Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî dikarin ehlîyeta şofêriyê bistînin. Piştî qerta rûniştinê, belgeya ajotinê yek ji belgeyên herî hewce ye ji bo koçberekî/ê li Ewropayê.
Koçberên kurd ên ku li Almanyayê dijîn di îmtîhanên ehlîyetê yên ku îsal dest pê dikin de ne neçar in ku bi Almanî û bi zimanekî din biaxivin.
Piraniya kesên ku li Ewropayê dijîn û mafê wan ê rûniştinê hene jî li ser wergirtina ehliyeta ajotinê difikirin. Bi rastî, destûrnameya ajotinê bi qasî mafê rûniştinê û peydakirina kar belgeyek girîng e.
Civaka Kurd bi salan e hewl dide
Di van salên dawî de kurdên li Almanyayê ji bo ku bi zimanê xwe yê zikmakî îmtîhanê bidin û ehlîyeta ajotinê bistînin gelek xebitîn.
Di dawiyê de bi piştgiriya Partiya Doza Azad (FDP) ku di hikûmeta niha de cih digire, biryar hat dayîn ku zimanê kurdî jî li îmtîhanên ehlîyetê bê zêdekirin.
Civaka Kurdên Elmanya (Kurdische Gemeinde Deutschland) ji bo biryarê bigire gelek hewl da. Lêbelê, para herî mezin aîdî Tobias Huch, nivîskar û rojnamevanek lêkolîner e ku di vê mijarê de înîsiyatîfê girtiye ser xwe.
Ji Rudawê hat standin