Têgihên (Navlêkên) Ziman (4)

4-BERHEMÊN GELÊRÎ

( BERHEMÊN ANONÎM )

 

Berhemên ku di nav gel de hatine holê û nivîskar û xwedîyên wan  kifş nîn in. Malê gel in. Qîymeta çanda civakekî bi hebûna berhemên anonîm tê wezinandin. Kurdî di vî alîyê de gelek dewlemend e ( gotinê peşîya, destan, çîrok, govend, stran…). Dewlemendîya  berhemên anonîm, Kurdî li ser lingên xwe daye sekinandin û zindî hîştîye. Di çanda Kurdî de berhemên anonîm  hatine parastin û bi piranî devkî ne. Berhemên anonîm bi sedan sala berê heta îro bi gelemperî devkî hatine guhêztin ( neqilkirin ) . Ji wî yekî meriv dikare bibêje “ bi alîkarîya berhemên gelerî Kurdî û Kurdewarî li ser lingên xwe maye ”.

 

Çîrok                          : Sîyabend û Xecê, Kger û Kulik, Mîrze Mihemed û Dêwê Sor…

Stran                          : Ax lê Weso, Lo Lo Miho, Bêrîvanê, Baran Barî, Xezal Xezal, Hoy Narê…

Gotinên peşîyan        : Av bi bêjingê nayê civandin.

  Bext nadim bi text.

  Dûr bi nûre. 

  Xeta xwar ji gayê pîre.

Destan                                   : Destana Qendilê Kal, Zembîlfiroş, Mîrê Hekarî, Xelef, Dimdim…

Govend                      : Gur û Pez, Şemamê, Şêxanî, Delilo…

 

GOTINÊN PÊŞÎYAN

Gotinên wek berhemên anonîm yên ku meriv pê dersek û nesîhetek bide û bigre. Xwediyê wan gotinan kifş nîn in  û berhemên edebîyata devkî yên herî girîng in. Bi wateyên gelemper in û ji bo derseke û şîreteke werê dayîn tên karanîn. Gotinên gerdûnî ne û çiqas jî bêje cuda bin, lê wateyên wan wekhev in. Gotina  “ Kerê mirî ji gur natirse. ” di her zimanî de bi bêjeyên cuda û bîyanî werên gotin jî di hemû zimanan de hemwate tê zanîn. Gotinên pêşîyan wek jêrîn meriv dikare dîyar bike.

 

  • Bi gorî wate û sazîyê nayên guherandin.
  • Hîs, raman, bawerî û çanda civakekî tînin ziman.
  • Çi demî hatine ziman nayê zanîn û gotinbêjên wan nedîyar in, gelerîn in ( anonîm in ).
  • Gotinên kurt û watedar in.
  • Gotinên pêşîyan bi tehma zimanekî hevkar tên bikaranîn û bilêvkirin.

 

Çend mînakên ji bo Gotinên Pêşiyan;

 

  • Agir berda kayê xwe da ber bayê.
  • Bila hespê çê be bila bê nal be.
  • Carna mirov ji yarê dîya xwere dibê yabo.
  • Çêlikê mara bê jahr nabin.
  • Dev dixwe rû fedî dike.
  • Ez ezim tu tuyî.
  • Fala qereçîya lihev diçe.
  • Gur dikujin qijik dixwin.
  • Hin dikin hin dixwin.
  • Jin kelehe mêr girtîye.
  • Kerê mirî ji gur natirse.
  • Kalê bi kesî, pîrê bi nefsî her duyan hev pirsî.
  • Lê kalîyê lê korîyê; mirin çêtire ji feqîrîyê.
  • Mal li ser malê nabe.
  • Navê gur derketîye; rovî dınya xera kirîye.
  • Pîvaz, çi sor çi sipî.
  • Qantir nazê xwê şîn nayê.
  • Reng rengin, sor bi dengin.
  • Serê du berana di dîzekîda nakele.
  • Şahadê rovî terîya wîye.
  • Tu çi têxî kewarê ewê  bê xwarê.
  • War ew ware lê bıhar ne ew bihare.
  • Xeta xwar ji gayê pîre.
  • Yek ta nabe du ta tê ranabe.
  • Zor gêzerê radike.

 

WECIZE

Gotinên kin û pirwate ne û gotinbêjên wan kifş in. Gotinbêjên wecîzan, mirovên bi nav û deng û zanyar in. Bi wateyên xurt in û hîs, raman û distûran bi kurtayî tînin ziman.

 

Gulê baxê îremê Botanim,

Şebçiraxê şevên Kurdistanim.

                                   Melayê Cizîrî

 

Ev meywe eger ne abîdare,

Kurmancîye ew qeder li kare.

                                   Ehmedê Xanî

 

Şerma mezin ewe ku mirov zimanê xwe nizanibe.

                                               Mir Celadet Elî Bedirxan

 

                                   Were ! Tu kî dibî bibe dîsa were.

                                                                                  Mewlana

 

                                   Xwedê bexçekî tijî çiçek,malekî tijî kîtêb tenê bide min.

                                                                                                                                 Konfiçyûs

                                  

                                   Aqil ji mirovan re dost, bêaqilî jî dijmine.

                                                                                                          Hz.Elî

 

Pîrtî tenêtî ye.

Eflatun

 

Pênûs zimanê aqil e.

Cervantes

 

Yên li jêr ji ketinê natirsin.

Bunyan

 

Mirov çi bixwaze dikare bike.

Montaigne

 

Hêvî nîvê cesaretê ye.

Balzac

 

Ger ev netewe nîvî azad û nîvî jî dîl be, ew najî.

Lincoln

 

Yên ku sozên giran bidin, karên bi lez dikin.

J.J.Rousseau

 

Ger dinya vekirî û rohnî bûya, huner çênedibû.

Albert Camus

 

Yê ku peyayekî bipesinîne, mîna ku wî bifetisîne.

Hz. Emer

 

Ev mirin e, ne hukumdaran nas dike, ne jî

soyteriyan, hemûyan bi eynî îştahê dadiqurtîne.

Victor Hugo

 

Ne bi qehrê, bi ken mirovan bikuje.

Nietzsche

 

Heke hûn dixwazin ji xwe bawer bikin,

Di axaftinên xwe de behsa xwe nekin.

B.Paskal

 

Kî bêhnpak û rast be, ew bextîyar e.

Eflatun

 

Ji bo gihîştina gelekî sê tişt pêwîst in; dibistan,

dibistan, dîsa dibistan.

Tolstoy

 

Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm.

Seîdê Nursî yê Kurdî

 

BERHEMÊN KLASÎK

 

Berhemên her dem û zemanan de bi qimet û rûmet in. Kevneşop in û çiqas dem derbas bibe jî bi qedr û qîmet in. Di warên xwe de herdem wek nimûne û çavkanî tên dîyar kirin. Di wêje û çandê de gellek berhemên balkêş he ne lê belê ji ber ku mijar baş bê fêmkirin çend mînak li jêrîn hatine nivîsandin.

 

  • Dîwana – Cîgerxwîn
  • Mesnewîya – Mewlana
  • Mem û Zîn – Ehmedê Xani
  • Şêxê Sen’an – Feqîyê Teyran
  • Dîwana – Melayê Cizîrî
  • Belengaz – ( Les Miserables ) Victor Hugo
  • Sûc û Ceza – Dostsyevski
  • Şer û Aştî – Tolstoy

 

Nivîs a bidomê (4)

Nasır Kemaloğlu

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply