Şîroveya Mîrzayê Piçûk

Silav hevalên hêja!
Di vê parvekirina xwe de şîrove û danasîna pirtûka “Mîrzayê Piçûk” a bi Kurdî dê bikim. A rast heya vê demê piraniya we dibe ku ev pirtûk xwendibin, lê di vê nêrînê de me ku bi zimanê Kurdî ewqasan nexwendibin. Dîsa dibe ku pirtûka Mîrzayê Piçûk ku li gorî hin kesan pirtûkek ji bo zarokan e û li gorî wan e. Lê di rastiyê de ew ne ji bo piçûkan hatiye nivîsandin, ew bi taybetî ji bo mezinan hatiye nivîsandin. Romaneke piçûk ji bo mezinan e.

Antoine de Saint-Exupery, di sala 1943 an de ev pirtûk bi zimanê Fransî li pênûsê xistiye. Pêşiyê de pirtûkek nêzî bi 1000 rûpelan bûye lê piştre bi daxwazê weşanxaneyê pirtûk kin bûye û hatiye şeklê xwe yê îro. Ev jî derheqê nivîskar de tiştekî balkêş e ku nivîskarê me balafirvan e û di vê pirtûkê de hûrgiliyen ku cih daye piraniya wan sitavek ji jiyana wî ye.

Pirtûk xwediyê hûrgiliyên otobiyografîk e. Gava cara yekem ku min ev pirtûk xwend û xelas kir, ez negihîştibûm peyamên ku di pirtûkê de ne. Îro cara çarem e ku min “Mîrzayê Piçûk” qedandiye û belkî îro hê nû gihiştime wan peyamên pirtûkê. Li gorî min divê her mezin di salê herî kêm carek bixwîne û ji ders û peyamên ku di pirtûkê de ne sûd bigire.

Ev pirtûka Mîrzayê Piçûk ku li seranserê dinyayê de ji 140 milyon bêtir hatiye firotin, ji bo xwendevanan tijî dersên mezinbûnê ne. Pirtûk ji bo zarokan tenê “Çawa dibe ku mezin bibin? ” hîn nake, ji bo mezinan jî “Çawa dibe ku mezinek baş bibin?” bibîr dixe.

Çîroka Mîrzayê Piçûk bi kurtasî ev e ku Mîrzayê Piçûk, zarokeke di gerestêreke piçûk de bi gula xwe tenê dijî. Rojek dixwaze biçe gerestêrên din kefş bike û gula xwe tenê dihêle û bi rêyan dikeve, rêwîtîkek dike. Lê ji vê rêwîtiyê tişta ku balê dikşîne “mezinbûn” e. Tişteke dî jî bi çavê Mîrzayê Piçûk ku em tê digihîjin heye, dema însan mezin dibin ji nirxên xwe yên însanî û binyadî ve dûr dikevin heya dejenere jî dibin.

Taybetiya herî diyar a Mîrzayê Piçûk ew e ku li hemberî pirsên ku ji wî tê pirs kirin bi pirsan bersiv didin û bêyî ku bersiva pirsên xwe bistîne, pirsên wî duberekirin e. Geresterên ku Mîrzayê Piçûk lê geriyaye 6 heb bûn. Ew her geresterên ku jê tê behskirin a rast aîdî kesayeteke cuda ne. Yanî her gerestêr miroveke cuda temsîl dike.

Li her gerestêrên ku serî lê daye rastî miroveke tenê hatiye, helbet ev jî xwedî wateyek e. Ji tu gerestêrê kêfxweş neçûye da ku gihaye gerestêra heftem, Dinya. Şah, Karferma, Hunermend, Serxweş, Ronikerê Çirayan, Coxrafyanas û di dawiyê de dostên ku ji xwe re çêkirine, Dinya.

Pirtûk; Pirtukek zirav û kin e. Di çanda popûler de ku sedema îkonbûna wê jî belkî ew e ku Mîrzayê Piçûk bixwe jî aliyê nivîskarê xwe bi imajeke hatiye şeklkirin. Wêneyên pirtûkê bixwe jî aliyê nivîskar hatiye çêkirin. Ristikên, fîgurên, defterên Mîrzayê Piçûk… Li her dikanên hediyefiroş miheqeq rastî fîgura Mîrzayê Piçûk tên. Divê ku di çanda popûler de fîgurbûna Mîrzayê Piçûk bêjim.

Rexne: Wergera pirtûkê ne xirab bû lê ji aliyê çend xeletiyên rastnivîsê fêhmkirin dijwar dikir. (Lê helbet di hin cihan de)
“Ez vê yekê dibêjim ji ber ku ez naxwazim ku yek bi çavekî piçûk li pirtûka min binêre. Ez bi vegotina van bîranînan gelekî xemgîn dibim. Ev şeş sal in ku bi berxê re çûye. Eger ez anuha dixwazim salixdaeê wî bidim, ez vê yekê dikim da ku ezz wî ji bîr nekim. Ew tiştekî xembar e ku mirov dostekî xwe ji bîr bike. Her kes ne xwedî dost û heval e. Ez jî rojekê dikarim bibim wek mirovên mezin ên ku tenê guh didin hejmaran. ”
ANTOINE DE SAINT-EXUPÉRY

Min xwest ji pirtûka Mîrzayê Piçûk çend jêgiranên ku ji wan hez dikim bi we re parve bikim.

Ji milyonên salan ve gul stiriyan çêdikin. Ji milyonên salan ve berx legel hebûna stiriyan gulan dixwin. Ma ne tiştekî cidî ye ku mirov bixwaze bizane çima gul ewqas xwe diêşînin da ku wan stiriyên bêkêr çêbikin? Ma şerê di navbera gulu berxan de ne girîng e? Ma ew jî berhevkirinên mirovê sor î qelew ne cidîtir e? R. 29/Mîrzayê Piçûk

Mîrzayê Piçûk:
– Ka insan li ku derê ne? Mirov li sehrayê hinekî bi tenê ye…
Mar got:
– Li ba însanan jî mirov bi tenê ye. R. 62/Mîrzayê Piçûk

Eger, wek numûne, tu saet çarê piştî nîvro bêyî, ez ê ji seat sisêyan de dest pê bikim xwe kêfxweş bibînim. Her ku saet nêzîktir bibe, ez ê jî weha xwe bêtir xweşbext bibînim. Saet çar, ez ê di nava xwe de bikelim û pirsan ji xwe bikim; ez ê weha ji rûmeta bextewarîyê nas bikim! Lê eger tu di çi wextî de bêyî, ez ê nizanibim kîjan saetê dilê xwe ji dîtinê re amade bikim… Rêzik û ayîn ji me re divên. R. 72/Mîrzayê Piçûk

Rast e ku hûn xweşik in, lê hûn vala ne. Mirov nikare xwe ji bo we bide kuştin. Gula min ji bo rewiyekî wek hemû rêwiyan, ê helbet guleke wek we be. Lê ew bi tena serê xwe ji we hemûyan çêtir e ji ber ku min ew bi destên xwe av daye. Ew birûmetir e ji ber ku min ew xist bin camê û min ew bi parawanê parast. Min ji bo wê kurmok kuştin. Min lê guhdarî kir gava wê gazinên xwe kirin an pesnên xwe dan an jî gava hinek caran ew bêdeng ma. Ma ne ew gula min e? R. 76/Mîrzayê Piçûk

Va ye sirr û raza min, ew bi xwe gelekî sade ye: mirov tenê bi dilê xwe dikare baş tiştan bibîne. Tiştên serekî bi çavan nayê dîtin. R. 76/Mîrzayê Piçûk

Rovî got:
– Mirovan ev rastiya hanê ji bîr kirine. Lê nabe ku tu wê ji bîr bikî. Gava tu yekî kedi dikî, tu heta roja qiyametê berpirsyarê wî yî. Tu berpirsyarê gula xwe yî… R. 77/Mîrzayê Piçûk

– Tiştê ku dihêle sehra xweşik be, ew e ku li derekê ji derên wê bîreke veşartî heye…
– Erê rast e. Çi di xanî de, çi li ser stêran, an jî çi li sehrayê, tiştên ku wan weha xweşik dikin bi çavan nayên dîtin! R. 82/Mîrzayê Piçûk

Mîrzayê Piçûk got:
– Mirovên gerestêra te pênc hezar gulan di bexçeyekî de diçînin û ew tiştê ku lê digerin wî bexçeyî de nabînin…
Min vegerand:
– Na ew wî nabînin…
– Lê belê tiştê ku ew lê digerin dikare tenê di gulekê de an di qurteke av de peyda bibe.
Min vegerand:
– Helbet!
Û Mîrzayê Piçûk domand:
– Lê çav kor in. Gerek mirov bi dilê xwe bigere.  R. 84-85/Mîrzayê Piçûk

Lê eger hemû stêr ji bo her kesî bêdeng in, ew ê ji bo te ne wek tukesî bin…. R. 91/Mîrzayê Piçûk

 

Navê Pirtûkê: MÎRZAYÊ PIÇÛK

Nivîskar: ANTOINE DE SAINT-EXUPERY

Weşanxane: AVESTA

Hejmara Rûpelên Wê: 99

Puan: 8/10

@pirtukbihust (Lavîn)

Li ser înstegramê rûpela pirtûkan e

Derbar Çand Name

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply