eKovara Çanda Kurdî ya malpera https://www.candname.comê bi jimara xwe ya 3yem derket.
Kovar di ebatên kaxiza A4ê de bi rûpelsaziyeke delal li ser malpera https://www.candname.com ê bi awayekî pdf tê belav kirin.
Di kunyeya kovarê de hatiye nivîsîn ku Firat Bawerî xwedî û berpirsê e-kovarê ye. Paşa Amedî û Ridwan Xelîl jî edîtoryaya kovarê kirine. Di vê jimarê de bo wêneyê bergê wêneyekî wênekêş û akademîsyen Murad Adiyaman hatiye weşandin.
Di nivîsa edîtoryaya e-kovarê de edîtoryayê bahsa xebat û sedemên xebatên xwe kiriye, piştre sedemê ekovarbûnê hatine îzah kirin.
Kovar bi naverokek dewlemend xuya ye:
- Lokman Polat bi nivîsa “Di Edebiyatê de Kanon û Fonksîyona Edebîyatê”,
- Faîk Ocal bi nivîsa “Veqetandina Pêşîn”,
- Paşa Amedî bi çîroka “Qalaqûçik û Legleg”,
- Serhat Aydin bi nivîsa “Tomografiya Berhevkarî ya Mîkroyê”,
- Mustafa Rêzan bi nivîsa “Li Cîhanê Perwerdeya Taybet”,
- Dr. Rodî Zanyar bi nivîsa “Alarjî”,
- Dilazad ART bi nivîsa “Kilamek ji Bo Beko”,
- Recep Çîçek bi nivîsa “Jiyana Gundan”,
- Xerzî Xerzan bi nivîsa “Pira Malabadê û Dewleta Kurd a Merwanî”,
- Emre Mûhargînî bi wergera “Ji bo zarokan Lîstik”,
- Bawer Agirî bi nivîsa “Ziman û Jiyan”,
- Mustafa Acar bi helbesta “Zimanê Kurdî”,
bo xwendevanên xwe re gotine merheba.
Di dawiya kovarê de 2 heb wêneyên e-pirtûkên nû yê ku ji e-Weşanên Çandnameyê derketine, rûpelê xemilandiye
Di rûpela herî dawî de jî endambûna “Koma Kovargerên Kurd” hatiye eşkerekirin û bi kurtasî qala komê hatiye kirin û bergên kovarên endamên komê li vir hatine rêz kirin.