e-Kovara Kurdiyatê Derket

Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Wanê di qada akademiyê da ji bo pêşketin û belavbûna Kurdî e-Kovara akademîk a Kurdiyatê derxist.

Kovara Kurdiyatê ku wê salê du caran bê weşandin di navxwe da gotarên bi zimanên Kurdî û Tirkî wê bihewîne. Gotarên bi zimanên din nivîsandî ku ji kovarê ra bên şandin jî wê çaxê Lijneya Hakeman wê meseleyê binirxîne û biryarê bide.

Di nasandina Kurdiyatê da bo kesên wê gotarên xwe bişînin tê xwestin ku gotara xwe bi 200-250 peyvî binasînin û naverokê jî ji 9 hezar peyvî derbas nekin.

Lijneya Kurdiyatê wê gotarên bên şandin binirxîne û yên li gor rê û rêzikên kovara akademîk bin hilde û biweşîne.

Ji bo ku ked û xebatên akademîk ên di hemû qadên Kurdî da tên kirin badilhewa neçin û winda nebin pêwîstî bi kovarên wiha hene û lazime xwendevan jî li van xwedîderbikevin.

Dosyayê Jimara Yekem

Nivisarên Jimara Yekem

Nivîsa Ji Edîtoran ya Jimara Yekem

Merheba Kurdiyat

Kurdî, ji famîleya zimanên Hînd-Awrupî û ji şaxa zimanên Hînd-Îranî tê hesibandinê. Kurdî, bi zaravayên xwe yên cuda ve bûye tercumanê hestên şairan, hozanan, aşiqan û sofiyan. Zimanê Kurdî bi tîp, peyv û hevokên xwe ve bûye xizmetkarê wan. Kurdî bûye hibira qeleman, rêzên rûpelan, nalîna dilan û dengê zimanan. Kurdî di medreseyan de bûye seyda û mamoste, di mizgeftan de bûye waiz û xetîb, di serayan de bûye çîrokbêj, di şevbiwêrkan de bûye hozan û di xêl û şahiyan de bûye dengbêj. Di heman demê de Kurdî hevaltî bi neyê û bi bilûrê re kiriye, bûye nexme û awaza saz û kemençeyê. Kurdî ji gelek zimanên cîran mîna Tirkî, Erebî û Farisî pir tişt ker kirine û gelek caran jî ker daye. Bi vî awayî Kurdî hem bandor li derdora xwe kiriye û hem jî ketiye bin bandora derdora xwe de.

Nexwe, deng û fonetîka Kurdî, tîp û hevokên Kurdî taybet in. Di heman demê de Kurdî xwediyê şi‘r û şairan e, çîrok û çîrokbêjan e, sitran û stranbêjan e û xwediyê gotinên pêşiyan û lorikan e. Bo vê yekê Kurdî xwediyê alfabeyeke taybet, nivîseke cuda, gramer û rêbaza rastnivîseke taybet e.

Roj hat Kurdî cihê xwe di edebiyata nûjen de girt û bû zimanê romanê, şanoyê, rojnameyê, kovarê, çapemeniya niviskî û ya berbiçav. Welhasil, Kurdî bû zimanê her cure gotinên beşeriyete û herweha bû zimanê her cure edebiyat, çand û dîn jî.

Îcar Kurdiyat ji bo ku bibe kursî ji lêkolîner û akademîsyenên ku dixazin; ka gelo Kurdî çi kar û xebat ji bo şaristanî û tecrubeyên beşerî kiriye derêxine holê û ji bo ku lêkolîner binêrin ka gelo çanda zimanê Kurdî çi dewlemendî daye şaristaniya mirovahiyê iha ji bo van sedeman Kurdiyatê dest bi jiyana weşanê kiriye. Di heman demê de Kurdiyat ji bo ku bibe çavkanî ji xwendevan û mereqdarên çanda ku Kurdî aniye wucûdê re û ji bo ku ji nifşên xort re bibe rêbereke ku têgihajtineke akademik û azad û zelal nişan dide derketiye vê rêyê.

Kurdiyat di hejmara xwe ya yekem de bi pênc maqaleyên xwerû Kurdî ne ji we re dibêje merheba. Kurdiyat di hejmarên werin de di gel zimanê Kurdî bi şertê ku bi ziman, edebiyat, tarîx û çanda Kurdî ve eleqedar be gotarên bi Tirkî, Erebî û Ingilîzî jî qebûl dike.

Ji bo ku Kurdiyat dest bi jiyana weşanê bike keda gelek kesan çêbûye. Di serî de em şikr û sipasiyên xwe ji lijneya weşanê re pêşkêş dikin û weharenge em spasiyên xwe ji herkesên ku keda wan di pêkanîna kovarê de çêbûye re; ji edîtoran re, ji endamê şêwrê re, ji nivîskaran re û ji tev hekeman re pêşkêş dikin.

Bi hêviya hevdîtineke nû di hejmarên werin de, bimînin di xêr û di xweşiyê de…

Edîtorên hejmarê

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply