Pergalek, pergalek heye nîne qet dadmend
Hin kes pir xîzanin hinek ji pir dewlemend
Dirav e bûye armanca mirovên dînê dirav
Pir kes li berê bûye serxwar û stûzirav
Hinek neçarin nabînin qet nan û xurek û av
Laş ê wan lawaz dibe dihelin gav bi gav
Hinek ji li ser qerax ê çîyayê qaf dijîn
Ji bo berjewendiyê xwe dimijîn li xwîn
Ew kesin her daim ê stûnizm
Dirav jî ji xwera kirine xizm
Rakirine li ser vê cîhanê xizmatî
Ne nasin ap û met û xal û xaltî
Ber ê xwe dane mal û milk ê xwe
Pişta xwe dane heval û hogir ê xwe
Tenê ji xwera dixwazin, bûne xwebîn
Hay tunene ji doz û mirovahî û ji dîn
Belê malhebûn a wan dibiriqîne çav
Lê jîyan a wan dişibe xurek ê kêm şor û xav
Ku xwey tunebe di xurek da
Tu tehm û çêj namîne tê da
Emre MÛHARGÎNÎ