Sêşem , 24 Sermawêz 2020

Bêje -Nasır KEMALOĞLU

Komên kîte ( û kîteke tenê jî ) û dengên ku wate ( mane ) û foksîyonên wan di hevokan de hebin re bêje tê gotin. Gelemperî bêje bi wate ne; lê miqabil hinek bêje jî di hevokan de wextê tên karanînê wateyê qezenc dikin. Bêje di ferhengê de bi rêza alfabê bi gorî rêzikên nivîsê, zayendê û binavkirinê û bi wateyên cuda tên nivîsandin.

Di hemû zimanan de bêjeyên ku jêderkên wan ji zimanên biyanî bin he ne. Ziman bi sedemên dîrokî, çandî û erdnîgarîyê bi hev re dikevin danûstandinê û di bin bandorên hev de dimînin. Hebûna bêjeyên bîyanî dewlemendîya zimanan kêm nake.

Saziya hevokan bi bêjeyek û bi çend bêjeyan tên çekirin. Di gramera Kurdî de bêje wek rewşên jêrîn tên analîzkirin :

 

A-Bêjeyên Bi Gorî Sazîyê

 

  • Bêjeyên Xwerû
  • Bêjeyên Hevedudanî
  • Bêjeyên Afirandî

 

B- Bêjeyên Bi Gorî Wateyê ( Maneyê )

 

  • Bêjeyên Hemwate ( hevmane )
  • Bêjeyên Hevdeng
  • Bêjeyên Dijwate ( dijî hev, zid )
  • Bêjeyên bi Wateya Rastîn
  • Bêjeyên Mêcazî ( pêşibî )

 

C- Bêjeyên Bi Gorî Kêrhatinê û Vatinîyê ( Fonksîyonê )

 

1-Nav

2- Rengdêr ( Xeysetnav )

3-Cînav

4-Lêker

5-Hoker ( rengpîşe )

6-Daçek

7-Gîhanek ( girêk )

8-Baneşan ( hodeng )

 

Bêjeyên bi Gorî Sazîyê

 

Di vî mijarê de  « sazîya bêjeyan çawa çê bûye »  tê şîrovekirin û vekolandin. Bi gorî sazîyê bêje bi sê beşan tên beşandin.

 

1-Bêjeyên Xwerû : Bêjeyên qertafên sazîyê negirtibin re meriv dikare bibêje bêjeyên kokîn ( bingehîn ) û bêjeyên saltgir. Van bêjeyên hanê bê qertafên sazîye ne, qertafên tewandinê digirin û di hevokan de navberên hev de pewendîyên wateyê çêdikin. Qertafên tewandinê sazîya bêjeyan naguherînin û gorî sazîyê bêje wek xwe dimînin.

 

Gel, gul, gur, kevir, mal, dar, dem, ewr, sterk, kal, kar, peyv, pîr, ser, por, ling, sing, av..
2-Bêjeyên Hevedudanî : Ji ber ku têgehek nû bê binavkirin, bêjeyên ku herî kêm bi du bêjeyan û zêdetir hatibin saz kirinê re bêjeyên hevedudanî tên gotin.

 

Mînakên bejeyên hevedudanî;

 

  • Bi du navan :          Bar + xane, kew+çêlek, mar+masî, hevok + sazî, pez + bend,

ser + kar

  • Bi navek û lekerek :          Stran + bêj, deng + bêj, xwîn+mij,  xwîn + xwar

beran + berdan, rê + bir, ser + dan, dan + kut

  • Bi du rengdêran :          Reş+belek
  • Bi navek û rengdêrek :          Rû+sipî, Kanî+reş, mêr+xas, bext+reş, kum+sor, ava+şîn
  • Bi rengdêrek û navek :          Şeş + derb, yek + bend, xezar + pirtuk, sor+gul
  • Bi du hokeran :          Pêş + ber, nav + ber
  • Bi hokerek û navek :          Ber + çem, ber + bang, ber + bû ( k ), ber+baran, ber +çav,

ser+dem,  ser + kar, nav + bend, pêş+mêr

  • Bi hokerek û lêkerek :           Ber+bêj, ber+şo
  • Bi cînavek û hokerek :          Jê+der

 

3-Bêjeyên Afirandî : Bêjeyên kû xurdeyên afirandinê ( sazîyê ) girtibin û ji wan bêjeyên bi wateyên nû saz bibin re « bêjeyên afirandî »  û « bêjeyên çêkirî »   tên gotin. Di bêjeyên afirandî de  qertafên  sazkirinê ji bo bêjeyek nû bê çêkirin, tên karanîn û di van bêjeyan de her qertafek ji bo bêjeyek nû ye (ga, ga-van, ga-van-î ). Nav ( nêçîr-van ), rengdêr ( germ-ij-ok ), lêker ( xur-an-din ) û hoker ( jor-în ) qertafên sazîyê ( afirandinê ) digrin û bi vî awayî wate û fonksiyonên wan tên veguherandin.

Bêje wextê bên dahûrandin ( analîz ), bi sê perçeyên rêzimanê tên çêkirin. « Ra ( kok ), gewde ( laş ) û qertaf ( xurde ) ».

 

  1. Ra ( kok ) : Di bêjeyan de hêmana bingehîn û xwerû ye. Rayên bêjeyan, perçeyên herî piçûk yên bi wate ne û nayên perçekirin. Ra û kokên bêjeyan bi du beşan tên beşandin.

 

  1. Rayên Navî : Yên ku wate û vatinîya navan digirin û bi qertafên pirjimarîyê û tewangê tên tewandin.

 

Ax, ber, ez, kesk, mal, mê, nan, nû, zer, zêr …

 

  1. Kokên Lêkerî : Rayên ku wate û vatinîya lêkeran digirin re tê gotin. Xênjî rayên navî ( nav, rengdêr, cînav, daçek, hoker, gîhanek û baneşan ) hemû perçeyên biwate rayên lêkerî ne.

 

Avêt(-in), bir(-in), çir(-în), edil(-în), ger(-în), kir(-in), mir(-in), sot(-in), zûr(-în)…

 

  1. Gewde ( laş ) : Perçeyên bêjeyan yên ku qertafên  sazîyê girtibin re tê gotin. Di vî rewşa sazîyê de li pê « ra » yê qertafek sazîyê hatibe,  di rêzimanê de ji vî tevahîyê re « gewde »  tê gotin.

 

Ax-în-î, ger-and-in, kesk, mal-ik, mir-ar, zer-e, zêrr-în …

 

  1. Qertaf ( xurde ) : Perçeyên rêzimanî yên ku bi bêjeyan ve zeliqî ( li pêş û li paş wan ) bên nivîsandinê re qertaf tên gotin. Qertaf bi tenê serê xwe bêwate ne û carna bi tîpek û zêdetir li ber û li pê bêjeyan tên bikaranîn. Eger perçeyek rêzimanî bi serê xwe wateya wî hebe û watedar be qertaf nîn e. Bi van perçeyên rêzimanî wateyên bêjeyan tên guherandin, bêjeyên nû tên çêkirin, di hevokan de bi alîkarîya qertafan cî û fonksiyonên bêjeyan tên kifşkirin û her wiha bi gorî vatinîyê bêjeyan didin tewandin. Di rêzimanê de qertaf bi gorî cîhên xwe bi sê beşan tên beşandin.

 

  1. Peşqertaf ( yên ku li pêş bêjeyan tên karanîn )
  2. Navqertaf ( yên ku li nav bêjeyan de tên karanîn )
  3. Paşqertaf ( yên ku li paş bêjeyan tên karanîn )

 

Di Kurmancîyê de peşqertaf û paşqertaf  hene; li pêş bêjeyan « qertafên tewandinê »  û li paş bêjeyan « qertafên tewandinê û sazîyê »   tên bikaranîn. Pêşqertafên sazîye  û  navqertaf di Kurmancîyê de tune ne. Di Kurmancîyê de perçeyên rêzimanî yên ku wek pêşqertaf hatine hesibandin qertaf nîn in û bi tenê serê xwe wateyên wan he ne û her wiha bi bêjeyên din ve bêjeyên hevedudanî çê dikin. Di Kurmancîyê de bi mînakên balkêş yên jêrîn meriv dikare tunebûna pêşqertafan bîne ziman.

 

  • Heta niha hemû bêjeyên ku wek pêşqertaf hatine hesibandin sebixwe ne û wateyên wan yên ferhengê he ne.

 


Ba+dan, ba+ger

Ber+dan, ber+mal

+kes, +hal

Bi+kêr, bi+kar

Bin+dar, bin+erd

Da+xistin, da+dan

Der+ketin, der+anîn

Dij+ber, dij+min

+ajo,+mayîn

Hem+wate, hem+ber

Her+gav, her+dem

Hev+hatin, hev+kar

Hil+weşîyan, hil+dan

( lê, pê, tê )+kirin, +derk

Lev+xistin, li+hev+ketin

Nav+ber, nav+roj

Nîv+roj, nîv+vekirî

Par ( paş ) +kit, paş+şîv

Pev+çûn, pev+ketin

Pêş+ber, pêş+ketin

Pis+mam, pis+xal

Ra+pelikîn, ra+dan

+ber,+niştin

Ser+taç, ser+ban

Ve+kolîn, ve+xwendin

+xistin, +ketin

Wer+gerandin, wer+dan

 

 

  • Dîsa çend bêje he ne ku li pêş hinek bêjeyan tên bikaranîn û bi tîpa ahengê « e » yê bêjeyên hevedudanî saz dikin. Di mînakên jêrîn de tê dîtin ku bêjeyên « bel, kele û tel »  bi tîpa ahengê « e »  yê bi bêjeyan ve hatine nivîsandin.

 

Bel                  guhê bel                                             bel-e-guh

 

Kele                kele-y-a reş                                        kel-e-reş

mêrê wek kele                                               kel-e-mêr

 

Tel                  tarîyê de telatel hatim                                   tel-e-tarî

bi tel ( bi dizî ) xew re diçû               tel-e-xew ( xewî )

 

  • Wek hemû zimanan, hinek pêşqertafên ( préfix ) zimanên Ewropî, tevê bêjeyên ku pê ve hatine bikaranîn derbasê zimanê me jî bûne û bi gelemperî tên bikaranîn.

 

Antî-faşîzm,  antî-kemalîst

Oto (auto )-kontrol, oto-mobîl

Înter-marşe, înter-nasyonalîzm

Mîkro-skop, mîkro-organîzma

Multî-vîtamîn, multî-reng

Pre-fabrîk, pre-fîks

Post-modern, post-natal

Super-market, super-qehreman

Tele-fon, tele-ferîk

Trans-atlantîk, trans-port

 

Di encama şîrovekirina mijara sazîya bêjeyan de meriv dikare bibêje ku di Kurmancîyê de pêşqertaf tune ne û her wiha qertaf ( xurde ) bi gorî kêrhatinên xwe bi du beşan tên beşandin :

 

  1. A) Qertafên Tewandinê
  2. B) Qertafên Sazîyê ( Afirandinê )

 

About ziman

Avatar

Check Also

ZIMAN ÇI YE?

Ciwanên Hêja? Ev tiştê ku em jê re dibêjin ZIMAN, bûjena ragîhandinê ye ku ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.