Her çi qas hê jî mirov xwe jê karên Çîniyan dûr bixe jî, Çîn di teknolojiyê deher diçe dibe stêrk. Êdî teknolojiya çînê bi her kesî re dikeve pêşbirkê ûser dikeve jî.
Him çavkaniyên wê yî binerd û sererd û him jî çavkaniya hêzên mirovî jê wê dike serdest. Ne pirr demeke dirêj e ku çîn bibe desthilatdarê aboriya cihanê. Îja xebatên wê yî dahatûyê jî ev pêşdîtan piştrast dike. Yek ji van xebatan jî zîrekiya çêkirî ye.
Li Çînê waneyên zîrekiyê çêkirî ku wekî nimûne dihate xwendin ji sala hatî pê ve dê li dibistanan xwendina waneyê zîrekiya çêkirî dest pê bike.
Li gori nûçeya Radyoya Çînê ya Netewî, pirtûkên ku di naveroka wan de waneya zîrekiya çêkirî hene dê sala hatî li gelek dibistanan weke waneya hilbijartî an jî pêdivî bê xwendin.
Ev pirtûkên ku ji bo dibistanên seretayî û yên navîn hatine amadekirin ji deh rêzeyan pêk tên. Ji van pirtûkan 6 amade ne. Bi van pirtrûkan li cem waneyên jêhatibûnên kompitûrê, niviskariya endezyarî û teknolojiye dê agahiyên pergalî(sistematik) yê zîrekbûna çêkirî bên dayîn.
Qada zîrekiya çêkirî dê bigihîje 150milyar dolarî
Wekî din, cîgirê serokê Şirketa Xebatên Robotik û Zîrekiya Çêkirî (UBTECH) ku di amadekirina pirtûkan de bûye alikar Pang Cienchin diyar kir ku digel piştgiriya hikûmeta Çinê di vê qadê de hê jî kêmasiya mamoste, çavkaniyên perwerdê û mifredata li dibistanan heye.
Pirtûkên zîrekiya çêkirî niha li hinek dibistanên herema bajarê fînansê Şanghay Ciading tên perwerdekirin.
Konseya Dewleta Çînê tîrmeha ku çûyî diyar kiribû ku heta 2030’î di sê gavan de, tê texmînkirin ku bihayê sektora zîrekiya çêkirî li qadên sivîl û leşkerî bigîhe 150 mîlyar dolarî.