Navenda Lêkolînên Folklora Kurdan (Pêşenivîsar)

Ev nivîs berî niha bi du (niha 9 sal in; edîtor) sala wek pêşnîyar û pêşenivîsar hatîye nivîsandin û bi şaredarîya bajarê mezin û akademîyên li Amedê re hatîye parvekirin. Her çiqas hewldanin hebin jî, mixabin di hundirê du sala de tu bersivên erenî ku mirov ciddî bihesibine nehatine. Ev nivîsa ku bi Tirkî hatibû nivîsandin, ji bo ku ev ‘pirs’ ji hêla gelek kesan ve werê niqaşkirin û li ser axaftin û guftugoyên zêdetir werin kirin hatıye wergerandin[1]. Di nivîsê de hem ji bo wergerê û hem jî ji bo rêziman hinek guhartinên biçûk hatine kirin. Bi zanebûn ev nivîs bi ‘orjînal’tîya xwe hatiye hiştin da hem ji bo niqaşên berfirehtir werin kirin hem jî ji bo bê zanîn ku kesên di vî warî de serê xwe diêşînin hebûn/hene.

***************************************************************************

Îro em dibînin ku kurd bi damezrandina sazîyên xwe di her warî de ber bi sazîbûnê ve dimeşin. Piştî bi destxistina gelek şaredarîyên Heremê îmkan û derfetên vê sazîbûnê ji hêla maddî û manewî de gelek zêde bûne. Di bin banê van şaredarîyan de an jî bi alîkarîya wan gelek navend û komele hatine damezrandin. Ji bilî van gelek komele û navendên din jî hene ku ‘serbixwe’ ne ango ne girêdayî şaredarîyan e û ev tev de wek nîşandarîya sazîbûnê dikare werê ditîn.

Yek ji warê ku gelek sazî hatine damezrandin jî warê ‘çand’ê ye. Wek li jor hatin gotin di bin banê her şaredarîyekê de ‘navenda çand’ê miheqqeq heye û ji bilî yên di bin banê şaredarîyan de jî gelek navendên çand’ê û sazîyên din ne tenê li Kurdistanê lê li cîyê ku kurd dijîn jî hatine damezrandin. Enstîtuya Kurdî, Kurdi-Der, Navenda Çanda Mezopotamya çend mînak ji van in.

Li gel evqas sazî û sazîbunê rastîya ku di vî warî de hîna em li serî ne divê em bi lêv bikin. Bêguman gelek sedemên vê yekê hene. Sedemên civakî, aborî, çandî û politîk hinek ji wan in. Lê sedemeke din heye ku ew jî watedarkirina têgîna çandê ye. Wek mînak em bibêjin, dema mirov li sazîyên ku bi navê ‘çand’ê xizmetê didin dinihêre, dibînê ku bi piranî ev sazî qursên muzîkê, ‘folklor’ê didin û wekî din jî fealîyet û çalakîyên bi vî rengî pêşkêş dikin. Bêguman ev kar tevde bi hest û ramanên ‘netewî’ û bi fedekarîyên gelek mezin tên kirin. Lê dive em bibejin ku ‘kultur’ an jî çand ne muzîk û reqsên gelerî ne. Ev yek me ber bi ‘navenda lêkolînên çandê’ ve dibe[2].

Kultur an jî çand jîyana gel tevde ye. Her tiştên ku mirov li dijî xwezayê hilberandîye. Li gor pênasa wê yan di antropolojî (mirovnasî) de;

“Kultur [çand], tevahîyeke girift e ku zanîn, bawerî, kevneşopî, çalakîyên hunerî, hiqûq, nirxên exlaqî û behre û hînbûnên din ê ku mirov wekî endamê civakê wan bi dest dixe, dihewîne”[3].

Ji ber vê yekê, dikare werê gotin ku mirov di nava çandekê de çavê xwe vedike û ji alîyê vê çandê ve tê şêwandin. Ji alîyên din, mirov bi saya çanda xwe, xwe bi nav dike, wekhevî û cudahîyên xwe dîsa bi rêya çandê saz dike. Ev yek ji bo civakan jî wusa ye. Tiştê ku civakan ji hev cuda dike an jî wan nêzîkê hevudu dike çanda wan an jî ‘şêweya jîyan’a wa ye. ji ber vê yekê jî, bona ku civakekê nas bike, wê bi civakên din ruberî hev bike, wekhevî û cudahîyên wan civakan der bixe dive mirov li çanda wa civakan binihêre. Ji vê derê em dikarin bibejin ku, civaka ku çanda xwe nas neke, fam neke, li ser vê yekê serê xwe neêşîne wê di demeke kin de ‘rastîya’ xwe wunda bike. Ev yek bi sazîbûna civakê ve jî girêdayîye.

Di civakeke ku di her warî de ber bi sazîbûne ve diçe, pirsgirêka çandê jî wek pirsgirêka sazîbûnê derdikeve holê. Çareserî jî bi rêya ‘sazî’yen ‘çand’ê ye. Kultur an jî çand karê wan ‘sazî’ya ye ku di hundirê wan de mirovên di vî warî de xwedî zanîn û pispor û mirovên ku dizanin bê çand çî ye û wê çawa bi zanistî li ser lêkolîn bê kirin hene.

Li vê derê dive bê gotin ku ji bo kurdan jî dema damezrandina ‘navendên lêkolînên çand’a hatîye û bi ser de jî mimkun e ku bê gotin ku di vî warî de kurd gelekî dereng jî mane. Lê belê îro eger kurd dest pê nekin wê sibe derengtirbe. Ji bona vê yekê jî berî her tiştî damezrandina navendeke lêkolînê pewîst xuya dike. Li jêr ji bo vê xebatê çend peşnîyar hene ku li ser gotubej dibe werê kirin.

-Ev navenda ku dikare wek ‘Navenda Lêkolînên Folklor e’, ‘Navenda Lêkolînên Çandê’ an jî ‘Navenda Lêkolînên Çanda Gel’ were binavkirin wê bibe bingeha enstîtuyek ku dikare li ser ‘Folklora Kurda[4]’ lêkolînên akademîk û weşanan akademîk bike.

-Ji bo damezrandina navendeke wusa pêdivî bi mekan, wext û herweha mirovan heye. Lewma;

  1. Ji bo çareserkirina mekan, di destpêkê de mirov dikare di bin banê şaredarîya an jî di bin banê ‘navendê çanda’de wek ‘beş’ekê ava bike. ji bo ‘beş’ek wusa pêdivî bi mirovên li ser ‘çand’ê pispor û mirovên ku xwedî bawerîya bi pêdivîbuna vê ‘babet’ê an jî ‘beş’ê ne heye.
  2. Piştî damezradina ‘beş’ek wusa di bin banê şarederîyan an jî navendên çandê de, tiştê sereke ku dibe werê kirin destpêkirina perwerdehîyê ji bo gihandina ‘Lêkolînerên Folklorê’ ye.

Her çiqasî biryara kesên ku perwerdehîyê bibînin wê ji hêla pisporên ‘beş’ê de werê dayin jî, kesên ku dixwazin beşdarî perwerdehîyê bibin dive bi kemasî hinek şertan jî bênin cih. Ew kes bi kemasi dibe zaningeh qedandibin û bawerîya wan bi pêdivîbûna vê beşê hebe. Kesen ku beşên weke folklor, etnolojî, antropolojî qedandibin dive bên tercîh kirin.

Perwerdehî ji hêla kesên ku ‘beş’ damezrandine û -ger werin dîtin- akademîsyênê pisporê mijarê werê dayin. Li serê peşî, wê weke perwerdeyek tîrkirî 3 meha bidome.

Di dawîya perwerdehîyê de, ji kesên ku beşdarî perwerdehîyê bûne li ser mijareke di warê ‘çanda gel’ de li cîyekî ku ji hêla wan ve hatîye hilbijartin bi rêbaza ‘lêgerîna seha’yê lêkolînek wê bê xwestin. Ev lêkolîna ku di heman demê de werê pêşkêşkirin weke ‘azmun’ê wê bê qebul kirin û eger ‘baş’ be nirxandin wê di weşana perîyodîk a yekemîn ya ‘beş’ê de bê weşandin.

Her yek ji ‘Lêkolînerê Folklorê’ ê ku perwerdehîya xwe bi serkeftî qedandibe dikare here bajarek an jî navçeyekê ji bo ku li wir jî ‘beş’ekê avan bike. Bi vê yekê dê li her derî ‘beşên lêkolînên folklorê’ ava bibin. Li van beşan jî dîsa perwerdehî û tomarkirina çanda gel dê bidome. Daneyên ku ji van beşan tên dê li ‘navend’ê-ku li Amedê ye- bên tomarkirin.

Daneyên ku ji ‘dor’ê tên dê li ‘Navend’ê bi rê û rêbazên zanistî werin nirxandin, tesnîfkirin, arşîvkirin. Bi vê yekê kesên ku dixwazin di vî warê çanda kurd û kurdistanê de lêkolînên berawirdî bikin dê bi hesanî dikaribin bigihîjin daneyan. Ji alîyên din ve, daneyên hatine tomarkirin dê di weşana derbarê ‘çanda gel’ a 3 mehî de bi raya gişti re bên parvekirin.

Beş, piştî destpêka xebatên xwe di hundirê şeş meha de wê perwerdehîya ‘lêkolînerê folklorê’ ya dewra yekemîn qedandibe; di dawîya sala yekemîn de wê weşane xwe ya perîyodîk derxistibe û ji bo lidarxistina Konferansa Çanda Gel a Kurdan dest bi xebatê xwe kiribe.

Fêdeyên Navenda Folklorê;

Bi damezrandina navendeke wusa wê valahiya di vî warî de werê tijî kirin û ji hêla din ve jî di warê çanda gel a Kurdan de hişmendîyek bê avakirin an jî zêdekirin.

Xebatên ku heta niha ku ji hêla ‘kes’an de bi dilsozî, dilxwazî û bi fedakarîyên mezin hatine kirin dê bi sazîtî û bi şiklekî zanistî bên kirin.

Fêdeyeke din a van navenda ew e ku; tiştê ‘çandî’ –piranî ên daringî-yên hatine tomarkirin dikarin ji nû ve bên çêkirin û ji ber ku ev ‘tişt’ê ‘çandî’ dikarin bên firotin hem gel, hem jî şaredarî dikarin fêdê jê bibînin. Lê bêguman ev ne armanca navendê ye, lê belê dive tiştekî ku pê re derkevê holê bê dîtin.

Di dawî de dive bê zanin ku, tiştê ji bo Navenda Lêkolînên Folklorê ên di vê nivîsê de hatine gotin, divê wek pêşenivîsarak ‘xam’ ku hewceyî niqaşêye bê dîtin. 

Hêvîdarim k udi demek kurt de niqaşên berfireh li ser vê babetê werin kirin û bi lezgînî ev beş an jî navend werê ava kirin.

*Ev nivîs di 30.07.2013ê de ji Kovara W re hatiye şandin ji bo ku bibe mijara niqaşê di nav kesên eleqedar de. Lê berîya wê jî heye. Nehat weşandin û ne bû mijara niqaşê an jî ez pê ne hisiyam. Ligel her tiştî, û piştî çend salan îro dibînim ku hewdanek û projeyek bi vî rengî hatiye destpêkirin. Ez kêfxweşim. Hêvîdarim ku careke din em dereng nemînin..

Ev nivîsa ji bloga Doç. Dr. Necat Keskîn hat standin. Lînk: http://necatkeskin.blogspot.com/

[1] Ji bo alîkarîya wan hem di hêla wergerê û hem jî di hêla sererastkirinê de ji can û dil ji Sîdar Ozmen û Çeko Jîyan re spas dikim.

[2] Di nivîsek din de behsa folklor û girîngîya wê ji bo kurda hatîye kirin. Ji bo têkilîya folklor û çandê hun dikarin li wê nivîsê jî binêrin.  “Folklor çî ye û girîngîya wê ji bo Kurda” Kovar a W, hj. 48

[3] C.Philip KOTTAK,  Antropoloji: İnsan Çeşitliliğine Bir Bakış, ütopya yayınları, Ankara, 2001, rp.46 (Veguhastin ji E. B.Tylor).

[4] Di vir de, wexta ku behsa ‘Folklora Kurda’ tê kirin komen etnîk an jî gelên ku di vê erdnîgarÎyê de dijîn nayên vederkirin. Ev navend di heman demî de wê ji zanyarê ku dixwazin li ser folklora Ereb, Ermenî, Suryanîyan û ên din lêkolînê bikin re jî wekirî be. Her çiqasî navend wê li  ser ‘Folklora Kurda’ bisekinê jî, ev tiştekî dîyare ku folklora kurda ji çanda komên etnîk an jî gelên li dora xwe ku beşdarî heman erdnîgarîyê dikin ne ‘serbixwe’ye.

Derbar Çand Name

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply