Derheqê Pirtûka Kurdî Hîn Dibim Nirxandin

Silav ji we re havalên Kurdîhez û Hêja!
Weke ku min di parvekirina xwe ya ewil de gotibû ku “Ji bo kesek Kurd ku kesayetiya xwe cara yekem ku keşf kiriye û dixwaze di vê mijarê de dest bi xwendinê bike, berî ziman, wêje û hwd. dîroka xwe ji pirtûkeke rêkûpêk bixwîne; ji bav û kalên xwe, dîroka xwe loma ji xwenasînê dest pê bike û piştî ku giha vê hişmendiya pêwîst, di qedemeya duyem de zimane xwe hîn bibe.”… Vêca bi izna Xwedê em gihan wê astê.

Ez derbasî taybetiya ku pirtûkê hêja dike bibim; taybetiya hêjabûna vê pirtûkê, ji vegotinek zelal û hêsan ji bo tirkîzanan pêk tê. Binyada armanca vê berhemê ew e ku ji bo kesên ku zimanê tirkî dizanin, zimanê Kurdî bi rehetî hînî wan dike.

Pirtûk ji 24 dersan pêk tê. Tiştên ku min di vê berhemê de pir ecibandiye jî ev e ku ji bo keseke ku nû dest bi hînbûna zimanê Kurdî kiriye, wan bi qaîde û dijwariyên rêziman aciz nake, berovajî birêkûpêkiya xwe xwendewanan motîve dike. Xwendina pirtûkê pir zelal û hêsan e. Û her tişt di cih de hatiye nivîsandin, ji ber ku di her rûpelê berhemê de weke ku mînak, qaîde hwd. di nav lewheyên cuda cuda de hatiye nivîsandin, serê mirov zû bi zû tevlîhev nake. Tişteke dî jî heye ku pirtûk ji aliyê mînak û temrînan ve baş e. Nivîskar di dawiya her dersê de bi berfirehî cî daye temrînên ku bi dersan têkildar in. Di dawiya pirtûkê de ferhengeke piçûk ji bo bêjeyên rêzimana Kurdî, bi tirkiya wan hatiye nivîsandin.

Hînbûna rêziman ji axaftin û nivîsandina ziman cudatir e, ez jî kurdî dizanibûm û min dinivîsand jî lê her car hin tiştên rêzimanî tevlihev dikir. (Belkî hê jî dikim :))
Ev pirtûk xeletîyên min ên rêzimanî sererast kir, min jê zêde sûd girt. Ev pirtûk li gorî min tenê ne ji bo kesên ku Kurdî nizanin e, divê ew kesên ku Kurdî dizanin ji bixwînin, çimkî perwerdehî û hişyariya ziman pir girîng e. Divê her Kurd vê girîngiyê bibîne û zimanê xwe hewl bide ku qenc hîn bibe. Zimanê devkî û zimanê fermî tiştên pir cuda ne.

Rexne: Berhem; ji bo destpêka hînbûna zimanê Kurdî ji aliyê hêsanbûnê ve baş hatiye amadekirin, ji ber vê yekê rexneyeke mezin a ku bikim nîn e. Jixwe berhem, ji ber ku ji 24 dersan hatiye amadekirin mijarên wê jî sînordar û bi cih bûn.

A rast min berê li gorî bernameya xwe ev parvekirina xwe hiştibû hefteya bê, lê min mêzand ku îro “Roja Zimanê Zikmakî Ya Cihanê” ye û çima ez jî vê parvekirina xwe di rojekê wisa watedar de parve nekim? Min jî bi wesîleya “Roja Zimanê Zikmakî Ya Cihanê” (ku li we hemûyan pîroz be) ev şîrove ji bo we amade kir. Hevîdar im ku ev peyama min a girîng, bi taybetî bigihîje wan Kurdên me yên ku haya wan ji zimanên xwe nîn in û qedr û qîmeta vî zimanê şerîn û zelal nizanin û xwe ji axaftina zimanê Kurdî dikişînin, û li dijî zimanê xwe yê zikmakî disekinin. Û dîsa hevîdar im ku hûn şopînerên min ên hêja û zana; heger li derdora we ji Kurdên ku min; di jorê de te’rîfa wan kiriye heb in, ji kerema xwe re van parvekirinên min bişînin ji wan re da ku bi rêya pirtûkan û bi rêya zanînê destên xwe bigihînin wan û heger ji destên me alîkariyek were jî, em ji bo wan bikin.

Türkçe
Selam Kürtçesever ve değerli arkadaşlar!
İlk paylaşımımda da söylediğim gibi “; Kürt benliğini ilk kez keşfeden ve bu konuda okumalara başlamak isteyen bir Kürt için dilden, edebiyattan vb. önce tarihini derli toplu bir kitaptan okumasını; ceddini, tarihini dolayısıyla kendini tanımadan başlamasını ve gereken şuura ulaştıktan sonra ikinci kademe olarak dilini öğrenmeye başlamasını arzuladım. ” Şimdi ise o kademeye ulaştık.

Kitabı değerli kılan özelliğe geçiyorum; Bu kitabı değerli kılan, Türkçe dilini bilenler için sade ve kolay bir dilden oluşmasıdır. Bu eserin temel amacı da şu ki Türkçe bilen kişilere rahat bir şekilde Kğrtçe’yi öğretmek.

Kitap 24 dersten oluşmakta. Bu kitapta beğendiğim şeyler şu ki Kürtçe dilini yeni öğrenmeye başlayanları dilbilgisi kuralları ve zorlukları ile sıkmaması, bilakis intizamlılığıyla okuyucuları motîve ediyor. Kitabı okuması çok rahat ve kolay. Her şey olması gereken yerde yazılmış eserdeki her sayfada örnek, kural vs. ayrı ayrı tablolar içinde yazılması da insanın kafasının çabucak karışmasına mahal vermiyor. Bir şey daha var ki eser örnek ve alıştırma kar yönünden iyi. Her dersin sonunda derslerle alakalı olan alıştırmalara geniş bir şekilde yer verilmiş. Kitabın sonunda Kürtçe dilbilgisi terimlerinin türkçe çevirisi ile verilmiş olduğu bir sözlük te yer alıyor.

Dilbilgisi öğrenimi konuşma ve yazmadan ayrıdır, ben de Kürtçe biliyordum ve yazıyordum da ama her zaman bazı dilbilgisel şeyleri karıştırıyordum. Bu kitap benim dilbilgisel hatalarımı düzeltti, kendisinden çok yararlandı. Bu kitap bana göre sadece Kürtçe bilmeyenler için değil, Kürtçe bilenlerin de okuması gereken bir kitap, çünkü dil eğitimi ve bilinci çok önemli. Bu önemi her Kürt görmeli ve dilini öğrenmek için çabalamalı. Konuşma dili ve resmi dil ayrı şeylerdir.

Eleştiri: Eser; Kürtçe öğrenmeye başlangıç için kolaylığı yönünden iyi hazırlanmış, bundan dolayı yapabileceğim büyük bir eleştiri yok. Zaten kitap, kitap 24 dersten ibaret hazırlandığı için konuları da sınırlı ve yerindeydi.

Doğrusu bu paylaşımımı, programıma göre gelecek haftaya bırakmıştım ama baktım ki bugün Dünya Anadili Günü ve neden ben de böyle anlamlı bir günde bu paylaşımımı yapmayayım? Ben de Dünya Anadili Günü vesilesiyle (Hepinize kutlu olsun) bu yorumumu sizin için hazırladım. Ümid ederim ki bu önemli mesajım dillerinden habersiz, bu tatlı ve akıcı dilin değerini bilmeyen, kendini Kürtçe konuşmaktan çeken ve anadilinin karşısında duran Kürtlere ulaşsın. Ve yine Ümid ederim ki siz değerli ve bilgili takipçilerim; yukarıda tarifini yaptığım Kürtlerden etrafınızda var ise lütfen onlara paylaşımlarımı yollayın ta ki kitap ve ilim yoluyla elimizi onlara uzatalım ve eğer elimizden bir yardım gelirse onlar için yapalım.

Navê Pirtûkê: KURDÎ HÎN DİBİM

Nivîskar: ÎSHAK ÇELEBÎ

Weşanxane: Weşanên Dara

Hejmarên Rûpelên wê: 131

Puan: 9/10 

 

@pirtukbihust (Lavîn Welatperwer)

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply