Çima?

– Gelek WEŞANGERên me berhemên bi kurdî naxwînin.
– Gelek NIVÎSKARên me berhemên bi kurdî naxwînin.
– Gelek XWENDEKARên me berhemên bi kurdî naxwînin.
– Gelek ROJNAMEGERên me berhemên bi kurdî naxwînin.
– Gelek AKTIVÎSTÊN XEBATA KURDÎ berhemên bi kurdî naxwînin.
Ez dikarin vê lîsteyê hê gelek dirêj bikim.
Li cihekî wekî Stenbolê, kovarek, pirtûkek tenê 8 heb were firotin, ev yek ji bo min ne hejmareke normal e.

Ev gotinên li jor aîdê rojnamevanê kurd Davut Ozalp e. Ew ji kurdî hez dike û bi kurdî dinivîse. Wî weke rojnamevanekî lêkolaye û gihîştiye vê encamê; nivîskar, weşanger, rojnameger û rewşenbîrên kurd bi kurdî naxwînin. Ev rastiya destnîşana rewşê ye û wehaye. Ez dikarim bibêjim ku gelek nivîskarên kurd hene ku wan yek pirtûkeke min jî nexwendine? Û herweha pirtûkên gelek nivîskarên kurd ên din jî nexwendine.

Çima nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin? Bi min jî ev mijareke girîng e û divê mirov li hember vê rewşê bêdeng nemîne, reaksiyon nîşan bide û mijarê şîrove bike û nivîsên rexneyî binivîse.

Welatê kurdan hatiye dagirkirin û ji alî dagirkeran ve psîkolojiya xwebiçûkbûnê di nav civaka kurd de hatiye belavkirin. Hinek rewşenbîr û nivîskarên kurd jî li pêşberê ronakbîr û nivîskarên netewa serdest û yên cîhanê xwe biçûk dibînin. Ew berhemên kurdî qels û tewş dibînin, heta yekî rexnekuj bi gotinên heqaretwarî bi şêweya rexneyeke beredayî li berhemên kurdî dinêre û bi helwesteke negatîv li pirtûkên kurdî dinêre û herweha hinek kesên nezan ku xwe zaniyar dibînin, pirtûkên kurdî hêjayê xwendinê nabînin. Divê kurd ji psîkolojiya xwebiçûkbûnê xilas bibin û li hêjayiyên xwe xwedî derkevin.

Berhemên kurdî hêjayiyên edebiyata kurdî ne. Kurd li hêjayiyên xwe xwedî dernakevin. Dibêjin giyayê hewşê tehl e. Kurd hevûdu naecibînin. Ew qîmet û rûmet didine kesên ji xelkê din, lêbelê nadine hevûdu. Lewre jî rewşenbîr û nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin.

Belê, nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin, li ser pirtûkên hev nivîsên danasînê, analîzê, nirxandinê nanivîsin. Hinek jê bi nivîskî di derbarê pirtûka yekê de nanivîsin, lêbelê bi gotin di derheqê pirtûkê de gelek paşgotinî dikin.

Helbet ji gotina nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin qesta min ne hemû nivîskarên kurd in. Di nav nivîskarên kurd de yên ku gelek pirtûkên kurdî dixwînin hene. Çend nivîskarên kurd , ku di nav wan de du nivîskarên jin jî hene, ji xwe ji xeynê pirtûkên kurdî pirtûkên tirkî qet naxwînin. Ez bi xwe çi pirtûkeke kurdî derdikeve, dikirim û dixwînim. Min li ser gelek pirtûkên helbestan, roman û kurteçîrokên kurdî nivîsên danasînê û nirxandinê nivîsiye. Yek kurdek nivîskar nikare bibêje ku ”min bi kurdî pirtûk weşand û Lokman Polat pirtûka min nexwend.” Lêbelê, ez dikarim bi dehan nav bidim ku wan yek pirtûkek min jî nexwendine. Nexwendina wan ji nivîskariya min tişteke kêm nake, lê halê wan ê nebaş, rewş û sewiya wan nîşan dide.

Çil – 40 – endamên ”Komela Nivîskarên Kurd li Swêd” , şêst – 60 – endamên ”Komela Nivîskarên Kurd li Amedê” , pênce – 50 – endamên ”PENa Kurd li Almanyayê” dike sedûpênce – 150 – û bi hindikayî 50 nivîskar jî neendamê tu komelan in, dike 200 nivîskar. Heryekê pirtûkek yan kovareke kurdî bikirin, dused -200- pirtûk tê firotin. Li ewropayê û li Tirkiye û Kurdistanê bi sedan komeleyên xêzikî, kulturî û rêxistinên sivîl yên civakî hene. Heryek pirtûkeke . kovareke kurdî bikire, bi sedan kovar û pirtûkên kurdî dê bêne firotin.

Lêbelê, ne rewşenbîr û nivîskar, ne komele û saziyên çandî pirtûkên kurdî nakirin û birêvebirên wan jî naxwînin. Helbet dê rewş her tim weha nebe. Helbet dê rewşa hanê bê guhertin û di pêşerojê de dê pirtûkên kurdî bêne firotin û xwendin.

Têbinî : Min vê nivîsê ji zû ve nivîsîbû. Min wê li malpereke kurdî weşandibû yan na, nayê bîra min.
Ez dîxwazim wê carek din pêşkêşê xwendevanên kurd bikim.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply