Victor Hugo Nasbikin

Victor Hugo helbestvan, şanonivîs û romannivîsê romantîk ê Fransiz e, di 26ê sibata 1802an de li Besançonê ji dayik bûye û di 22yê gulana 1885an de li Parîsê miriye. Ew yek ji girîngtirîn nivîskarên zimanê Fransizî tê hesibandin. Di heman demê de ew kesayetiyeke siyasî û rewşenbîrekî dilsoz e, ku di sedsala 19an de roleke mezin di pêşketina civatê de lîstiye.

Victor Hugo di sedsala 19an de, di babet û warên cihê yên berbiçavên dîroka wêjeya Fransî de cîhekî girîng digire. Ew helbestvanekî lîrîk e, ku bi berhevokên mîna Odes et Ballades (1826), Les Feuilles d’automne (1831) an Les Contemplations (1856) tê naskirin. Lê di heman demê de ew helbestvanekî ku li dijî Napoleonê III-yê, di Les Châtiments (1853) de em vê dibînin an jî bi La Légende des siècles (1859 û 1877) helbestvanekî epîk e, destan nivîs e.

Ew di heman demê de romannivîsekî gelêrî bû, ku serketineke mezin bi Notre-Dame de Paris (1831), û hîn bêtir bi Les Misérables (1862) bi dest xist. Di warê şanoyê de, wî teoriya xwe ya drama romantîk di pêşgotina xwe ya ji bo Cromwellê di 1827 de pêşkêş kir û ew bi giranî bi Hernani di 1830 de û Ruy Blas di 1838 de, her weha bi Lucrèce Borgia û Le Roi s’amuse jî nexişandiye.

Berhemên wî yên pirjimar di heman demê de axaftinên wî yên siyasî yên li Senatoya wê demê, Meclîsa Damezrêner û Meclîsa Zagonsaz, nemaze li ser cezayê mirinê, dibistan an Ewropa, çîrokên rêwîtiyê (Le Rhin, 1842, an Choses vues, posthumes, 1887 û 1890), û nameyên wî yên bêjimar jî digrin nav xwe.

Victor Hugo bi xurtî beşdarî nûkirina helbest û şanoyê bûye. Hemdemên wî heyranê wî bûn û hîn jî wiha ne, lê ew ji hêla hin nivîskarên nûjen ve jî hate îhmal kirin. Vê yekê di heman demê de derfet da gelek nifşan ku li ser helwesta nivîskarî ya di warê jiyana siyasî û civatî de bifikirin ku di bîst salên Împaratoriya Duyemîn de, ew ji ber gelek helwestên wî mehkûmî sirgûnê kirin.

Tercîhên wî, çi exlaqî çi jî siyasî, bi dirêjiya beşa duyemîn a jiyana wî, û xebata wî ya awarte, ew kirin kesayetiyeke sembolîk, ku Komara Sêyem ew bi merasîmeke neteweyî rûmetdar kir, û piştî mirina wî bi deh rojan, di hezîrana 1885ê de, refeqeta veguhestina termê wî ya Panthéonê li Parîsê kir.

Yaqup Kandemîr

Kovara Nûbiharê hejmara 161, r. 44

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply