Têkiliya Hin Peyvên Kurdî û Akadî

Dostekî hêja gote mi, tu tenê di warekî de binivîsî yê çêtir be. Bi awayek normal, gotina wî li cî ye lê mi jê re go, ez ji bo‚ wî warî‛ bi her warî re, weke xendevanekî, mijûl im, belê ez hewl didim romanan binivîsim lê zimanê pê karê nivîsê dikim, coxrafya wî zimanî, jiyana wî zimanî, tarîx, tarîxa edebî, têkiliyên zimên, welhasilî, çi war û zemînên ku gerek di dibistanan de ez pê perwerde bibûma di wan waran de, aniha, neçar im yek bi yek bixwînim, bo romanûsiyê.

Wextê dixwînim bertekî têne pê; fikrên cuda, pêşniyar, tespît û xalên balkêş dibin mijar, ez hewl didim wan bi nivîsan re par ve bikim da ku ciwan û kesên eleqeder serê xwe pê re biêşînin. Derdê mi ne ew e ez bi nivîsên cuda re nasnameyên cuda bi dest bixim ku bidubareyî dibêjim, hewl didim di warê edebîyata honakî de karê xwe bimeşînim, ger mebest nasname be karê mi romanûsî ye.

Rastiyek din jî ew e bo analîz, şîrove û nirxandina hin rastî û dîtinan, sînorek hişk yê‚ pisporî‛ jî xeletî ye, em bi gazin in ku dîroka me jî ji alî me ve nehatiye nivîsîn, baş e, dema xwendin, analîz û nirxandinan e ku danehevek were pê. Helbet haydar im ku îro ro gellek kesên delal, bi rê û rêbazên ilmî lêkolîn û xebatên hêja dikin. Tê gotin ku ‚çavên edebî‛ bi kitekit û bi detay in, xwendinên edebîyatvanan jî , weke çavên sêyem, belkî bibin sebebê pirsên dîtir.

Mijara vê nivîsê jî warekî pisporî dixwaze, jê re lêkolînên ilmî lazim in; gelo ji bo çi destêwerdana nivîseke wisa? Sebeb, pirs û bersivên dîtir jî hene, bi kurtî, bi bîr dixim sebeb û egera sereke hewla nasîn û têgihiştina Kurdî ye, em hewl didin bi wî zimanî berhemên edebî bisêwirin. Di pêvajoya nivîsînê de melzemeyên esasî peyv in.

Bîrxistin û bîranînên peyvan, rehên wan, mehneyên ew didin der, têkiliya peyvan a bi zimanên dî re, têkiliya peyvan ya bi jiyanê re, rewşa wan a heyî, guherînên di peyvan de hatî pê, bo edebîyatvanekî muhîm in. Ji ber ku em bi zimanê xwe perwerde nebûn di gellek hêlan de valahî û meraq hene. Ew dibin sebeb em bibin xwendevana/ê gellek waran. Helbet di xwendinê de exlebe piştî xwendinê, di nivîsînê de temkîn, hed û baldarî muhîm e çimkî îhtimal e ku meriv wextê hewl dide ‚xan‛ bike, nîyet baş be jî, carna meriv xirab dike! Bi vê baldariyê, mi ‚Büyük Sümerce Sözlük‛ a Nafiz Aydın(Türk Dil Kurumu Yayınları, Ankara, 2013)xwend. Aydin dibêje,‛Akadî wextê hatine Mezopotamyayê kultura Someriyan qebûl kirine.‛ Hin peyvên bi Kurdî ên ku aniha dijîn û ji alî mehneyê ve ez jê bawerim mi xwest ez têkiliya wan peyvan û Akadî bi bîr bixim.

Di heman ferhengê de tê gotin piştî hilweşîna împeratoriya Babîl û Asûriyan hukmê Akadî nemaye ku ew şesid sal beriya zayînê ji sehneya dîrokê dûrketine, ev jî tê wê mehnê ku peyvên li jêr ên bi Kurdî beriya 2630 salî têkiliya wan bi Akadî re hebûye ku heya roja me hatine. Tiştek din a balkêş ew e ku Aydin destnîşan kiriye, di sala 1802 an de, zanyarê Almanî G:F:Grotofend, ji Farisiya kevin sûd wergirtiye bi wê sayê zimanê mixî ku zimanê nivîskî ê Someriye ji nav hev derxistiye. Ev giş bo Kurdî jî bi mehne ne. Mixabin nivîsevaniya me hê nû tê ser hemdê xwe ku me hê BabaTahirê Hemedanî, Vîs û Ramîn û gellek berhemên din jî nenasî ye, têkilî pê re dananiye bi awayek vehewîner, analîtîk û edebî, di qada edebî de ew bi cî nekirine.

Beriya salan bi saya xebateke Selahaddin Mihotulî mi xwendibû, têkilî di navbera gellek peyvên bi Kurdî û zimanê Hititi de jî heye. Ka di zaravayên din ên Kurdî de çiqas peyvên ku têkiliya wan bi zimanên din ên qedîm re heye ew hêjayê lêkolînan e. Warê mi, sînorê xwendina mi û rastiya mi hew peyva ‚têkiliyê‛ dide ber mi, jê pê ve ne tespît ne jî îdayên din li ser min dimînin ku bêjim.

Baş e, ev çima muhîm e; Kurd dibêjin ‚zimanê me dewlemend e‛, ‚mirov diheyirin ku zimanekî ketibe halekî wisa çawa heya niha jiya ye‛, dîsa polemîkên derheq tarîxa Kurdî de jî carna têne rojevê. Kurd bi xwe hin bersivên êdî bûne qalib didin, ‘dengbêjî bû sebeb zimanê me heya roja me were‛, ‚dayikan zimanê me parast‛, ‚rewşa coxrafîk‛ û‚ halê îzolekirî‛< bûn sebeb. Baş e, ev giş jî egerên derveyî zimên in.

Gelo, sebebên ji ziman xwe bidin der nîn in, bi gotineke din, ziman xwe bi xwe neparasti ye? Bersiva pirsên wisa erênî ye çimkî têkiliya Kurdî ya bi zimanên qedîm re, têkiliya Kurdî a bi şaristanî û bawerî û olên coxrafyayê re, têkiliya Kurdî ya bi destan û berên folklorîk û afirîneriyê re gerek were dîtin, dewlemendiya vî zimanî li ser wan têkiliyan were gengêşîn û lêkolînkirin ê ciyê xwe biedilîne. Helbet bandora yasayên vî zimanî jî ne bandoreke ji rêzê ye. Têkiliya peyvên li jêr bo pirs, gengêşî û analîzên cuda weke bîrxistinekê ye.

Peyva bi Akadî ,‛tinûrum‛ bi Tirkî, ‚fırın‛ bi Kurdî, ‚tenûr‛ têra xwe zelal, safî û delîl e bo têkiliyê.

AKADÎ: sürum TIRKÎ: saban izi KURDÎ: şopa ku weke cî pê tê kifşkirin; ‚heya wê surumê
cot bike.
AKADÎ: assakum TIRKÎ: şeytan, cin KURDÎ:sukum, tu li sukumê wî/wê binihêre.
AKADÎ: darûm TIRKÎ: ebedi, sonsuz KURDÎ: ‚Li dara dunyayê‛, qey dar li vir mehneya ebedî ye.
AKADÎ: pû petûm TIRKÎ; ağzını açmak, dudak bükmek. KURDÎ; ‚Çi devûlêvê xwe dibî û tînî, pitepita te ye‛, gelo eleqe heye!
AKADÎ: şabûm TIRKÎ: arzu etmek, istemek KURDÎ: şabûn
AKADÎ: şalûm TIRKÎ:tekstil, dokuma KURDÎ:şal
AKADÎ: hurum TRIKÎ:delik, oyuk, in KURDÎ: ‚Tu çi hurum î‛ kesê wehş, cahil, weke tu ji teze ji şikevtê derketî yî!
AKADÎ:tinûrum TIRKÎ: firin KURDÎ:tenûr
AKADÎ:zamarum TIRKÎ:şarkı, türkü, sevinç çığlığı KURDÎ: zêmar
AKADÎ: sursum TIRKÎ: bir ağaç türü, köknar KURDÎ: ew alavê darinî-textinî ye ku pê dew dihat kilandin.
AKADÎ: kaşum TIRKÎ: tarak KURDÎ: qeşawî, ‚Ga qeşawî bike.‛
AKADÎ: şer TIRKÎ: üzerine KURDÎ: ser
SOMERÎ: gir TIRKÎ: öfke KURDÎ: gir, ‚Te çi girê xwe di mi daye.‛
AKADÎ: inanna TIRKÎ: şimdi, hemen şimdi. KURDÎ: aniha, anha, ana
AKADÎ:sabatûm TIRKÎ ;şubat KURDÎ: sibat
AKADÎ: adarûm TIRKÎ : mart KURDÎ: adar
AKADÎ: nisannum TIRKÎ: nîsan KURDÎ: nîsan
AKADÎ: qutrum TIRKÎ: duman KURDÎ: qurum
AKADÎ: egerrum TIRKÎ: söz, beyanat, ifade,şan ,şöhret KURDÎ: eger
AKADÎ: sarum TIRKÎ: rüzgar, fırtına KURDÎ: sar
AKADÎ: kirşum TIRKÎ: parça, eser, kırıntı, tüfek KURDİ: qirçûm,‛wan qirçûmên li ber pez bigire‛,parçe, qet.
AKADÎ: sarbum TIRKÎ: soğukluk, soğuk KURDÎ: sar, serma.
AKADÎ: dalalum TIRKÎ: övmek, şükretmek KURDÎ: delal
AKADÎ: adarum TIRKÎ: dikenli bir bitki, gül. KURDÎ: Ew mehne dibe ku bo Kurdî jî derbasdar be?
AKADÎ: ziqiqum TIRKÎ: bulaşma KURDÎ: ziqûm; wextê yek ji ber xwarina bêy fesal, bi lez û pir dikuxe, an jî ji zekemê dike pişkînî‚ziqûm, ziqûm‛tê gotin.
AKADÎ: banûm TIRKÎ: iyi, güzel, hayırlı, harika, tatlı, nefis KURDÎ: banû
AKADÎ: labasum TIRKÎ:giymek, giyinmek, sarmak,örtmek, kaplamak KURDÎ: libas
AKADÎ: sehrum TIRKÎ: tütsü, buhur KURDÎ: sêhr
AKADÎ: nirum TRIKÎ: boyunduruk KURDÎ: nîr
AKADÎ: susum TIRKÎ: meyan kökü KURDÎ: sûs

Nîşe:
Îro 15 ê meha 2018 an e, vê nivîsê bo bîranîna Celadet Alî Bedirxan dinivîsim ku wextê navê
wî dibihîzim, pê re, sê têgeh têne bîra mi;‛ziman, hawar, ronahî‛

Nivîs ji pirtûka Cîhan Roj a bi navê ”Edebiyata Moder a Kurdî” hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply