Monthly Archives: Adar 2019

Adar, 2019

  • 14 Adar

    IBV dê li Stenbolê bernameya Akademîya Biharê pêk bîne

    Yekem Akademîya Biharê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî(IBV) dê di navbera 16ê Adarê-27ê Nîsanê de li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya li Stenbolê bê pêkanîn. Bername ji bo xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê re vekirî ye û bi 25 kesan bisînor e. Ew kesên serlêdan kirin dê herî dereng 14.03.2019ê de bên agahdar kirin. Akademî bêpere ye Ew kesên birêkûpêk beşdarî …

  • 13 Adar

    Romana “Tenêtiya Sedsalî” dibe rêzefîlm

    Berhema navdar “Tenêtiya Sedsalî” ya Nivîskar û Rojnamevanê Kolomboyayî Gabriel Garcia Marquez’ê ji aliyê Netflix dibe rêzefîlm. Platforma temaşekirina fîlm û rêzefîlman Netflix mafên weşana Romana “Tenêtiya Sedsalî” bikirine û ji bo kişandina rêzefîlmê amadehiyan dest pê kirin. Li gorî nûçeya malpera Sputnikê, navê rêzêfîlmê, dê “One Hundred Years of Solitude” bibe, zimanê wî weke Îspanî û beşeke mezin ê …

  • 13 Adar

    Şîroveya Mîrzayê Piçûk

    Silav hevalên hêja! Di vê parvekirina xwe de şîrove û danasîna pirtûka “Mîrzayê Piçûk” a bi Kurdî dê bikim. A rast heya vê demê piraniya we dibe ku ev pirtûk xwendibin, lê di vê nêrînê de me ku bi zimanê Kurdî ewqasan nexwendibin. Dîsa dibe ku pirtûka Mîrzayê Piçûk ku li gorî hin kesan pirtûkek ji bo zarokan e û …

  • 12 Adar

    Qamişlo.. Hêlîna Min!

    – 1 – Qamişlo, Hêlîna min! Pêwîste bilivim pêş, rê dirêje.. oxir dijwar û çetîne, çend qonax mane, pêwîste em wan jî derbas bikin, berî xilmaşî û razanê.. Qamişlo! Dergehên benderan qepitandîne û kilîtê nadin bê temen.. Pêlên deryayê, dergehê rojên te vedikin û te dispêrin bahozê.. Tu bi tena xwe li ser pişta ba û babîsolkan siwar bûye û …

  • 12 Adar

    Pirtûka “Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd” hate weşandin!

    Pirtûka “Kürd Kadınları Teâli Cemiyeti (1919)” ku ji aliyê Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Rohat Alakomê re hatibû amadekirin, ji Weşanên Avestayê derket!. Lêkolîna “Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd”, behsa dîroka Komeleya Jinên Kurd ên li bajarê Stenbolê dijîn ve dike. Li Stenbolê di dîroka 15’ê meha Adarê de, panêlek bi sernavê “”Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd” dê bê lidarxistin. Di …

  • 12 Adar

    Çima?

    – Gelek WEŞANGERên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek NIVÎSKARên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek XWENDEKARên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek ROJNAMEGERên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek AKTIVÎSTÊN XEBATA KURDÎ berhemên bi kurdî naxwînin. Ez dikarin vê lîsteyê hê gelek dirêj bikim. Li cihekî wekî Stenbolê, kovarek, pirtûkek tenê 8 heb were firotin, …

  • 11 Adar

    Hin Rêbazên Ji Bo Xebatê -2

    *Bila xebata te biberdewan û birêkûpêk be. Her roj di heman demê de dest bi xebata xwe bike. Navberên dûr û dirêj nede xebata xwe. Heke ne nexweş bî û zêde ne westiyayî bî di rojên betlaneyan de jî bixebite. Ji bo xebata te sedem navberê belawela nebe û ji bo tu ji xebatê aciz nebî hindik be jî teqez …

  • 11 Adar

    Reng – Helbeste Zarokan

    Hebû çûkekî rengîn Çûk ji ber bibûn xemgîn Ê te rengên te pir in Keskesor e difirin Hinek  ji me regek in Hinek ji me belek in Em ê ji war ê te herin Em şerm dikin bifirin Çûk ê rengîn gote wan Cudahî ne bi rengan Per û baskên min hene Wek per û baskên we ne Nav ê …

  • 11 Adar

    Hinek kurmancên me qaydeyên sîstemîk yên kurmancî xira dikin

    Hinek kurmancên me qaydeyên sîstemîk yên kurmancî xira dikin. Mesela, Rênas Jiyanî gotiye “Xwedê û wext xelet hatiYe xitimkirin.” Li gorî qeydeyên kurmancî (zazakî jî her wisa) fiîl li gorî xisûsîyeta obje yan subjeya ku lê tesîr dike tê kişandin. Bo nimûne, kurmanc dibêjin “Ga hatiYe dizîn. Bizin hatiYe dizîn.” Lê eger ji yekî zêde bin, hingê dibêjin “Ga û …

  • 11 Adar

    Hin Rêbazên Ji Bo Xebatê -1

    Her pîşe di nava xwe de xwediyê hinek rê û rêbazên xebatê ne. Rê û rêbazên xebata her pîşeyê ji hev cihê ne. Van rêbazan xwediyên wan pîşeyan çêtir dizanin lê belê ji bo jiyana xebatê hinek rê û rêbaz jî hene ku bi giştî ne. Yanê ji bo xebatekê na lê bi gelemperî ji bo xebatên pîşeyan girîng in. …