dibe zîndan, ez jê bi firê dikevim û bi lehengên romanên xwe re di cîhana xeyalî de dilivim.

Mem Zînistanî: Dereng e! Ciwanmerd Kulek: Ger hevokeke wisa hebe, naxwazim wê bizanim.

Ji kovara porkurd hejmara 4an hat standin

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *