Tag Archives: Pirtûk

Adar, 2019

  • 5 Adar

    Romana Sadiq Ûskanî, “Şampaz” Derket

    Romana Sadiq Ûskanî, “Şampaz” ji nav Weşanên Wardozê derket. Mesele, li Qoserê (Qezê) derbas dibe. Şampazekî kurd, xelkê dişêlîne, rût û tazî dike. Kalek jî dikeve ber xezeba wî. Lê kalo, dev jê bernade û dide dû wî sextekarî… Roman, hem ji hêla zimanê xwe ve hem jî ji hêla mijara xwe ve, di edebîyata kurdî ya modern da çirûskeka nû. …

Sibat, 2019

  • 27 Sibat

    Derheqê Pirtûka Kurdî Hîn Dibim Nirxandin

    Silav ji we re havalên Kurdîhez û Hêja! Weke ku min di parvekirina xwe ya ewil de gotibû ku “Ji bo kesek Kurd ku kesayetiya xwe cara yekem ku keşf kiriye û dixwaze di vê mijarê de dest bi xwendinê bike, berî ziman, wêje û hwd. dîroka xwe ji pirtûkeke rêkûpêk bixwîne; ji bav û kalên xwe, dîroka xwe loma …

  • 23 Sibat

    PIRTÛKA DR. NÛREDÎN ZAZA HAT ÇAPKIRIN

    Weşanxaneya Sîtavê û Pirtûka Konê Reş Li dor Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza Dr. NÛREDÎN ZAZA (Kurdê Nejibîrkirinê 1919–1988) JI ALIYÊ WEŞANXANEYA SÎTAVÊ VE HAT ÇAPKIRIN Pirtûka nivîskar Konê Reş ya ku li ser jiyan û têkoşîna Dr. Nûredîn Zaza nivîsiye ji aliyê weşanxaneya me ve ji çapê re hate amadekirin. Pirtûka ku ji bo 100 saliya jidayîkbûna Dr. Nûredîn Zaza …

  • 12 Sibat

    Kitêba Bahoz Baran, “Qîza Bavê Xwe” derket!

    Weşanxaneya Wardozê kitêba çîrokan a Bahoz Baranî ya bi navê "Qîza Bavê Xwe" weşandiye. Bahoz Baranî ji beriya kitêba xwe ya dawiyê du kitêbên çîrokan ên bi navê “A baş” û “Derb” nivîsîbûn.

Îlon, 2018

  • 30 Îlon

    Dewr û Gera Kurdistanê

    DEWR Û GERA KURDISTANÊ Mela Ehmedê Palo Amadekar: Mehmet Yıldırımçakar Mela Ehmedê Palo, helbestvanekî bi eslê xwe Kurdê Zaza ye lê berhemên xwe bi Kurdiya Kurmancî nivîsîne. Helbestên wî ji hêla şeklî ve klasîk in, lê naveroka wan modern e. Palo di hunera helbestê de gelekî serkeftî ye; wezn, qafiye, rîtm û hunerên edebî yên din bi zimanekî şayik û …

  • 28 Îlon

    Girr û Gallî Mindallanî Kurd

    GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD

    GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD Dîrokçeya Çapemenî û Medyaya Kurdî ya Zarokan Amadekar: Kenan Subaşı Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek …

  • 24 Îlon

    Fuara Pirtûkan Destpê Kir

    Çandname – Ji aliyê “TÜYAP Tüm Fuarcılık Yapım A.Ş.” û bi arikariya “Yekîtiya Weşangerên Li Tirkiyê” li Diyarbekirê şeşêm fuara pirtûkan tê lidarxistin. Fuara pirtûkan 25ê îlonê roja sêşembê dest pê dike û di 30ê îlonê roja yekşemê de bidawî dibe. Fuar li Navenda Fuar û Kongreyan a TÜYAPê tê li darxistin. Ev fuar ji ber ku li Diyarbekirê tê …

Tebax, 2018

  • 9 Tebax

    ‘Çîroka Mala Baz’ li benda we ye

    “Mala Baz” navê romeneke nû ye li romanên kurdî zêde bûye. Çîroka Mala Baz jî li ser Bedlîsa ku dema di bin mîrekiya kurdan de bû.  Em qala romana nivîskar Cîhan Roj dikin. Cihan Roj piştî gelek pirtûkên din din niha yeka din li ser zêde kir. Roj romana xwe ya nû bi navê “Mala Baz” pêşkêşî kurdîhezan kir. Pirtûka …

  • 9 Tebax

    Li Danîmarka romana nivîskara Kurd di rêza yekem de ye

    Li Danîmarkayê pirtûka nivîskara Kurd a bi navê “Dode Vaskeren” (Gassal – Şûştina Mirinê) bû pirtûka ku îsal herî zêde hatiye firotin û xwendin. Nivîskara Kurd Sara Omer ku li Danîmarkayê dijî, romana xwe ya bi navê “Dode Vaskeren” ku li ser enfal, êrişên kimyewî û êş û kulên Kurdan nivîsiye sala par belav kir. Li Danîmarkayê lîsteya pirtûkên herî …

Gulan, 2018

  • 12 Gulan

    Polat: Bi Kurdî Pirtûka Pedagojîyê

    Ji bo ku li bakurê Kurdistanê kurd desthilatdar ne bûne û dewleta kurdan tune bûye, lewre jî kurd ji gelek tiştan bêpar mane. Kar û xebatên ku niha têne kirin, pirên wan destpêk in. Hinek pirtûkên li ser hinek mijaran weke destpêkê yên yekemîn û pêngavên pêşîn in. Pirtûkên li ser felsefê, bi kurdî siyaset, pedagojiyê, nirxandinên edebî û hwd …