Komên kîte ( û kîteke tenê jî ) û dengên ku wate ( mane ) û foksîyonên wan di hevokan de hebin re bêje tê gotin. Gelemperî bêje bi wate ne; lê miqabil hinek bêje jî di hevokan de wextê tên karanînê wateyê qezenc dikin. Bêje di ferhengê de bi rêza alfabê bi gorî rêzikên nivîsê, zayendê û binavkirinê û bi wateyên cuda tên nivîsandin.
Di hemû zimanan de bêjeyên ku jêderkên wan ji zimanên biyanî bin he ne. Ziman bi sedemên dîrokî, çandî û erdnîgarîyê bi hev re dikevin danûstandinê û di bin bandorên hev de dimînin. Hebûna bêjeyên bîyanî dewlemendîya zimanan kêm nake.
Saziya hevokan bi bêjeyek û bi çend bêjeyan tên çekirin. Di gramera Kurdî de bêje wek rewşên jêrîn tên analîzkirin :
A-Bêjeyên Bi Gorî Sazîyê
- Bêjeyên Xwerû
- Bêjeyên Hevedudanî
- Bêjeyên Afirandî
B- Bêjeyên Bi Gorî Wateyê ( Maneyê )
- Bêjeyên Hemwate ( hevmane )
- Bêjeyên Hevdeng
- Bêjeyên Dijwate ( dijî hev, zid )
- Bêjeyên bi Wateya Rastîn
- Bêjeyên Mêcazî ( pêşibî )
C- Bêjeyên Bi Gorî Kêrhatinê û Vatinîyê ( Fonksîyonê )
1-Nav
2- Rengdêr ( Xeysetnav )
3-Cînav
4-Lêker
5-Hoker ( rengpîşe )
6-Daçek
7-Gîhanek ( girêk )
8-Baneşan ( hodeng )
Bêjeyên bi Gorî Sazîyê
Di vî mijarê de « sazîya bêjeyan çawa çê bûye » tê şîrovekirin û vekolandin. Bi gorî sazîyê bêje bi sê beşan tên beşandin.
1-Bêjeyên Xwerû : Bêjeyên qertafên sazîyê negirtibin re meriv dikare bibêje bêjeyên kokîn ( bingehîn ) û bêjeyên saltgir. Van bêjeyên hanê bê qertafên sazîye ne, qertafên tewandinê digirin û di hevokan de navberên hev de pewendîyên wateyê çêdikin. Qertafên tewandinê sazîya bêjeyan naguherînin û gorî sazîyê bêje wek xwe dimînin.
Gel, gul, gur, kevir, mal, dar, dem, ewr, sterk, kal, kar, peyv, pîr, ser, por, ling, sing, av..
2-Bêjeyên Hevedudanî : Ji ber ku têgehek nû bê binavkirin, bêjeyên ku herî kêm bi du bêjeyan û zêdetir hatibin saz kirinê re bêjeyên hevedudanî tên gotin.
Mînakên bejeyên hevedudanî;
- Bi du navan : Bar + xane, kew+çêlek, mar+masî, hevok + sazî, pez + bend,
ser + kar
- Bi navek û lekerek : Stran + bêj, deng + bêj, xwîn+mij, xwîn + xwar
beran + berdan, rê + bir, ser + dan, dan + kut
- Bi du rengdêran : Reş+belek
- Bi navek û rengdêrek : Rû+sipî, Kanî+reş, mêr+xas, bext+reş, kum+sor, ava+şîn
- Bi rengdêrek û navek : Şeş + derb, yek + bend, xezar + pirtuk, sor+gul
- Bi du hokeran : Pêş + ber, nav + ber
- Bi hokerek û navek : Ber + çem, ber + bang, ber + bû ( k ), ber+baran, ber +çav,
ser+dem, ser + kar, nav + bend, pêş+mêr
- Bi hokerek û lêkerek : Ber+bêj, ber+şo
- Bi cînavek û hokerek : Jê+der
3-Bêjeyên Afirandî : Bêjeyên kû xurdeyên afirandinê ( sazîyê ) girtibin û ji wan bêjeyên bi wateyên nû saz bibin re « bêjeyên afirandî » û « bêjeyên çêkirî » tên gotin. Di bêjeyên afirandî de qertafên sazkirinê ji bo bêjeyek nû bê çêkirin, tên karanîn û di van bêjeyan de her qertafek ji bo bêjeyek nû ye (ga, ga-van, ga-van-î ). Nav ( nêçîr-van ), rengdêr ( germ-ij-ok ), lêker ( xur-an-din ) û hoker ( jor-în ) qertafên sazîyê ( afirandinê ) digrin û bi vî awayî wate û fonksiyonên wan tên veguherandin.
Bêje wextê bên dahûrandin ( analîz ), bi sê perçeyên rêzimanê tên çêkirin. « Ra ( kok ), gewde ( laş ) û qertaf ( xurde ) ».
- Ra ( kok ) : Di bêjeyan de hêmana bingehîn û xwerû ye. Rayên bêjeyan, perçeyên herî piçûk yên bi wate ne û nayên perçekirin. Ra û kokên bêjeyan bi du beşan tên beşandin.
- Rayên Navî : Yên ku wate û vatinîya navan digirin û bi qertafên pirjimarîyê û tewangê tên tewandin.
Ax, ber, ez, kesk, mal, mê, nan, nû, zer, zêr …
- Kokên Lêkerî : Rayên ku wate û vatinîya lêkeran digirin re tê gotin. Xênjî rayên navî ( nav, rengdêr, cînav, daçek, hoker, gîhanek û baneşan ) hemû perçeyên biwate rayên lêkerî ne.
Avêt(-in), bir(-in), çir(-în), edil(-în), ger(-în), kir(-in), mir(-in), sot(-in), zûr(-în)…
- Gewde ( laş ) : Perçeyên bêjeyan yên ku qertafên sazîyê girtibin re tê gotin. Di vî rewşa sazîyê de li pê « ra » yê qertafek sazîyê hatibe, di rêzimanê de ji vî tevahîyê re « gewde » tê gotin.
Ax-în-î, ger-and-in, kesk, mal-ik, mir-ar, zer-e, zêrr-în …
- Qertaf ( xurde ) : Perçeyên rêzimanî yên ku bi bêjeyan ve zeliqî ( li pêş û li paş wan ) bên nivîsandinê re qertaf tên gotin. Qertaf bi tenê serê xwe bêwate ne û carna bi tîpek û zêdetir li ber û li pê bêjeyan tên bikaranîn. Eger perçeyek rêzimanî bi serê xwe wateya wî hebe û watedar be qertaf nîn e. Bi van perçeyên rêzimanî wateyên bêjeyan tên guherandin, bêjeyên nû tên çêkirin, di hevokan de bi alîkarîya qertafan cî û fonksiyonên bêjeyan tên kifşkirin û her wiha bi gorî vatinîyê bêjeyan didin tewandin. Di rêzimanê de qertaf bi gorî cîhên xwe bi sê beşan tên beşandin.
- Peşqertaf ( yên ku li pêş bêjeyan tên karanîn )
- Navqertaf ( yên ku li nav bêjeyan de tên karanîn )
- Paşqertaf ( yên ku li paş bêjeyan tên karanîn )
Di Kurmancîyê de peşqertaf û paşqertaf hene; li pêş bêjeyan « qertafên tewandinê » û li paş bêjeyan « qertafên tewandinê û sazîyê » tên bikaranîn. Pêşqertafên sazîye û navqertaf di Kurmancîyê de tune ne. Di Kurmancîyê de perçeyên rêzimanî yên ku wek pêşqertaf hatine hesibandin qertaf nîn in û bi tenê serê xwe wateyên wan he ne û her wiha bi bêjeyên din ve bêjeyên hevedudanî çê dikin. Di Kurmancîyê de bi mînakên balkêş yên jêrîn meriv dikare tunebûna pêşqertafan bîne ziman.
- Heta niha hemû bêjeyên ku wek pêşqertaf hatine hesibandin sebixwe ne û wateyên wan yên ferhengê he ne.
Ba+dan, ba+ger
Ber+dan, ber+mal
Bê+kes, bê+hal
Bi+kêr, bi+kar
Bin+dar, bin+erd
Da+xistin, da+dan
Der+ketin, der+anîn
Dij+ber, dij+min
Dû+ajo, dû+mayîn
Hem+wate, hem+ber
Her+gav, her+dem
Hev+hatin, hev+kar
Hil+weşîyan, hil+dan
Jê ( lê, pê, tê )+kirin, jê+derk
Lev+xistin, li+hev+ketin
Nav+ber, nav+roj
Nîv+roj, nîv+vekirî
Par ( paş ) +kit, paş+şîv
Pev+çûn, pev+ketin
Pêş+ber, pêş+ketin
Pis+mam, pis+xal
Ra+pelikîn, ra+dan
Rû+ber, rû+niştin
Ser+taç, ser+ban
Ve+kolîn, ve+xwendin
Vê+xistin, vê+ketin
Wer+gerandin, wer+dan
- Dîsa çend bêje he ne ku li pêş hinek bêjeyan tên bikaranîn û bi tîpa ahengê « e » yê bêjeyên hevedudanî saz dikin. Di mînakên jêrîn de tê dîtin ku bêjeyên « bel, kele û tel » bi tîpa ahengê « e » yê bi bêjeyan ve hatine nivîsandin.
Bel guhê bel bel-e-guh
Kele kele-y-a reş kel-e-reş
mêrê wek kele kel-e-mêr
Tel tarîyê de telatel hatim tel-e-tarî
bi tel ( bi dizî ) xew re diçû tel-e-xew ( xewî )
- Wek hemû zimanan, hinek pêşqertafên ( préfix ) zimanên Ewropî, tevê bêjeyên ku pê ve hatine bikaranîn derbasê zimanê me jî bûne û bi gelemperî tên bikaranîn.
Antî-faşîzm, antî-kemalîst
Oto (auto )-kontrol, oto-mobîl
Înter-marşe, înter-nasyonalîzm
Mîkro-skop, mîkro-organîzma
Multî-vîtamîn, multî-reng
Pre-fabrîk, pre-fîks
Post-modern, post-natal
Super-market, super-qehreman
Tele-fon, tele-ferîk
Trans-atlantîk, trans-port
Di encama şîrovekirina mijara sazîya bêjeyan de meriv dikare bibêje ku di Kurmancîyê de pêşqertaf tune ne û her wiha qertaf ( xurde ) bi gorî kêrhatinên xwe bi du beşan tên beşandin :
- A) Qertafên Tewandinê
- B) Qertafên Sazîyê ( Afirandinê )