“Tofan”a Hesenê Metê

Mîhrîcana deng û rengan

Hesenê Metê (1957-) nêzîkî bîst salî ye li dîasporayê bi novelên xwe edebîyata kurdî dewlemend kirîye. Em dê hewl bidin bê Hesenê Metê di novela xwe Tofanê da bi vegêraneke çawa tofana di mejîyê xwe da ji xwînerên xwe ra vegotîye?

Naveroka Tofanê, jîyana kurdan a bi êş û azar e ku bi hezar salan dest ji paxila kurdan bernedaye. Di Tofanê da vebêj, gelek in ango ev novel, çîrokeke karnaval e. Her vebêj, li gorî ruhîyet, perwerde, dem, temen û perspektîfa jîyana xwe çîrokê ji me ra vedibêje. Nivîskar, hemû çîrok ji devê xwe venegotîye.

Çîrok, bi rêya axaftinên dîyalog û monologan ji devê karakterên xwe vegotîye. Ev yek jî vegêrana novelê kirîye vegêraneke karnaval ango pirdengî.

Şer e şîn e şahî ye

Hesenê Metê, bi sê bêjeyên ku kurtedîroka jîyana kurdan e, derîyê gotinê li me vedike û dibêje “Şer e şîn e şahî ye.” Vebêj, atmosfera çîroka xwe, bi mekanê pîroz -turbeya Ehmedê Xanî- li pêşberî me radixe. Şayesa sofiyekî ji her dû çavan kwîr li ber agirekî pîroz li elbanê dixe û pê re diricife, xwîneran yekser ji rastîya jîyanê dûr dixe û vedixwîne atmosfera çîroksazîyê ya novelê. Vebêjê “ez” vî zikrî, wekî “Bi qasî sî û sê silavatên Mihemmedî didome.” (Metê, 2006: 9). teswîr dike û bi saya vê vegêrana sembolîk konteksa naverokê ya îlahî bi hîmekî têkûz datîne.

Ger û geşta cennetê

Bi veciniqîna vebêj, em têdigihêjin ku ev atmosfer, xewnek e. Bi vê xewnê xwîner hîn di destpêkê da bi surprîzeke balkêş ra rû bi rû dimînin û xwe ji lîstikên vegêrîyê yên nivîskar, hinekî din amade dikin. Vebêj-leheng, li mala Sofî Merwan dibe mêvan û ji wî ra behsa Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî dike. Sofî Merwan ku di serî da wek karakterekî pasîf e ji nişka ve dikeve şûna vebêj û çîrokê didomîne lê behsa çîrokeke din dike. Çîroka Şengalîyê Xeybê ku li ber serê gora ezîz a Ehmedê Xanî heft roj û heft şevan nelivîyaye û ji nişka ve wînda bûye. Piştî demeke dirêj derketîye holê û ji Mele Çaro ra behsa xeybê kirîye. Ev behs, ger û geşta cennetê ye. Ji ber ku dibêje ez derketime erşî ala.

Li gor Şengalîyê Xeybê ji Mele Çaro ra gotîye: “De îcar ev rêya jor, rêya erş û ala bi sî û sê asîmanan bi sî û sê qonaxan bûye. (…) Qonaxên bi xweşdengên teyr û tilûrên rengîn hebûn e. Li wan deran horîyan bi laşê ter û pakîze hebûn e.” (Metê, 2006: 13). Ev behsa jorîn, helbestvanê îtalyanî Dante û berhema wî ya navdar Divînîya Comedîa tîne hişê mirov. Ku divê wek têkilîyeke navmetnî (entertextual) bê destnîşankirin.

Fîlozofê elman Hegel jî destnîşan dike ku: “Roman nuweyekî destana modern e.” (Onega – Landa, 2002: 29).

Bêhna neteweperwerîyê

Dîsa Şengaliyê Xeybê, di vê seyrana xwe ya buhuştê da dibîne ku têkilîya Ehmedê Xanî û Xwedê gelekî xurt e. Dibêje ku Xwedê ji Ehmedê Xanî ra gotîye: “Ji te xweş û kêfxweş im, te evîna min di ruh û canê wan xortan da kolaye, te bi aveke zêrîn kirîye rîwayet û te li defteran neqişandîye lê bi kurdî ye” (Ahmedzade, 2011: 46). Bêhna neteweperwerîyê ji van gotînan tê lewra wêje, bî zîman ava dibe û ziman sitûna netewan e. Huxley, di avakirina netewan da girîngîya wêjeyê bi zelalî tîne ziman û îddîa dike ku:

“Romannûs û helbestvan, bi berfirehî îcatkarên netewên xwe ne” (Ahmedzade; 2011: 46).

Pêxemberên ku ji gotinan dipengizin

Hesenê Metê, bi jêderên Tewratê û hin hîkayeyên din teknîka navmetnî baş bi kar anîye. “Nalet li wê rojê ku ez ji dîya xwe bûm ew roja ha pîroz nebe. Nalet li wî kesî kû mizgînî bi bavê min gîhand û jê ra got ji te ra lawek çêbû. (Tewrat: Yeremiya XX :14-15) (Metê, 2006: 19).  Di cîhekî vê monologê da vebêj-leheng, bawerîyek kevn kû ji bo dîroka dînan gelek caran hatîye bikaranîn dûbare dike: “Ez rûpelên pirtûkên pîrozwer tînime ber çavên xwe Ez tîpên nivîsên gotinan davêjime devê xwe û dikim gotin. Dû re ji wan gotinan ez pêxemberan peyda dikim û li ser lingan, li ser çogan silawatan li navê wan direşînim” (Metê, 2006: 20).

Bekoyê Ewan hem wek lehengekî hem jî wek vebêjekî dora gotinê digire. Li mizgeftê bi Sofî Temir ra xwe dide nasîn lê tenê navê xwe dide û dibêje ez ji Cizîra Botan im. Sofî, bawer nake navê wî, Bekir e. Ji ber ku tu kes li vê deverê navê Bekir li zarokên xwe nakin.

Alegorîya sosyo-polîtîk

Bi awayekî alegorîk mirov têdigihêje ku Hesenê Metê, bi rêya Bekoyê Ewan bi qewlê vegêrannasîyê (vegêrê zimnî) rexneyeke xûrt a sîyasî û civakî bi vegêraneke sembolîk -sembolên wê sîyasî- li ber me radixe. Hesenê Metê, di “Labîrenta Cinan” de jî bi kesayetîya Mamoste Kevanot, ji bo xelasbûna kurdan ji cahiltîyê tîpek afirandibû. Di vê romanê da çanda kurdan a jîyana rojane bi berfirehî hatibû nîqaşkirin. Di romanên civakî da çanda civakê wek tabloyeke hunerê tê pêşkêşkirin. Hunera her civakê ji kokên çanda wan û ji rehên kevneşopîya wan ava heyatê vedixwe.

Ev şêwaza vegêranê hinekî dişibe “Utopya”ya George Orwel a 1984a ku ew jî ji serî heta dawî rexneya sîyasî û civakî ye. Balkêş e ku ev utopya George Orwel, utopyayek tirs û xofê bû. Hesenê Metê jî navê romana xwe Tofan danîye û bi maneya xwe ya semîyolojîk ev jî tirs û xofeke mezin di naveroka xwe ya telmîha “Tofana Nebî Nûh” da dihewîne. Kesê ku li çayxaneyê axaftina sîyasî didomîne û dibêje: “Belê min got li ba me jî va ye dest pê kirine îro bi qasî sî û sê libên vê tizbîya han sî û sê minafiqên mîna Ebû Leheb rabûne ji me kêm nabin” (Metê, 2006: 50).  “Bi van gotinên xwe yên dawîn ra ciwamêr bi zirt wê tizbîya reş diavêje ber lingên guhdaran. (Metê, 2006: 50). Tizbîya destê wî camêrî sî û sê lib e, ne nod û neh e. Ev remza piçûk ji bo sekulerbûna civakê bîne ziman fonksîyonel e.

Şêwazeke otantîk û harmonîk

Şêwaza novela Tofanê li gor qaîdeyên çîroksazîyê xeyalî ye.

Ziman herikbar, lihevhatî, otantîk û harmonîk e. Kurmancîyeke ne bi peyvên çêkirî bi gotinên di binehişîya kurdan da cîhekî wan hene hatine hilbijartin. Di naveroka çîrokê da motîfên gelêrî û îlahî bi aheng bênder bûne.

Rêzebûyer, aksîyoneke yekreng derdixe holê. Vebêj -ku di nava çîrokê da her tim diguhere- bi zaneyî xwendevan diewîqîne. (dîstractîon) Di vê çîrokê da hemû vebêj, vebêjên hundirîn in. (homodiegetic narrator) ango bi gotineke din vebêjên xwebixweyî ne. Nivîskar di vegêrana xwe da carinan devok (dîalekt) jî bi kar anîye. Di novelê da li gorî vebêj û çîroka ku vebêj, dibêje demên cihê cihê hatine bi kar anîn. Teknîka “flashback tîme” di vegotina Bekoyê Ewan, di ya Dalyan da zehf hatîye bikaranîn.

Ev novela Hesenê Metê, di wêjeya kurdî da merheleyek hêja ye. Ne tenê di warê vêgêranê da di warê teknîka romanê, bikaranîna qaîdeyên vegêrannasîyê û esasên çîroksazîyê da serkeftinek e ji bo ziman û wêjeya kurdî.

Dr. Roger ACUN

Binêre

📌Roger Acun, Tehlîla Novela Hesenê Metê Tofan Li Gorî Qaîdeyên Vegêrannasîyê, Kadim Hikmet, 95-104, (2022).

📌Haşîm Ahmedzade,. Romana Kurdî û Nasname. Stenbol, Peywend, (2011).

📌Hesenê Metê, Tofan. Stenbol, Avesta, (2006).

📌Sûsana Onega-Jose Angel Garcia Landa, Anlatibilime Giriş, Wergera Tirkî Yurdanûr Salman-Deniz Hakyemez, İstanbul, Adam Yay., (2002).  

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply