Ji bo 75-saliya TOSINÊ REŞÎD Bi Wêneyan

RÎYA BI DIRÊJAYA 75 SALAN,  

RÎYA BER BI HÊLANÊN EFRANDARÎÊYE BILIND 

 

(Ji bo 75-salîya helbestvan, nivîskar û lêkolînerê navdar TOSINÊ REŞÎD) 

LI ŞÛNA PÊŞGOTINÊ 

 

Gava dinya li min tê hev û teng dibe, 
Gava şev min xilaz nabe, dûre sibe, 
Gava meriv xwe bîr dike, zulmê dike, 
Tiştekî pir rehmî bedew pêpes dike, 
Gava meriv hê gunene, gune hene, 
Gava dinê hê qeyd hene, zincîr hene, 
Toqê benda tev dikeve stuyê min, 
Xemê dinê tev dikevin ser milê min, 
Caba evan pirsa gişka min dixwezin, 
Hêrs dikevim, şikyat dikim û şer dikim, 
Û çawa cab ev şiêrê han dixuliqin… 

 

Belê, gava «Toqê benda tev dikeve stuyê» helbestvan û «Xemê dinê tev dikevin ser milê» wî, ew nikare bêdeng bimîne û li ber xwe nekeve, nekewgire û nenivîse…Û tê bêjî ev xetên jorîn, xetên helbestvan, nivîskar, lêkolîner, zane û pisporekî zargotin, dîrok, rê-rizm, deb û çanda me Tosinê Reşîd bûne lêytmotîva efrandarîya wî, bûne nîşangeh, şemdan li ser rîya wî–rîya bi dirêjaya 75 salan, rîya ber bi hêlanên efrandarîyêye bilind…   

LI ZOZANÊ ÇÎYAYÊ ELEGEZÊ, LI WARÊ XUDÊ NADO 

22-ê hezîranê sala 1941-ê li zozanê çîyayê Elegezê, li warê Xudê Nado, ku dikeve li navbera gelîyên Ampûrê û Erqeşanê, li bin konê kurmancî yê Reşîdê Ozman û Xezala Çolo lawê sêyemîn hate cîhanê. Navê wî danîn Tosin. Û kesekî nizanibû, ku hema wê rojê, li destê berbangê faşîstên devxwîn avîtine ser welatê Sovîyêtê…  

…Û lewra piştî du mehan hêja zozanvan dagerîyane aranê–gundê Kurekendê, li navçeya Êçmîadzînê. Û lewra Reşîdê Ozman 15-ê tebaxê şadenama lawê xweyî biçûk  nivîsî û navê wî nû qeyd kir. Û lewra hema ew roj, roja 15-ê tebaxê sala 1941-ê bû roja dayîkbûyîna Tosinê Reşîd, rojbûyana fermî ya li nasnama wî… 

 

RÎYA PÊŞÎYÊN WÎ YA JI  QERSÊ HETANÎ ERMENÎSTANÊ 

Bavê Tosin – Reşîdê Ozmanê Keleş pêneberê Kurdistana bakûr, ji gundê Sûsiz, li devera Qersê bû. Dayka wî – Xezala Çolo penebera ji gûndê Zorê, li devera Surmelîyê bû. Lê pêşîyên Tosin berî hingê li Eyntaba Serhedê, li gundê Esmerê diman… 

Sala 1918-an, gava tirkê osmanî dikevne Qersê, malbeta Reşîdê Ozman tevî hemû êzîdîyên Serhedê direvin, derbasî Ermenistanê dibin û diçine gundê Korbilaxê yê navçeya Axbaranê, ji ber ku li wî gundî mirovên wane ji êla Şerqîya diman û berî revê jî çûyîn-hatina wan li hev hebû. 

– Min herdu kalkên xwe jî nedîtin: kalkê min–Ozmanê Keleş Roma Reş sala 1918-an hêsîr bir, bavê dîya min jî berî ji dayîk bûyîna min çûbû li ber dilovanîya Xwedê. Lê min herdu pîrkên xwe dîtin, –Tosin dibêje…  

Sala 1921-ê malbeta Reşîdê Ozman bi çend malbetên pismamên xwe va diçe Tbîlîsê, dû ra, sala 1933-an dîsa malbeta wî vedigere Ermenîstanê û li gundê Kurekendê cîh-wer dibe. Sala 1977-an, dema pîrozkirina 60-salîya şorişa Oktobrê, navê vî gundê êzîdîyan guhastin û danîn Fêrîk, bi navê şorişvanê meyî berbiçav, tevgelê şorişa Oktobrê–Fêrîkê Egîd Polatbêkov. Hema ji cefakêşê vî karî yek jî Tosinê Reşîd bû… 

 

RÎYA LI SER TERBÎYET Û TORÊ MALÊ 

Di mala Reşîdê Ozman da rûmeta xwendinê herdem parstine, nimûnên zargotina gelêrî, rabûn-rûniştina netewî, qedir û merîfeta kurmancî li ser her tiştî ra girtine.  

Di salên zarotîya Tosin da oda mala bavê wî hebû. Şevên payîzan û zivistanane dirêj mêrên gund li oda wan berev dibûn, stran, destan û çîrokên kurdî, serpêhatîyên ser xasên êzîdîyan digotin. Xêncî dengbêjên ji gundê wan, carana kesên ji gundên mayîn, lo heya ji Tbîlîsê jî mêvan dihatine gundê Kurekendê û bi mazûrvanê xwe va li  oda Reşîdê Ozman dibûne mêvan. 

– Ji wan dengbêjan du kes hebûn, ku heta îro jî teherên stranên wan li ber çavên mine, dengên wan di guhê min da ne, – Tosinê Reşîd bîr tîne. – Yê yekemîn şêx Hesen bû, şêx Hesenê birayê Şamilê Beko. Ew sazbendekî mezin bû. Lap kêm, salê carekê ew bi mêvanî dihate mala me, du-sê roja dima. Êvara, gava oda me dikimkimî, Hesen dest pê dikir. Wî bi piranî destan distiran: «Mem û Zîn», «Sîyabend û Xecê», «Ker û Kulik», «Xanê Çengzêrîn», «Sêva Haco» û yên mayîn. Gava Hesen dilîland oda me dibû şanoya lîstikvanekî pêciryayî. Hesen hey distira, hey bona her yekî dengê xwe diguhast, bengzê xwe diguhêrî û hey jî şiro vedikir. Gava Hesen distira, kulfetên mala me û yên malên cînar jî dihatin û binpîya odê rûdiniştin.  

Dengbêjê duyemîn–ew Ahmedê Mîrazî bû, ku nava civaka me da çawa Ahmedê Şewêş naskirî bû. Ew di dema xwe da dengbêjê Cangîr Axayê mêrxasê êzîdîyan bûye. Ahmedê Mîrazî bêtir stranên mêranîyê digotin û ji stranên wî bîn û boxsa gelêrî dihat. Ew xweyê stîl-akla bi taybet  bû, stranên wî ji yên gişkan cihê dibûn… 

Lê şayên gundê me? Ew çi bêjî hêjatir bûn. Min bîra wan şaya kirye. Bi def û zurne diçûn pey bûkên salê, dara bûk-zavê bi def û zurne li nava gund digerandin. Êvarê dereng gund-gundîtî  diçûn cîhê govendê, heta nexweşên giran jî bi xwe ra dibirin. Govend digerîya heya destê berbangê…  

RÎYA BER BI DIBISTANA NAVÎN Û EMEKÊ BIRAYÊ MEZIN 

Raste, bavê Tosin neçûbû dibistanê û di 15–salîya xwe da giranîya malê hildabû ser mile xwe, lê bi xwe fêrî xwendin û nivîsara rûsî bibû û salên dirêj seroketîya gundê xwe dikir. Ewî rojnama navendî ya rûsîye bi navê «Pravda» ji bo xwe dinvîsî û her roj ew dixwend. Apê Reşîd xwendin hiz dikir û zarên xwe jî dane xwendinê. 

– Bavê min mirovekî hêrs, sert û rastgo bû, –Tosin dîsa bîr tîne, – ewî tu caran qelpî ne dikir, ne jî qelpî dipêjirand. Lê dayka min bêhesab milahîm û dilovan bû. Ewê çar zaro (sê law–Rizalî, Rostem, ez û dotek–Nenê), gelek nevî û nevîçirkên xwe mezin kirin, tu caran ji kesî ra gotinkeke tal negot û destê xwe hilneda ser tu zarekê. Dayka min bi xeysetê xwe va berbihêr bû, lê tê bêjî bi ruhê xwe va jî ew şaîr bû. Ez bawerim, ku mêla min û kekê  Rizalî ya ber bi nivîsara helbestan hema ji dayka me tê.  

 

Ax,dayê, dayê!..

 

Karwanê roja bê zengil maye, 
Dengên axîna tek tên bihîstin, 
Roj, ça bê welat li şaristana, 
Destên hev girtî wê îske-îskin. 
Roje tengezar, roj melûl mane, 
Êdî naxwezin roj bi pêş va herin, 
Roj sêwî bûne, roj bê zar mane, 
Tenê dixwezin ber bi zarotîyê, 
Ber bi wan demên çûyî vegerin… 

(Tosinî Reşîd vê helbestê roja dayka wî diçe ber rehma Xwedê, 29-ê tîrmehê sala 1979-an  nivîsî ye). 

 

…Tiştekî balkêşe, ku Reşîdê Ozman pismamê xwe – zimanzanê kurdayî mezin, profêsor Qanatê Kurdo hela salên li Tbîlîsê daye ser xwendinê. Birayê Tosinî mezin – Rizalî xwendkarê yekemîn bû li gundê wan. Ew sala 1948-an dikeve Peymangeha perwerdeyê ya bajarê Êçmîadzînê. Rizalî rind hîn dibû û pirtûk jî gelek hiz dikirin. Gava Tosin nû diçû dibistanê, di mala wan da îdî pirtûkxaneke biçûk hebû. Sal derbaz bûn û jimara wan pirtûkan ji 2 hezarî derbaztir bû. 

Rizalî çi roja ji xwendinê bihata malê,  Tosin ra pirtûkek danî. Rizalî paşê bû dersdarê emekdar, helbestvanekî naskirî. Gelek berhemên wî îro bûne destanên li ser maseya xwendevanan û maşoqê wejeya kurdî. Ew şayîrê lîrîk bû, di helbestên xwe da ewî dîdemên çiya û banyên xwe, nimûnên rabûn-rûniştina gelê xwe, rastî-neheqîya cihanê, hizkirina ber bi dê û bavê, hisrerta ber bi welatê kal-bavan danî ziman: «Ax kengê Kurdistana min aza be!», – kesera dilê wî bû… 

Tosinê Reşîd bîr tîne û dibêje: «Salên cenga Wetenyêyî mezin û salên dû ra li Yekîtîya Sovîyêtê rewşa aborî dijwar bibû, nangranî ketibû di nav xelqê. Lewra jî gelek malên gundê me ji Kurekendê bar kirin. Hinek çûn Gurcistanê, hinek jî çûn gundên Ermenîya yên navçeyên dinê. Gava ez nû diçûme dibistanê, di gundê me da 15 mal mabûn û dibistana me jî heta koma (dersxana) 4-a bû. Koma 5-7 ez çûme dibistana gundê Haytaxê, ku gundê Ermenîya bû û 3 kîlomêtra ji gundê me dûr bû. Lê koma 8-10 ez çûme gundê Sameqerê. Ev gund jî 5 kîlomêtra ji gundê me wêda bû. Em her ro peya diçûn û dihatin. Min li dibistanê dersên wêje û matêmatîkayê hiz dikirin. Mamostayê me yê matêmatîkayê carna pirtûk dida destê min û digot, ku ez derbasî li ber textê nivîsarê bim û dersa nû şiro vekim… 

 

RÎYA BER BI LÊNÎGRADÊ Û TESÎRA QANATÊ KURDO 

Sala 1954-an Qanatê Kurdo birazîyê xwe – Tosin Reşîd dibe Lênîngradê, wekî di mala wî da bimîne û li wî bajarî jî di dibistana navîn da bixwîne. Nêta Qanatê Kurdo ew bû, ku li Lênîngradê wê li ber Tosin rê û dirbên mezin vebin. Lê hewa Lênîngradê, şilaya wî bajarî Tosin nehat, ew nexweş ket û Rizalîyê birê wî çû ew cereke din anî gundê Kurekendê…  

Lê mêla Qanatê Kurdo gelekî ber bi Tosin hebû, çiqas bi mêvanî bihata, ewî Tosin tevî xwe dibire bajarêrê Yêrêvanê û wî ra kincên nû dikirîn… 

–  Şala 1955-an apê Qanat çend helbestên Cegerxwîn li ser daktîloyê lêxistî ji min ra şandin, –  dîsa Tosinê Reşid gilîyê xwe dike. – Ez cara yekemîn bi wan berhemên Cegerxwîn  alfebeya kurdî ya bi tîpên latînî  ra bûme nas. Sala 1957-an apê Qanat pirtûka  xweye «Rezimana kurdî», ku bi destxeta xwe li ser nivîsî bû, dîyarî min kir. Dû ra, herdem çiqas gotar û pirtûkên wî çap dibûn, ewî li ser dinvîsî û ji min ra dişandin. Pêwendîyên di navbera min û apê Qanat da çiqas diçûn, ewqas xûrt û xweş dibûn. Rola wî di jîyana min da gelek mezine. Ez bi wî serbilind bûm û min dixwest, ku ew jî bi destkevtinên min va kêxweş be. Ji sala 1959-an heta wefatbûna wî (sala 1985-an), lap kêm ez salê carekê diçûme Lênîngradê, mêvandarîya wî. Wan salan min herdu dîwanên Cegerxwîn xwendin û gelek helbestên wî, ku min xweş hatin, min ji ber girtin û ezber kirin. Min usan jî gelek pirtûkên ser pirsa kurda  li bal apê Qanat dîtin û  xwendin… 

Belê, em dikarin bêjin, ku li salên 1960-î Qanatê Kurdo di jîyana Tosinê Reşîd da gelek tişt da guhastinê, ew bi kurd û Kurdistanê ra kire nas, kurdayetî kire ruhê wî û rîya jîyana wî. Dû ra Qanatê Kurdo ew usan jî fêrî alfebaya kurdî ya bi tîpên erebî kir. 

Bêguman, pêwendîyên di navbera Tosin û apê Qanat da li ser jîyana Tosin bandor û tesîreke mezin hîştin. Tosin bi pirsa kurd û Kudistanê va hate girêdan. Û Qanatê Kurdo hetanî dawîyê di jîyana Tosinê Reşd da wek rêber ma. 

Em li vira hinekî lez bikevin û bêjin, ku sala 1967-an Qanatê Kurdo xwest, wekî Tosin here Lênîngradê û bikeve aspêrantûra Înstîtûta rojhilatzanîyê. Para kurdî di wê înstîtûtê da hebû û Qanatê Kurdo bi xwe jî serokê wî beşî bû. Lê Tosin neçû. Çima? 

– Ji ber ku, –Tosinê Reşîd bersivê dide, – wî çaxî min fakûltêta fîzîka-matêmatîkayê xilas kiribû. Lema jî ez difikirîm, ku hinekê paşê  bêjin, wekî  apê wî ew bir û kire kurdzan. Nenihêrî, ku  mêla min gelek ser kurdzanîyê hebû, lê ez neçûm… 

RÎYA BER BI XWENDINA BILIND Û KARÊ ZANÎSTÎYÊ 

Tosinê Reşîd sala 1959-an kete Înstîtûta Yêrêvanêye perwerdê, fakûltêta fîzîka-matêmatîkayê û sala 1964-an xwendina wê înstîtûtê temam kir. Piştî înstîtûtê ewî li dibistaneke bajarê Kîrovakanê dest bi karê mamostatîyê kir, lê weke sê mahan kar kir, ji ber ku ew ji wir birin eskerîyê û wî salekê eskerîya Sovîyêtê kir. 

Piştî eskerîyê Tosinê Reşîd vedigere paytextê Ermenîstanê û li destpêka sala 1966-an li Înstîtûta Yêrêvanêye kîmîyayê ya zanîstîyê çawa lêkolînvan derbazî ser kar dibe. Lê li sala 1970-î ew li Ûnîvêrsîtêta (Zanîgeha) Yêrêvanêye dewletê dest bi kar dike, di destpêkê da çawa lêkolînvan, paşê jî çawa mamoste-lêkolînvan. 

Sala 1975-an Tosinê Reşîd li Zanîgeha Yêrêvanêye dewletê têza doktorîyê ya li ser pirsgirêka kîmîya sîlîkatan xwey kir. Ew hema wê salê jî li beşa înstîtûteke Yekîtîya Sovîyêtê, ku navenda wê li bajarê Kazanê bû (Înstîtûta lêkolîn-zanîstîyê ya madeyên ne medenî), wek lêkolînvanê sereke, paşê jî serokê laboratorîyayê derbasî ser xebatê dibe. 

Çawan lêkolînvan Tosinê Reşîd xûdanê çend patêntan (nasnameyên îcatan) û 12 dîyarkirin-îcata ye. Ewî 14 gotarên zanîstîyê ser pirsên kîmîya sîlîkata û meyandina fosforê di kovarên zanîstîyê da çap kirine. Ew li bajarên Moskvayê, Lênîngradê, Kîyêvê, Talînê, Taşkêndê û Yêrêvanê beşdarî gelek konfêransên zanîyarî yên ser pirsên kîmîyayê bûye û gotar xwendine… 

 

RÎYA BER BI NETEWPERWARÎYÊ 

– Havîna sala 1963-an Hukumata Yekîtîya Sovîyêtê bi teherekî vekirî piştgirîya şorişa başûrê Kurdistanê dikir, – Tosinê Reşîd dibêje. – Radyo û têlêvîzyon, kovar û rojnaman ser kurdan û şorişa wan gelekî dinvîsîn. Van bûyaran bandoreke mezin ser kurdên Yekîtîya Sovîyêtê hiştin, hisên kurdperwarîyê bal wan xurt kirin. Payîza sala 1963-an min, Zurbê Emir, Gêorgîyê Xudo û Tîtalê Efo li Yêrêvanê Şêwra xwendkarên kurdan damezirandin. Ew li seranser Yekîtîya Sovîyêtê rêxistina yekemîn bû, ku li ser bingeha netewî hatibû saz kirin. Şêwra me berê nehênî (xewle) bû, lê piştî çend mehan me pêwendî bi Komîtêya navendî ya komsomolên Ermenistanê ra girê dan û bi hevkarî ew karê xwe meşand. Piştî wê yekê, gava Şêwra me eşkere bû, navê wê me danî «Şêwra xortên kurd». Armanca Şêwrê belavkirina bîr û bawerîyên kurdayetîyê û xurtkirina hisên netewî bû di nav kurdên Yekîtîya Sovîyêtê da. Destûra Şêwrê min nivîsî û  yekemîn di civîna Şêwrê da min gotar ser jîyan û berhemên Cegerxwîn xwend. Agahîyên kurdên Yekîtîya Sovîyêtê wê demê ser Cegerxwîn qet tune bûn. Berî wê tenê di «Rêzimana» Qanatê Kurdo  da (ya li sala 1957-an çap bûyî)  çend şiêrên Cegerxwîn cîh bibûn. Paşê Şêwra me girtin, di nava pirsên netewperestîyê da gunekar kirin… 

Tosinê Reşîd salên 1970-1990-î gelek caran çûye nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê û Qirqizstanê. Ew bi mêvandarî diçû van komaran, lê armanca wî ew bû, ku hisên kurdewarîyê di nava kurdên wan hereman da hîşyar û xurt bike. 

Ji sala 1963-an pêwendîyên Tosinê Reşîd bi kurdên dervayî Yekîtîya Sovîyêtê ra çê dibin, pirtûk, kovar, rojname û belevokên ser pirsa kurdan dikevine ber destên wî. Ewî ew di nava xwenedkaran da belav dikirin… 

RÎYA BER BI EFRANDARÎYÊ 

 Lê kengê Tosinê Reşîd dest bi efrandarîyê kir? Diha başe, em gûh bidne wî:  

  • Bi xwe nayê bîra min, ka min kengê dest bi nivîsara helbestan kirîye. Lê Rizalîyê birayê min dinvîse, wekî sala 1957-an min ji wî ra şiêrên xwe xwendine. Min salên xwendkarîyê jî şiêr dinvîsîn û sala 1962-an, gava Fêrîkê Ûsiv di Radyoya Rewanê da berpirsyarê beşê wêje bû, du şiêrên min bi Radyoyê hatin belav kirin. Ji wan yek tê bîra min: «Were, bahar vebûye!». Gava ez çûme eskerîyê, min şiêrên xwe, ku du defterên 48 rûpêlan da nivîsî bû, bi xwe ra birin. Lê min ew li eskerîyê unda kirin. Ji şiêrên berî sala 1966-an nivîsî, tenê sê çarêk li nav kaxezên mine li gund mabûn… 

Helbestên Tosinê Reşîde pêşin paşî Radyoya kurdî di rojnama «Rya teze» da sala 1966-an çap dibin. Lê cara yekemîn gotara wî 14-ê nîsanê sala 1961-ê di rojnama «Rya teze» da dertê. Berî hinge, ji sala 1960-î destpêkirî ewî ji Radyoyê ra dinvîsî. Lê cara pêşin gotara wî li dervayî Yekîtîya Sovîyêtê sala 1976-an çap bûye. 

Tosinê Reşid hela berî sala 1966-an bi Emerîkê Serdar ra, paşê jî wî tenê ji bo beşê Radyoya kurdî ya Yêrêvanê bernama bi navê «Ensîklopêdîya kurdî» amade kirîye. Di wê bernamê da gotarên balkêş ser dîrok, wêje û çanda kurdî, serhildan û navdarên kurdan, bajar û şênîyên Kurdistanê dihatin xwendinê. Ewê bernamê weke 12-13 salan dom kir. 

Tosinê Reşîd Sala 1966-an cara yekemîn dîwana helbestên xwe ji bo çapê amade dike. Endamên beşê nivîskarên kurdan ya Şêwra nivîskarên Ermenîstanê ji wî dxwezin,  ku ew guhastina bike li nava pirtûka xwe. Lê Tosin  nekir. Li wê demê, dema «golegenîya sîyasî», mixabin, gelek endanên Şêwra nîvîskarên me dijî pirtûka wî derketin, gotin: «Bila sebir bike!». Û Tosinê Reşîd 9 salan sebir kir, hetanî sala 1975-an, gava «rehem» kete dilê çend nivîskarên meye komûnîst û rê dane pirtûka wî. Û ew pirtûk di dawîyê da bêyî tu guhastinan çap bû. Lema jî pirtûka helbestên Tosinê Reşîd ya pêşin li sala 1975-an, di 34-salîya temenê wî da nû ronayî dît…  

RÎYA BER BI AWSTRALYAYÊ 

Sala 1991-ê Tosinê Reşîd li beşa Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê derbasê li ser kar dibe. Ewî du sala li wir kar kir, hetanî ku li destpêka sala 1993-an li Moskvayê Navenda lêkolînên kurdî vebû… 

Armanca vekirina Navendê ew bû, wekî bi şêweyekî obyêktîv, bêalî û ji şîyaseta dewletan dûr pirsên dîrok, ziman û çanda kurdî bêne lêkolînê. Ji Ermenistanê endamê Akadêmîya zanîstîyê ya Komara Ermenistanê, profêsor Şekroyê Xudo Mihoyî û helbestvan, lêkolîner Tosinê Reşîd vexwendî Moskvayê kirin. Şekroyê Xudo wek serokê Navendê hate destnîşan kirin. Kurdnasên Moskvayê û Sankt-Pêtêrbûrgêye  naskirî – Manvêl Hasratyan, Mîxayîl Lazaryêv, Olga Jîgalîna, Rûslan Tsabolov, Zerê Yûsûbova, usan jî nivîskar Bavê Nazê ji bo karê zanyarîyê hatin vexwendin. Ji wana ra xanî kirê kiribûn û ji bo kar û jîyanê her derfet û mikan saz kiribûn.  

Lê Tosinê Reşîd nikaribû li Moskvayê xankî cihê kirê bikira û neferên xwe ji Yêrêvanê banîya li wira. Lema jî ewî û xanama wî biryar kirin, ku ji welêt derkevin. Û 27-ê mijdara sala 1993-an wana biryar kir û bi malbetî berê xwe dane welatê dûr û derez–Avstralyayê, li bajarê Mêlbûrnê hêwirin… 

 

RÎYA LI SER KARÊN CIHÊ-CIHÊ Û GERA LI DINÊ 

Di destpêka salên 80-î da Tosinê Reşîd bi spartina serokê şanoya kurdîye gelerî ya bajarê Tbîlîsê pîyêsa «Sîyabend û Xecê» dinivîse. Ew pîyês gelek salan ser dikê ma. Ewî  bi spartina wî serokê şanoyê pîyêseke din jî ser jîyana şorişvanê navdar Fêrîk Polatbêkov ya bi navê «Tîrêj» nivîsî. 

  • Ji sala 1967-an vir da min  û Nûra Cewarî ji kurdên Ermenistanê, Gurcistanê, Qazaxistanê û Qirqizstanê bêtirî hezarî stran û awazên folklorî berev kirine, – Tosinê Reşîd gilî dike. – Sala 1981-ê min û Nûrê koma stran û govendên kurdî–«Zozan» saz kir, ku li Ermenîstanê û Gurcistanê konsêrt dida. 

Ez beşdarî gelek Radyokompozîsîyonên beşa kurdî ya Radyoya Yêrêvanê bûme. Di radyopîyêsa «Sîsê» da min dilqê sereke yê Keleş û di radyopîyêsa «Ker û Kulik» da rola Kero lîstîye. Min di fîlma «Stranek ji bo Beko»  da rola muxtarê gund lîstîye. Berhemên min bi zimanê rûsî, ermenî, înglîsî, tirkî û erebî hatine wergerandin… 

Tosinê Reşîd sala 2009-an beşdarî Kongrêya salane ya Înstîtûta Kurdî ya Amêrîkayê bûye. Wê salê usan jî ji bo 100-salîya Qanatê Kurdo beşdarî konfêrans û sêmînarên li Duhokê, Amedê û Stenbolê bûye û gotar xwendine. 

Ewî helbestên Mîxaîl Lêrmontov, Alêksandr Pûşkîn, Andrêy Voznêsênskî, Yêvgênî Îsayêv, Fêrîk Polatbêkov ji zimanê rûsî û şiêrên Paryûyr Sêvak ji zimanê ermenî wergerandine kurdî û di rojnama «Rîya Teze» û gelek kovar û rojnamên kurdî da çap kirine. Ewî usan jî kurteçîrokên Fêrîk Polatbêkov (tevî Emerîkê Serdar), Anton Çêxov, Lêv Tolstoy, Îvan Bûnîn, Vasîlî Şûkşîn ji zimanê rûsî wergerandine kurdî. 

Sala 2005-an ji bo romana «Mestûre, serê hêjayî tac bû»  Tosinê Reşîd  bi xelata weşanxana «Aras» hate rewakirinê. Ew xelat serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê rewayî wî kirîye.  Hema wê salê jî ew hêjayî xelata mêrîcana Sulêymanîyê ya «Gêlawêj» bûye.  

Tosinê Reşîd di nava efardarîya xwe da herdem cîhkî mezin daye û dide karê rojnamevanîyê jî. Bi sedan gotarê wî rûnayî dîtine: çi di dema xwe da ewî ji bo Radyoya Yêrêvanê û rojnama «Rya teze» nivîsîye, çi ji bo kovar, rojname û malperên kurdî nivîsîye, dinvîse û wê hela dîsa binvîse.  

Tosinê Reşîd zewicîye. Xanima wî – Nûrê doktora hunerzanîyê ye. Ew dota zanyarê meyî meşûr Hacîyê Cindî ye. Ewî û xanima wî du dotên delal mezin kirine: Zozan, ku pispora sazbendîya kurdî ye û Aza, ku li wezareta Avstralîyayê ya kar û barên der kar dike. Azayê têza xwe ya mastêr li ser pirsa kurdî amade kirîye…    

  

RÎYA LI SER KURDÎTÎ Û ÊZÎDÎTÎYÊ 

Carekê nivîskarê navdar Newaf Mîro pirseke awa dide Tosinê Reşîd: «Eger kurdîtîya te û êzîdîtîya te herekê bikine takî mêzînê, kîjan ta wê giran be?». 

Tosinê Reşîd bersivê wî  awa daye: «Heta sala 2004-an, bêguman, tayê kurdîtîyê giran bû, lê dû ra êzîdîtî girantir bû. Na, ez ji kurdîtîyê dûr neketime, lê mirov gerekê alîyê ketîyan be. Li Yekîtya Sovîyêtê tu zordarîya olî ser êzîdîyan tune bû. Me digot, em kurdin, lê bi ola xwe va êzîdî ne û li gorî derfet û mecalên xwe me ji bo çanda gelê xwe kar dikir. Lê gava ez çûme Kurdistanê û min rewşa êzîdîyan dît, ez zendegitî mam, wekî êzîdî duqat bindestin, him çawa kurd, him jî çawa êzîdî. Wê hênê jîyana wan, bi giştî, li bin fişareke olîye mezin da bû. Pêvîstîya wan piştgirtineke bi hêz hebû û ne tenê ji alîyê êzîdîyan bi xwe, lê usan jî ji alîyê rewşenbîr û sîyasetmedarên kurda gişkan va…». 

Li van dawîyan min ev pirsa Newaf Mîro dîsa da Tosinê Reşîd. 

  • Bersiva pirsa birêz Newaf Mîro min zûva daye. Lê dixwezim li ser wê bersivê xwe da îro hevokekê jî zêde bikim: «3-ê tebaxa sala 2014-an tayê mêzîna êzîdîtîyê bêtir giran bû, sebebê wê yekê jî hûn bi xwe baş dizanin…». 

 

TOSINÊ REŞÎD EV BERHEM NIVÎSÎNE 

Wek nivîskar dibêje, pirtûk jî mîna zarokane, ku hela ronahî nedîtîye, tu pê ra dircifî, ew bal te ye,  di mala te da dijî, li  ber dilê te da gelekî ezîz û şîrîne. Lê gava pirtûk çap dibe, tê bêjî ew dibe notla zara nû fira ketî û ji malê dertê û diçe. Tu xemgîn û  tengezar dibî. Ew pirtûk te ra îdî dibe bîranîn û hisret… 

Belê, her efrandinek ji bo nivîskarê eyinsî wek zarokan hizkirî ye, li ber dilê wî da şîrîn û ezîze. Lê zarok jî bextewarîya mezine, kerem û dayîna Xwedê ye. 

  

 

  • «Kilamê rê – helbest» (Yêrêvan, sala 1975-an).  
  • «Zozan – helbest» (almanaxa «Bahara teze», №3, Yêrêvan, sala 1984-an).
  • «Nîvro – helbest» (Yêrêvan, sala 1987-an).
  • «Sîyabend û Xecê – drama» («Roja Nû», Stokholm, sala 1988-an). 
  • «Şeva bê xew»–kurteçîrok («APEK», Stokholm, sala 2000-î).
  • «90-salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo – lêkolîn, bîranîn» (tevî Husên Hebeş, Bonn, sala 2000-î).
  • «Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî lêkolîn» («Roja Nû», Stokholm, sala 2004-an).
  • «Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî», (çapa duyemîn «Lîs»,  Dîyarbekir, sala  2010-an).
  • «Êzdîyatî, oleke hê jî nenaskirî» (çapa sêyem, bi tîpên erebî. Ji weşanên rêveberîya giştî ya karûbarên êzdîyan, Hewlêr 2012-an).
  • «Min bêrîya şevên Sipî kirîye–kurteçîrok» («Avesta», Stenbol, sala 2005-an).
  • «Min bêrîya şevên Sipî kirîye–kurteçîrok» (bi tîpên Erebî, «Spîrêz», Duhok, sala    2005-an).

 

  1. «Mestûre, serê hêjayî tac bû» – romana dîrokî (bi tîpên erebî, «Araz», Hewlêr, sala 2005-an).   

 

  • «Mestûre, serê hêjayî tac bû»–кomana dîrokî, çapa duyemin («Ronahî», Dîyarbekir, sala 2010-an). 
  •  «100-salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo – lêkolîn, bîranîn» (tevî Husên Hebeş, «Yekîtîya Nivîskarên Kurd» (Duhok, sala 2009-an).
  • «Evîna te ez parastim–roman» («Han», Berlin, sala 2010-an).
  • «Em bi zimanê xwe kurd in» – gotarên ser ziman û wêje («Do», Stembol, sala 2010-an). 
  • «Hêstir» – kurteçîrok (weşanxana «Han» Berlin, sala 2011an).
  • «Hêstir», kureçîrok, çapa duyem (bi tîpên erebî, «Araz», Hewlêr, sala    2012-an). 

 

TOSINÊ REŞÎD EV PIRTÛK JI BO ÇAPÊ AMADE KIRINE 

 

1. «Gulbijêr–ji helbestên Şikoyê Hesen (şiêr, bi tîpên erebî, «Spîrêz», Duhok, sala 2007-an). 

2. Şikoyê  Hesen–«Ba û payîz» (helbest, «Avesta», Stenbol, sala 2008-an). 

3. Hecîyê Cindî, Emînê Evdal «Folklora Kurmanca» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an). 

4. Rizalîyê Reşîd–«Baharê bahar nedît» (kurteçîrok, «Xoybûn», Bêrlîn, sala 2008-an). 

  1. Qanatê Kurdo–«Lêgerîna zaza» (wergêra ji rûsî ya Tosinê Reşîd, berpirsyar–dokor Husên Hebeş, «Hogir», Bonn, sala 2016-an).

 

TOSINÊ REŞÎD JI BO VAN PIRTÛKAN PÊŞGOTIN NIVÎSÎNE 

  

 

  • «Antologîya şiêra Kurdî» (amadekar A. Balî ). 
  • Hecîyê Cindî, Emînê Evdal «Folklora Kurmanca» («Avesta», Stenbol, sala 2008-an).

 

Şikoyê  Hesen–«Ba û payîz» (helbest, «Avesta», Stenbol, sala 2008-an). 

 

  • Emerîkê Serdar–«Bijare» (berevoka gotar, pêsgotinên pirtûkan û hevpeyvînan, Yêrêvan, sala 2012-an) 

 

 

TOSINÊ REŞÎD EV LÊKOLÎN AMADE KIRINE Û WEŞANDINE 

1. «Rûpêlek ji dîroka kurdên êzdî» (Pêwendîyên êzdîya bi şahê Gurcistanê ra, li sedsalîya XVIII, rojnama «Rya teze», Yêrêvan, sala 1986-an). 

2. «Şiêra kurdî li Yekîtîya Sovîyêt» (kovara «Nûdem», № 31, Stockholm, sala 1999-an). 

3. «Nasandina pirsa kurda bi rêya huner» (Konfêransa ser pirsa kurda, Sidney, sala 2001-ê).

4. «Kurdistana Sinê di nîveka yekemîn ya sedsalîya XIX» (Konfêransa 200salîya şayîr û dîroknûsa kurd Mestûre Erdelanî, sala 2005-an, Hewlêr). (Pirtûka «Mestûre Erdelanî», «Araz», Hewlêr, sala 2005-an). 

5«Yezidism: Historical Roots» (The International Journal of Kurdish Studies, 2005, Vol. 19, issue 1-2, p. 39. USA).

6. «Kurdên Yekîtîya Sovîyêt: berê û niha(Konfêransa Înstîtûta Kurdî ya Waşîngtonê, sala 2009-an). (Kovara «Nûbûn», № 110, sala 2009-an). 

7. «Qanatê Kurdo–rexnegir» (Konfêransa 100-salîya Qanatê Kurdo, Duhok, sala 2009-an). (Kovara «Peyv», № 49, Duhok, sala 2009-an).  

8. «Qanatê Kurdo100» ( Konfêransa 100-salîya Qanatê Kurdo, Amêd, sala 2009-an).

9. «Zimanê qewl û beytên êzdyan» (pirtûka «Şêx Fexrê Adîyan», «Dengê êzdîyan», Oldênburg, sala 2009-an).             

10. «Wêjeya kurdî li Yekîtîya Sovîyêt» (Yekemîn konfêransa navnetewî ya wêjeya kurdî, Zanîngeha «Kurdistan», Sinê, sala 2010-an). (Kovara «Wate», № 2, Hewlêr, sala 2010-an). 

11. «Nêrînek li dîroka kevnar: ji bingehên ola êzdîyan» (kovara «Mefel», № 1, Duhok, sala 2010-an). 

12. «Êzdîyên Ermenîstanê di sedsalîya XX de» (Konfêransa kurdnasîyê ya zanîngeha «Hekkarî», Colemêrg, sala 2011-an).

13. «Îdîolojîya li mîrgehên Erdelan û Baban» (Konfêransa «Erdelanîya» ya zanîngeha «Kurdistan», Si, sala 2011-an).

14. «Sê stûnên nasîonalîzma kurdî: Şeref xan Bîdlîsî, «Şeref name» (malpera «Riataza», sala 2015-an).

15. «Sê stûnên nasîonalîzma kurdî: «Dim-Dim» (malpera «Riataza», sala 2015-an).

16. «Sê stûnên nasîonalîzma kurdî. Ahmedê Xanî: 1» («Jîyan û berbang», malpera «Riataza», sala 2015-an).

17. «Sê stûnên nasîonalîzma kurdî. Ahmedê Xanî: 2» («Giringîya ziman», malpera «Riataza», sala 2015-an).

18. «Sê stûnên nasîonalîzma kurdî. Ahmedê Xanî: 3» («Nasîonalîzma kurdî», malpera «Riataza», sala 2015-an).

LI ŞÛNA PAŞGOTINÊ 

Tosinê Reşîd ne ku tenê helbestvan û nivîskarekî meyî bi nav û denge, lê ew usan jî ronabirekî netewîyî nasikirîye, karmendekî civakêyî pêciryayî û êgine di warê xwehesîn û hişyarbûna  gelêrî da–ji salên xortanîyê girtî hetanî  rojên îroyîn.  

Û Vê dema niha, dema berxwedana li Kurdistanê, dema xeza, koçberî û perîşyanîya gelê me, bi taybetî ya qir û xeza êzîdîyên Şengalê ew rehên yekîtîyê û biratîyêye saxlem û qenc di nava seranser civaka me da direşîne. 

Raste, ew van 23 salên dawî li Avstralyayê dimîne, lê herdem tê Rûsyayê, tê bajarê Yêsêntûkîyê nava mirovên xwe, li ku xanîkî cihê xwera kirî ye… 

Em, heval-hogirên pênûsê, maşoqên efrandinên helbestvan, nivîskar, lêkolînerê  hizkirî Tosinê Reşîd îro bi dil û can rojbûyîna wî pîroz û bimbarek dikin, temenê dirêj, jîyana aramî, bextewarîyê wî û malbeta wî ra dixwezin.  

Bila pênûsa wî herdem bi adan û rêj be ji boy pêşvebirin û gulvedana çanda meye netewî! 

 

PRÎSKÊ MIHOYÎ, 
Serokê beşê capkirina pirtûkan û weşanxanan ya Ajansa Komara Ûdmûrtyayêye weşanan û masmêdîayê (Rûsya),  rojnamevanê emekdar yê Komara Ûdmûrtyayê, endamê Fêdêrasîyona rojnamevanên navnetewî. 

Rûsya, bajarê Îjêvskê, 11.06.2016. 

WÊNE

Tosinê Reşîd li Colemêrgê, sala 2011-an

 

Bavê Tosin–Reşîdê Ozman

Dayka Tosin–Xezala Çolo

(ji milê çepê, rûniştine) Helbestvan Rizalîyê Reşd, profêsor Qanatê Kurdo û pismamê wî Memê Ahmê; sekinîne: Tosinê Reşîd, aspîrantê Qanatê Kurdo, doktor Husên Hebeş. Lênîngrad, sala 1979-an

(ji milêçepê) Qanatê Kurdo, Reşîdê Ozman û xanima wî Xezala Çolo, Tbîlîsî, sala 1927-an

(ji milê çepê) Reşîd Polatov û Qanatê Kurdo. Salên xwendkarîyê li Lênîngradê, bi texmîn sala 1929-an.

Nivîskar: Prîskê Mihoyî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply