Helepce – Mistefa Rêzan

Warê roj û hetawê

Di bin barîna bombeyan

Ji dêleva beyanî baran

Tê baran bi topbaran

Beharên nevrûzê

Her bi qêrîna dayikan

Li ber guhê minalan

Xwe dixemilîne

Ji hestên azad

Belam dijmin

Dijmin

Bi dijwartirîn hestên xwe

Diverşe û dişêlîne

Gelê rojê

Li kuçe û kolanan

Can li dû can

Hildikşe û diçe

Û mirov tê xwarê

Ji mirovxwuran

Çi bikim

Ji tank û top û balafiran

Mirov tê xwarê

Û li ser siyê naedile

Çong li ber nedan

Dil lênad sengdil e

Belam dijmin

Dijmin segdêl e

AX!

Azizekan man

Mîna, Mizgîn, Nasraw

Wa hilate hetaw

Wa hilate taw

Hûn li kuderê ne

Deng bidin min

Deng bidin dengê min

Hûn li kuderê ne

Li ku manewe

Çima deng biliyawe

Nipînû bû kenên we

Mîna wan destên we

Ji lîsk û yariyekan we

Şad û şanazî

Qet nemawe

Azizekan man

Daykim dilêt

Emro

Emro Helepçe we

Helepçeyê şehîd

Mustafa Rêzan
15.03.2016 AMED

Derbar Mustafa Rêzan

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply