Li Danîmarka romana nivîskara Kurd di rêza yekem de ye

Li Danîmarkayê pirtûka nivîskara Kurd a bi navê “Dode Vaskeren” (Gassal – Şûştina Mirinê) bû pirtûka ku îsal herî zêde hatiye firotin û xwendin.

Nivîskara Kurd Sara Omer ku li Danîmarkayê dijî, romana xwe ya bi navê “Dode Vaskeren” ku li ser enfal, êrişên kimyewî û êş û kulên Kurdan nivîsiye sala par belav kir.

Li Danîmarkayê lîsteya pirtûkên herî zêde hatine firotin û xwendin hat eşkerekirin. Romana nivîskara Kurd ku ji 323 rûpelan pêk tê tenê di vê mehê de 50 hezar jê hatin firotin. Di lîsteya salane a pirtûkên herî zêde hatine firotin de jî “Dode Vaskeren” (Gassal – Şûştina Mirinê) di rêza yekem de cih girt.

Sara Omer ku cara yekem bi zimanê Denmarkî romanek nivîsî ragihand ku wê di wê romanê de li ser êşa jinên Kurd, dîroka Kurdan, jiyana Pêşmerge, neheqeiyên li dijî Kurdan û serhildanên Kurdan nivîsiye.

Sara Omer li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê xelata xwe wergirt.

BasNews

Etîket: BasNews, BasNûçe, Danîmarka, Dode Vaskeren, Gassal – Şûştina Mirinê, Pirtûk, Polylang KMR, Sara Omer

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Şîroveyekê bihêle