War û Netewe

Warek, ji çand û bîra civakekê serbixwe, erdnîgariyeke yekpare ya bejahî pêktê. Di rastiya xwe de tu war ne parçebare û di nav berdewamiya warbûna gilovera cîhanê de tê pênase kirin. Helbet war tevî hemû razber kirina têgihê ji bîra civakê, cardin jî xwedî wê rewşa taybete ku dinizile hemû raman û kiryarên me. Di polîn kirina şiyanên hişî de jî war yek ji polîna herî sereke tê pejirîn. Ew çax em her çiqas war dikaribin ji bîra xwe razber bikin jî em nikarin bîra xwe ji war razber bikin.  Wê çaxê em dikarin bipirsin; war, netewekê çawa ava dike û rewa bûna wî gelî ya li ser wê axê çawa gengaz dibe?

Weke xwezaya duyem çand, bi tiştên ava kirî – lê ne çêkirî – pêşdikeve. Sedema hemû endazyariyên civakî têkdiçin ev e. Tiştek çêkirî li gel bê ferz kirin gel jî ligel vêya bertekên tund nîşan dide. Çiqas ramaneke tundraw be jî ji bo gel û dorhêla ku wî gelî têde şînbûye, ew raman ger bi rêyên xwezayî û di nav dîsîplînekê de hatibe pêşxistin biserdikeve.

Afirandina netewekê bi du tiştan gengaze; yek jê wareke û li dora wî warî têgihiştineke xwedanî bûnê ye. Ya duyem jî çîrokek – ango bîrdoziyek – ji aliyê gel ve bêpejirîn. Xwedîtiya li ser axê di bingehê xwe de rast dîtina çîrokê û berbelaviya çîrokê nîşan dide. çîrokek çiqas bergehê wê fireh ewqas dikare gel û komên civakê yên din di nav xwe de bihewîne û hewcedariya helandinê nebîne. Mînak çîroka newrozê di bingeha xwe de çîrokek ku Kurda li ser hîmê azadiyê li dor êgir civandiye lê di wê govenda azadiyê de her kes dikare ji xwe re cih bibîne û her kes li dor wî agirî rûnê. Ev netew bûnê ji Kurdayetiyê berbi Kurdistanîbûnê ve berfireh dike û Kurdistan di mêjiyê kêmaran de ji dêwek dibe welatek.

War, bi saya bîrdoziyê -çîrokê- berfireh dibe û ev berfirehbûna ramanî-hizrî, çalakbûnekê bi vê têgihê zêde dike. War, bi welatbûnê dibe rewşeke sekan ango çalak derxîne holê. Welatbûn, bi her awayên gengaz afirandina hişeke hevpar ya di navbera komên civakî de ye. Lê welatbûn, bê bîrdoziyeke hevpar negengaze tevî ku bi welatbûnê re gengaziyên pirhêlî yên nû ji bo bîrdoziyan dertên holê jî.

Qonax bi qonax war di çandê de wateyan diguherîne. Ji hevpariyê dibe bibe warên êş û janên girseyî û heya nefrî kirina wî warî-welatî. Lê dawiya dawî em rastî lehengek ku kes zûbizû behsa wan nake tên; rewşenbîr. Çawa bi gotina Rênas Jiyan herbek dikare milletekê ava bike bi vî rengî rewşenbîrek dikare welateke seranser biwate û bi çekên rewşenbîrî-civakî çekdar kirî ava bike.

Sazgêriya rêvebirina yekwelat û yeknetew, waran dihelîne ango wan ji hev parçe dike û armanc ew e ku waran ji piraniyê daxe yekê. Lê yek dibe pirr be û pirr jî yek be. Di yekkirineke çêkirî de bîra civakî derb dixwe û vê rewşê napejirîne. War jî mîna civakan diguherin û rûçikên nû digrin. Lê van rûçikan bi xwezaya xwe ya duyem em li waran dikin û waran li gor dilê xwe direqisînin. War sekane lê welat nesekane, çalake, diguhere û diguherîne. Di encamê de war çawa yekpare be em jî wiha pirparî ne.  Divê em welatên xwe yên li gor vê rêgezê ava bikin.

 

Şaxweşîn Arya

 

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply