Va ye can bidesta min tê
Spîbextê min digel hiltê
Dil nema di sîng de hiltê
Hawar ji destê evînê
Va ye jankuja min hat
Ronahî da zinar û lat
Jê re dil û can kir xelat
Dermanê jana birînê
Min dil da dîlbera reşçav
Li min sotand dil û hinav
Borî li min nekir silav
Xema nexe xemrevînê
Reşçavan dîn û har kirim
Bê şûn, cih û war kirim
Bê hiş û bê zar kirim
Te ez dînkirim lê dînê
Şengebîya min negrî
Çê nabe bigrî canperî
Ronî hilê, wê tarî bimrî
Hilnede aleya şînê
Firîşta bihiştê Şengebî ye
Nazika şeng û perî ye
Kulaha hêvîyan, zerî ye
Qendê gezoyê şîrînê
Mihemed Hesko (Birasoz)
17.10.2018. Almanya