Zivîstan û Bihar…

Rojên mehên yên demsala payîzê xilas bûn. Her çiqas ku li gorî salnameyê nebî ji, payîz li wan deran zû derbas dibe. Ronahî û bêhnên roj ên demsala biharê vî bajarê de ew qasî xweş e ku cîyek wekî bihuşta ji rûyê erdê de ye û hewaya vê emrê jiyana mirova dirêj dike. Havîn ji, jixwe demsalek di navbera bihar û payîzê de ye. Bêhna reng û dengên demsala zivîstanê ji çiya û zozanan re hatiye.

Zivîstan, rûyê sirîtîya xwe hêdî hêdî nîşan dikir û vê salî ji xuya ye ku rojên vê dijwar û sar dê dom dike. Befr dibare, hebên vê jî erdan dikeve û dahatina dengê vê tevlihevê bi bayê ye. Dem nêzîkê berê wexta êvarê ye, sankî jî mijekî dibdirej li ser bajarê de digere û jî vî bi rengê xwe pêşandî ye.

Zarokek piçûk, despêka dera jî avahîekî de dixuye, li ser tabûreekî de rûniştî ye, destên wî de sindoka boyaxê, jî serma hewayê de pêlavan boyax dike, piçek pêşîya wî de zaroka keçikek a piçûk destên wê sirî bûye, selpakan difiroş e û ji mirovan re dirêj dike. Zaroka lawek a piçûk jî binî destê wî de kêşan heye û ji dikanan digere. Kalek di tenişta rêkê de sê takara xwe diajo û di nav de tenê poşetan diyar e. Befir her ku diçe zêde dibe, di bajarê de jiyana rojane berdewam dike. Sûka bajarê li gorî roja derbasbûyî qelebalix nîne û bezandina jiyanê dê dewam dike.

Piştî derketina jî şolê, min bi hevalek re jî erdeekî de rûniştîn û diaxivîn. Sobeya di nav jî hundirî germ kirî ye. Axaftina me xweş e, me di nava mijaran de berzê bûyîn e. Piçek dem derbas bû. Hevoka mamosteek min hat bîra min. Gotî bû ku “nivîsên we hebûna we ye, hûn bi nivîsên  xwe re henin” rast gotî bû Mamosteya me, bi rastî ji “nivîsên me jiyana me ne”..

Axaftina di navbera mirovan de li gorî dema berêyê kêm bûye, em di nava çaxek lezê de ne. Bi axaftin, dostanî, xweza, ramanên xweş, piştgirî ve cîhan, cîyekî wekî bihuşt û zelal dibe û hevpeyîvîn, axaftin, pirtûk xwendîn, temaşe kirina fîlman..; çîrokên me yên heyî jê zêdetir dike û jiyan bi wan re rewşek watedar dibe. Mirov bi tenê bi wan re rastîyên jiyanê dibîne û bi xwe rêyek rastî dihilbijêre.

Di dema berê de çîrokên me hebûn, dengbêj, çîrokbêj û stranbêjên me hebûn, Bîranînên ji mezinên me hebûn, me bîrek  civakî ya bihêz hebû, evana tevayî dîrok û paşeroja me ne. Pêşeroja me li ser wan de dişêwîn in. Niha ew tiştên yên xweş hêdî hêdî berzê û dûr dibin. Çand û jiyanên mirovan bi rewşên xwe yên erênî û nêyînî ve tevdeekî de ne. Mirov dixwaze ku rewşên xweş û baş heta dawîya jiyanê berdewam û xwe nû dikin. Lêbelê divê gerek rewşên vî yên nêyînî ji xilas û kêm dibin. Berê her tiştan re, pêşveçûnên ew qasî lez mirova ditirsine. Guherîn û veguherîn zagonên xwezayê jiyanê ne û evana tiştên asayî ne lê belê hemû tiştan wekî avê veguhere. Divê pêwiste ku mirov dijî wan tiştan nêyînî re xwe biparêze.

Pêşveçûnên Teknolojîyê tiştên yên xweş û baş in û mirovan bi pêş bixe. Lêbelê ji alîyekî de jî, bi wateya erênî an ji nêyînî de jî hemû tiştanê bandor dike. Ji ber vê yekê aheng û hevkêşa tiştên pir girîng in. Lewma, mijarên bîra civakî û hişê, bi taybetî mijarên gelek girîng û watedar in. Ne jî bîr kirin û bi bîr anîn pir girîng in û deng û rengên jî rastîyê ne.

Fîlmê yekema ya derhênerê Ceylan Ozgun Ozçelîkê “Şayîş (Kaygı) – 2016” di vê mijarê de fîlmek pir baş e, behsa ku mijarên Bîra Civakî û Hişê dike, pêvajoyên danjîbîrkirî yê de diraweste. Fîlm, bi mijar û ramanên xwe re, meseleyên yên din hemû cîhanê ji baldikişîne û dide fikirandin. Dengek mezin û xurt dijî rewşê danjibîrkirî re derdixe û dengê xwe bilind dike. Bi deng û awazên zimanê rastîyê re bang lê mirovan, canên û xwezayê dike…

Rûmet Med

Wêneyan: Ji Herêma Hewreman

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply