Pluto

Pluto an 134340 ji aliyê dûrbûna ji rojê ve nîvgerstêrka herî dawî ye. Yek ji exterên Roja me dihate zanîn. Van salên dawiyê gerstêrbûna wê dihate guftûgokirin. Gorî destkeftiyên astronoman ên nû Pluto ne gerstêrk lê nîvgerstêrk e

Tê payîn ku navê Plutoyê ji lîsteya gerstêrkan derbikeve wekî kevir û geranokên valahiyê were binavkirin. Herçendi civîna herî dawîn a astronoman a li Pragê pêk hat, biryara negerstêrkbûna Plutoyê daye jî, hêj ev biryar belav nebûye. Navê wê yê nû 134340 ye. Lewra geranok û kevirên valahiyê wisa tên binavkirin. Sê peykên wê hene Charon, Hydra û Nix.

Agahiyên Plutoyê

  • Kalîbreya ekvatora Plutoyê: 2.300 km
  • Dûrbûna wê ji Erdê: 4,9 milyar km
  • Saleke Plutoyê: 248 sala Erdê
  • Hişkiya axa wê: 2 carî avê ye

Germahîya rûbera( setha) gerstêrka Ploton’ê, 228 dereceya Santîgrad li jêr sifrê ye.

Ji Wîkîpediyayê hatiye wergirtin

Etîket: astronomî, pluton

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Damezirandina Yekemîn Radyoya Kurdî

Şoreşa Zanistî: Teleskopa James Webb û Komputerên Kûantûm Dîrokê Ji Nû Ve Dinivîsînin

10 Salên Dawî Erdhêjên Herî Mezin

Serkeftina mezin di dermankirina genetîkî de

Yamalı Peyzaj (Peyzaja Pînekirî)

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle