Zimanê kurdî û tenduristî

Dema ez nexweşên xwe re bi zimanê dayikê yê hêja kurdî dipeyivim, ji kêfan çavên wan dibiriqin û bi dilxweşî gazinc û aciziyên xwe, çirok û serpêhatiyên nexweşiya xwe ji min re dibêjin.

Tiştên yekemîn hem taybet in hem jî zehmet in. Bi xêr ezê kêm zêde ji du hefteyan carekê li ser tenduristiyê binivîsim. Loma jî ez naxwazim yekser xwe bavêjim mijake taybet a  tenduristiyê. Hinekî klasîk be jî ezê hinekî qala ziman û tenduristiyê bikim. Bi taybetî  jî zimanê dayikê û tenduristî.

Her mirov wekî endamê nijadekê ji dawa dêya xwe dikeve û tê dinyayê. Bi zimanê dayika xwe çavên xwe vedike. Kurdî jî yek ji wan zimanên qedîm û dewlemend e. Her çiqas ji qonaxên dijwar re derbas bûbe jî bi awayekî hêzdar li ser xwe maye û di her warî de jî weke behreke bêbinî ye û têra her tiştî dike. Bi rastî kurdî û tenduristî jî pir li hev tên. Ez bixwe ji vê pir kêfxweş im û dema ez bi kurdî qala tenduristiyê dikim pir dilşad dibim.

Sağlımızı Bozan Günlük Alışkanlıklar – Adım Sayar

Di tenduristiyê de ciyekî girîng ê zimên heye. Lewre amûra sereke ya ragihandin û têkiliyê ziman e. Dema mirovek bi zimanê dayikê diaxive xwe baştir tîne ziman û hê bêtir dilrehet dibe. Dema em bi nexweş anjî mirovên serdana nexweşxanê kirine re dikevin têkiliyê em vê yekê pir xweş dibînin. Dema bijîşk anku xebatkarên din ên tenduristiyê bi mirovan re bi zimanê wan ê dayikê têkilî datîne ew kes pir kêfxweş dibin û xwe baştir tînin ziman. Ji aliyekî ve jî baweriya mirovan zêdetir bi xebatkaran tê û bêtir bi ya wan dikin. Bi vî awayî jî tedawî û şopandina nexweşan baştir digihêje armanca xwe.

Sağlık

DI NAVEBRA NEXWEŞ Û BIJÎŞK DE PÊWENDIYEK TAYBET ÇÊDIBE

Dema ez bi nexweşên xwe re bi zimanê dayikê yê hêja, kurdî dipeyivim ji kêfan çavên wan dibiriqin û bi dilxweşî gazinc û adiziyên xwe, çirok û serpêhatiyên nexweşiya xwe ji min re dibêjin. Bi vî awayî hewcedarî bi navbeynkar û wergeran re jî namîne û taybeta nexweş xera nabe. Di navbera nexweş û bijîşk de pêwendiyek taybet çêdibe û nexweş bêtir bi ya bijîşk dike. Bi vê re jî em hê bêhtir digihêjin encamên serkeftî.

Ez dixwazim hinekî bi mînakan mijarê şênber bikim. Carekê nexweşek jin bi kurê xwe re hate cem min. Ji ber nexweşiyek jinan a taybet hatibû. Di serî de nizanîbû ez bi kurdî dizanim û ji bo ji min re wergerîne jî gazinên xwe ji kurê xwe re digot. Min bi kurdî bersiva wê dayê û şûnde kurê xwe derxist derve û tiştên ji bo wê taybet in ji min re gotin. Ne wisa bûya ji ber fediyan li cem kurê xwe wê gazinên xwe baş neaniya ziman û ji aliyê tenduristiyê ve dibe ku şaşî çêbibûya.

Sağlık Bakanlığı atama 2021 | Sağlık Bakanlığı 2021 personel ataması ne  zaman yapılacak? - Timeturk Haber

HER TIŞ EV ZIMANE XOCE, TU BI ZIMANÊ ME DIPEYIVÎ

Dîsa carekê ez nexweşxanê polîklînîkê dikim û li nexweşan dinêrim. Apekî  50-60 salî wan hat hundir. Ez bi kurdî pê re peyivîm û min jê pirsî û li wî guhdar kir. Tam min dikira ew muayene bikira ji nişka ve xwe çen kir zimanê xwe. Bi destekî zimanê xwe girtiye û bi tiliya destê din jî zimanê xwe nîşan dide. Ez şaş mam, hinekî bi tirs û ecêbmayî min got apo te xêr e, tu çi dikî? Rabû zimanê xwe berda, spasiya min kir û got “Her tişt ev ziman e xoce, tu bi zimanê me dipeyivî. Em ji hevdu fêm dikin. Ma tiştekî ji vê xweştir heye? Berê me ji ber xwe û zimanê xwe fedî dikir. Îro roj bi saya xwendevanên wekî te em dikarin bi rehetî derdê xwe bibêjin û em bêtir ji zimanê xwe hez dikin. Em ji te razî ne, bila xwedê jî ji te razî be. Bi rastî bi vê yekê ez pir kêfxeş bûm. Mînakên bi vî rengî pir in.

Bi kurdî vegotin û qalkirina tenduristiyê pir hêja ye li gora min. Ji ber ku kurdî rojên pir xerab derbas kirine û sazûmaniyek  bi rêk û pêk jî tune ye, ev girîngî bêtir derdikeve pêş. Bi vê re hem mirovên me yên tenê bi kurdî dizanin di mijarên tenduristiyê de dibin xwedî zanîn û agahî hem jî xort û ciwanên me jî xwe li ser ziman bêtir pêş dixin. Ji aliyê profesiyonelî ve jî em dibînin ku kurdî têra her tiştî dike. Ez bi xwe jî li ser torên civakî bi rêk û pêk bi kurdî xebatên tenduristiyê dikim û parve dikim. Hêvî dikim ev xebat kêrhatî bin û mirov sûdê jê wergirin.

Aile Hekimliği Uygulaması, hastaların aile sağlığı merkezi ve hastane  başvurularını 10 yılda nasıl e | Sağlık Haberleri

DIVÊ MIROV BI SERBILINDÎ XWEDÎ LI KURDÎ DERBIKEVE

Hewce ye tu kes ji ber zimanê xwe şerm û fedî neke. Ev çi ziman dibe bila bibe. Îcar ew ziman kurdî be divê mirov bi serbilindî lê xwedî derkeve. Pêşniyara min him ji bo gel û civakê û him jî ji bo xebatkarên tenduristiyê ew e ku li zimanê xwe xwedî derkevin, bixwînin, binivîsin, kêmaniyên xwe der bibin. Ewê bibînin bê jiyan çi qas xweştir û watedartir dibe.

Herî dawî ez dixwazim bibêjim li ser xêrê be û ji bo fikir û nêrînên hêjayan jî ez amade me. Bi taybetî jî kesên tenduristvan û zimanzan dikarin pêşniyarên xwe bikin ku ez baştir û xweştir xebatên xwe bimeşînim. Ji bo her kesî jiyanek aram û bi tendurist hêvî dikim.

Çavkanî: gazeteduvar.com.tr – Dr. Eser Çetîn – Dr. Pisporê Bijîşkiya Malbatê 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply