Romana “Tenêtiya Sedsalî” dibe rêzefîlm

Berhema navdar “Tenêtiya Sedsalî” ya Nivîskar û Rojnamevanê Kolomboyayî Gabriel Garcia Marquez’ê ji aliyê Netflix dibe rêzefîlm.

Platforma temaşekirina fîlm û rêzefîlman Netflix mafên weşana Romana “Tenêtiya Sedsalî” bikirine û ji bo kişandina rêzefîlmê amadehiyan dest pê kirin.

Li gorî nûçeya malpera Sputnikê, navê rêzêfîlmê, dê “One Hundred Years of Solitude” bibe, zimanê wî weke Îspanî û beşeke mezin ê rêzefîlmê jî dê li welatê Kolombiyayê bê kişandin. Kurên Marquez’ê Rodrigo Garcia û Gonzalo Garcia Barcha dê di rêzêfîlmê de bibin serçêker.

Nivîskar û Wêjekarê navdar ê cîhanê Gabriel Garcia Marquez di meha Avrêla sala 2014’ê de jiyana xwe ji dest dabû. Nivîskarê mezin, di sala 1972’ê de Xelata Wêje ya Navnetewiya Neustadt’ê û di sala 1982’ê de Xelata Nobel ya Wêje, wergirtin.

Romana “Tenêtiya Sedsalî” li ser xwendevanên wêjê bandoreke mezin afirandin û berhema sereke ya Gabriel Garcia Marquez’ê, ji sala 1967’ê ve heta niha li cîhanê zêdetîrî 50 mîlyon firotin û pirtûkên din ên nivîskarê li ser cîhanê ji gelek zimanan ve hate wergerandin.

Nûçe: Rûmet Med

Etîket: Medya, Polylang KMR, Rêzefîlm

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle