Fuara Pirtûkan Destpê Kir

Çandname – Ji aliyê “TÜYAP Tüm Fuarcılık Yapım A.Ş.” û bi arikariya “Yekîtiya Weşangerên Li Tirkiyê” li Diyarbekirê şeşêm fuara pirtûkan tê lidarxistin.

Fuara pirtûkan 25ê îlonê roja sêşembê dest pê dike û di 30ê îlonê roja yekşemê de bidawî dibe.

Fuar li Navenda Fuar û Kongreyan a TÜYAPê tê li darxistin.

Ev fuar ji ber ku li Diyarbekirê tê çêkirin wek xwepeşandana weşanxaneyên kurdan tê zanîn.

Hemû weşanxaneyên kurdan beşdar dibin û çalakiyên curbicur lidardixin.

Ji bo çalakiyên Fuarê hûn dikarin malper û hesabên tora civakî yên weşanxaneyên kurdan an malpera fuarê bişopînin.

About Rêvebir

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *