1-Tim navroj e, mela banga nimêja nîvro dike. Ez bi xemginîyeke kevnar ketime canê xwe. Di navbera dê û amojna xwe de mabûm. Sê peyv dikevin navbera min û banga azanê nîvro. Dayîka min bi çavên xwe dimizîce, bi destên xwe dipelîne, amojnaya min bi hemû bedena xwe ve dirahişe. Nîvro ye. Ez nexwazim kesek an tiştek têkeve navbera min …
Monthly Archives: Hezîran 2020
Hezîran, 2020
-
22 Hezîran
e-Kovara Kurdiyatê Derket
Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Wanê di qada akademiyê da ji bo pêşketin û belavbûna Kurdî e-Kovara akademîk a Kurdiyatê derxist. Kovara Kurdiyatê ku wê salê du caran bê weşandin di navxwe da gotarên bi zimanên Kurdî û Tirkî wê bihewîne. Gotarên bi zimanên din nivîsandî ku ji kovarê ra bên şandin jî wê çaxê Lijneya Hakeman wê meseleyê binirxîne …
-
19 Hezîran
JI ÇAPEMENIYÊ RE/ ÇAPEMENÎYE RÊ
JI ÇAPEMENIYÊ RE Komeleya Çand û Perwerdehiyê ya Nûbiharê (Nûbihar Komele) kû navenda wê li bajarê Diyarbekirê ye. Navend û şaxên xwe tev bi hev re wê bi qursiyerên xwe re rû bi rû qursên Kurdî (Bi zaravayên Kurmancî û Zazakî) dest pê bikira lê ji ber nexweşiya Koronayê qursên rû bir û hate betal kirin bi rêya online dest …
-
19 Hezîran
Çîn dê li dibistanan waneyên zîrekiya çêkirî bide
Her çi qas hê jî mirov xwe jê karên Çîniyan dûr bixe jî, Çîn di teknolojiyê deher diçe dibe stêrk. Êdî teknolojiya çînê bi her kesî re dikeve pêşbirkê ûser dikeve jî. Him çavkaniyên wê yî binerd û sererd û him jî çavkaniya hêzên mirovî jê wê dike serdest. Ne pirr demeke dirêj e ku çîn bibe desthilatdarê aboriya cihanê. …
-
18 Hezîran
MESELOK, A XOCE NISREDÎN E YAN A BEHLÛLÊ DÎWANE YE?
Bi dehê salan digotin ku ev meselok, a Xoce Nisredîn e. Lê derket holê ku ya Behlûlê Dîwane ye û li Dîwana Mîrê Kurd ê Amêdiya ku niha di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de ye rûdaye. Behlûlê Dîwane, kekê Harûn Reşîdê xelîfeyê Îslamê bûye. Her kesî Behlûlî şêt dizanibû, lê belê ew kesekî pir zana û bîrewer bûye û hertim …
-
17 Hezîran
Tasek Av – Paşa Amedî
Bav di ciwantiya xwe de li zarokên xwe pir mêze dikir û ji wan pir hez dikir. Tu car zarokên xwe birçî nedihişt. Bav bi çi awayî be zikê zarokên xwe têr dikir… Rojekî diya zarokan çûbû mala bavê xwe, bav û zarokên xwe tev li mal bûn. Bav wexta ku tî bû, ji zarokên xwe tasek av xwest, zarokê …
-
17 Hezîran
Bûnewerê Tirsdêr
Xwedê mirov afirand. Ew nas kir û şîyana (emanet) naskirina Xwe da wî. Bi vî awayî Xwedê û mirov ji nişke ve hatine hemberî hev. Xwedê ev mesafe da însan da ku însan Xwedê nas bike. Çawa ku jê re bêje “ez te dibînim, tu jî min dibînî?” Bi vî awayî gulaşeke dîrokî dest pê kir. Heta gulaşeke wisa ye …
-
15 Hezîran
Pirtûkek kurteçîrokan “Ji Qeraxên Dilan”
Di nav weşanên “Ar”ê de bi navê “Ji Qeraxên Dilan” pirtûkeke kurteçîrokan a nivîskarê kurd Mevlut Aykoç derket. Pirtûk 87 rûpele. Di pirtûkê de 43 kurteçîrok hene. Çîrokên ku di pirtûkê de ne bi rastî jî li gor navê xwe kurteçîrokin. Hinek kurteçîrok rûpelek, hinek du rûpel û ya herî dirêj jî sê rûpele. Pirtûk bi kurteçîroka sernavê “Keça Porzer” …
-
14 Hezîran
Rêjeya Zêrîn û Estetîk
Tiştê rûyê mirovekî xweşik dike çi ye gelo? Cîldekî xweşik? Çaven mezin ? Bişirîneke xweş? Belê vana hemû girîng in. Lê li gorî îndustrîya estetîkê bersiva vê pirsê, formûleke matematîke ye û ji 2500 salên jî te ye bikaranîn. Li Yewnanistanê 2500 salan berî niha ev formûla îro jê re dibêjin “rêjeya zerîn” hatiye kifşkirine. Li gorî vê formûle eger …
-
14 Hezîran
Perwerdehî Çiye ?
Perwerdehî; ji bo ku mirov di jiyana civakê de cîhekî bigire û jiyana xwe berdewam bike destkeftiyên zanîn, şareza û fêmkirinê ne. Perwerdehî, ne dem an wexteke serbixwe ye, perwerdehî pêvajo ye. Pêvajoya hînbûn û hînkirinê ye. Ji bo kalîtekirin û standartilîzekirina jiyana kesayetî û civakî, û li hember sextiya jiyanê asankirin, tev pêvajoya perwerdehiyê ye. Digel vana wateya perwerdeyê …