Rêjeya Zêrîn û Estetîk

Tiştê rûyê mirovekî xweşik dike çi ye gelo?

Cîldekî xweşik?

Çaven mezin ?

Bişirîneke xweş?

Belê vana hemû girîng in. Lê li gorî îndustrîya estetîkê bersiva vê pirsê, formûleke matematîke ye û ji 2500 salên jî te ye bikaranîn.

Li Yewnanistanê 2500 salan berî niha ev formûla îro jê re dibêjin “rêjeya zerîn” hatiye kifşkirine.

Li gorî vê formûle eger xetek an xezek bi rêjeyê 1:1.618 e were dabeşkirin an parvekirin tiştekî li ber çavên mirov xweş xuya dibe derdikeve holê.

Berî kifşkirina vê rêjeyê gelek rêje hatine ceribandine lê tu rêje qasî rêjeya 1:1.618 nehatine ecibandin. Îroj va rêje wekî Rêjeya Zerîn tê binavkirin.

Cara yekem peykertiraş û matematîkvanê Ywnan e bi navê Phîdîas peykerên xwe li gorî vê rêjeyê çêkirine û berhemên gelek serkeftî afirandin e. Ji ber vê yekê wekî rêjeya Phî (ji Phîdîas) jî te ye zanîn.

Heyama Ronesansê li Ewropayê gelek resam û peykertiraşan jî di berhemên xwe de ev rêje bikaranîn ne. Ji tabloyên dinê, ye herî binavûdeng Mona Lisa ye. Mona Lisa jî, li gorî rêjeya zerîn hatiye xezkirin.

Rêjeya zerîn di gelek qadên jiyanê de tê bikaranîn. Ji grafîkerîye hetanî avahîsaziya gelek qadên cihêreng rêjeya zerîn derdikeve pêşberî me

Di heyama modern de rêjeya zêrîn taybetî di qada ciwankarîye, estetîkê de, tê bikaranîn. Bijîşkên estetîkê ji bo şiklekî xweşik bidin beden û rûyê mirovan rêjeya zerîn bikartînin.

Di binhişê mirov de têgehik an formûleke ciwanîyê heye. Dema mirov yekî/e dibîne bêhemdî di mêjiyê xwe de sîmetrî û rêjeya beden û rûyê wî/e dipîve. Pîvan û rêjeyên beden û rûyê kesekî çiqas nêzikî rêjeya zerîn be   li ber çavên me ewqas lihevhatî û ciwan xuya dibe

Bijîşkên estetîkê ji bo çareserkirina pirsgirekên estetîkî rêjeya zerîn gelek bikartînin. Li ser rûyê mirov gelek pîvan û rêje hene. Bijîşk van rêjeyan dizanin. Bi ‘cedwelê rêjeya zerîn” rêjeya ebadên rûyê mirov çiqasin? hêjmar dikin û li gorî van hêjmaran sererastkirinê çêdikin.

Mînak:

Dema em rûyê mirov dinerên rêjeyeke berjêrkî û berwarîkî heye. Heke pîvan a berjêrkî 1.618, a berwarîkî 1.000 be, mirov pir xweş xûya dibe.

Rêjeyên li ser rûyê mirov ne sabît in. Di zaroktiya û xortaniyê de rêjeyên li ser rûyê mirov nêzîkî rêjeya zerîn in  Ligel îxtiyar bûne,  rûyê mirov pahn dibe û rêjeyên ku nêzîkî rêjeya zerîn hêdî hêdi kêmtir dibin.

Bijîşkên estetîkê bi gelek rê û rêbazên ciwankarîye ji bo ku li ser rûyê mirov rêjeyeke nêzî rêjeya zerîn çebikin dixebitin. Hinek caran botoks û madeyên tijîker, hinek caran jî bi benikan ya jî bi ameliyatan rêjeyên ne dirist sererast dikin.

Di dawiya de em dikarin bibêjin ku xweşikî delalî ne tiştekî tesadufî ye, divê yên karî estetîkê dikin hûrgilîyên vî karî bizanin.

Dr. Rodî Zanyar

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply