Pirtûka “Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd” hate weşandin!

Pirtûka “Kürd Kadınları Teâli Cemiyeti (1919)” ku ji aliyê Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Rohat Alakomê re hatibû amadekirin, ji Weşanên Avestayê derket!. Lêkolîna “Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd”, behsa dîroka Komeleya Jinên Kurd ên li bajarê Stenbolê dijîn ve dike.

Li Stenbolê di dîroka 15’ê meha Adarê de, panêlek bi sernavê “”Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd” dê bê lidarxistin. Di panêlê de; Rohat Alakom, Gulhan Balsoy, Zehra Ayman û Bulent Bilmez weke axivker dê biaxivin.

Panêla “Cemiyeta Bilind a Jinên Kurd 100 salî ye”, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Koma Xebatê ya Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bîlgiyê ve tê amadekirin û di demjimêra 17:00’ê de destpê bike.

Çavkaniya Wêneyan: Ji Rûpela Medyaya Civakî ya Weşanên Avesta

Nûçe: Rûmet Med

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *