Hin Rêbazên Ji Bo Xebatê -2

*Bila xebata te biberdewan û birêkûpêk be. Her roj di heman demê de dest bi xebata xwe bike. Navberên dûr û dirêj nede xebata xwe. Heke ne nexweş bî û zêde ne westiyayî bî di rojên betlaneyan de jî bixebite. Ji bo xebata te sedem navberê belawela nebe û ji bo tu ji xebatê aciz nebî hindik be jî teqez tiştekî bike.
*Heke tu ji karekî zêde biwestî, karê xwe biguhere yan jî hêza xwe ya xebatê kêm bike lê belê ji bo bêhnvedanê wextê xwe pûç neke.
*Zêde bifikire. Ji bîr neke ku xebat tenê ne tevger e û tenê ne xwendin û nivisandine jî. Kesê ku difikire ji gelek kesan bêhtir dixebite. Ji ber ku xebateke cidîtir dike.
*Xebata xwe li gorî dema ku tu li ser sekinî nepîve. Yanê nebêje, ez ewqas seet xebitîm wê têra min bike û ez ê biserbikevim. Encama xebata xwe û asta hînbûna xwe binêre. Ji bîr neke, xebata bikêr ne dem derbaskirin e.
*Ji bo xebatên fikrî, di rojê de û di heman deman de sê çar (3-4) seet xebata birêkûpêk hebe bes e.
*Dema te dest bi xebatekê kir nelezîne. Nebêje ez ê lez bi lez biqedînim. Sebir bike û bi rêbazên rast bixebite. Sekan be û bi xwe bawer be û ji jîrbûna xwe bawer bike. Xebatên xwe hindo hindo bimihilîne û baş fêm bike. Bêguman tu yê biserbikevî.
*Di xebata xwe de û di dersên xwe de tu caran mijaran û xebatan piçûk nebîne. Nebêje jixwe ev kêrî min nayên. Tu nizanî ka kîjan xal û mijar wê kêrî te bên. Carinan mirov ji tiştên ku girîngî pê nade zirarên mezin dibîne.
*Dema şev bikevî nav livînan wê roja xwe bîne ber çavên xwe û ji xwe bipirse ka te ew roj çi kiriye û biryar bide ka tu yê sibê çi bikî. Heya biryara xwe nedî ranezê.
*Her roj ji berhemeke li gorî te hêja herî kêm 5-6 malperan bi deng bixwîne. Dê wisa xwendin û axaftin te jî pêş bikeve.
*Gava ku rastî hinek gotinên xweş û bi wate hatî, wan jiber bike. Dê wisa hem peyvên ku tu dizanî zêde bibin û hem jî wê hişê te xurt bibe.
*Dema te mijareke pirtûka xwe qedand bi kurtasî nîşe bigire ku mijar bêhtir di hişê te de bimîne.
*Tiştên, mijarên ku tu fêr bûyî ji hevalên xwe re bêje û bi hev re li ser biaxivin û gotûbêj bike. Bi vî awayî wê ev mijar bimihile û bêhtir di hişê te de bi cih bibe û mejiyê te wê xweştir bixebite, hem wê axaftina te wê pêş bikeve û tu yê bêhtir bikaribî fikrên xwe bînî ziman.
*Bala xwe bidê! Bila gotinên te û nivîsên te kurt û zelal û bi wate bin.
*Ku tu li derekê rastî nivîseke xweş yan fikreke nûjen hatî nîşe bigire ku paşê tu bixwazî xebatekê bikî kêrî te bên.
*Ku bixwazî li ser mijarekê nivîsekê binivsînî yan xebatekî bikî, pêşîn berhemên li ser wê mijarê bikole, bibîne û bixwîne. Heke ku wisa nekî tu yê bi şaşî tiştên ku berê gelek kesan li ser nivisandine dubare bikî û binivsînî.
*Dema xebatê ya bikêr li gorî her kesî diguhere. Ev yek li gorî kesayeta mirovan diguhere. Dibe ku sibê zû be, dibe ku bi rojê be û dibe ku bi nîvê şevê be. Xwe nas bike û bizanibe ka dema xebata te ya bikêr kîngê ye û li gorî wê bixebite. Nexwe tu yê bi seetan bixebitî lê dîsa jî tiştekî li ser tiştekî nexî. Ji bîr neke ya girîng ne xebata bi rojan e, ya girîng xebata bikêr û bixêr e.
Tu kes bê ked û bê xweydan biserneketiye. Heke bixwazî biserbikevî divê awayekî birêkûpêk bixebitî.
Her serkeftî bî.
Zîndewerzan Zelal Kurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Şiroveyek

  1. Selami Doğan

    Sihet xweş bî, bi rastî mijarek gelek hessas û bi mefa ye mijara xebatê çiqas bi rêbaz û bi ûsil be ew ê bi xêrtir be…her hebî Mamoste Zelal malî ava bî mi ji nivîsa te sûdek baş wergirt destê te derdan nebînin.

Leave a Reply