xatir

min xewnek dîtî çawa dûr ketim
bi xatirxwestin kelogirî çû
ferek ji çavên xwe li bal te hiştî
roniya rojê li xwe tarî kir

maweyek dirêj bendewar bûm ez
mîna pê zanî tim li bîrê bûyî
gelek kes hebûn ji bilî me li wir
bi çaverûyê bi me re dikenîn
me jî ji bîr dikir ew hesreta bar

min go vegere ev ne qeder e
kes bi vîna xwe xweserin ji xwe re
ramîn, fikirîn, nêrît û helwest
giş ji bo te ne, meke vê xeydê

me go hindikin ên bi janê dost
tenê ken nebû grîn bû me digirt
lewma tîrêja çavan venemir

wer bû birako dem hat tu hatî

kê digot emê qet qirên nekin

hevdu hêrs nekin paşê ne xeydin
lê te jî dizanî dil çi tenik bû
çaxê naxuyê çi teberik bû
ku ber ve hat jî ew qas noker bû

cîhan yekan bû bê şik û guman
çilo welidîn em jî bûn cîhan
lê ne yekan in em bê jimar in
meçe tu were bêjim jî ji te re
ji ber cihê bû cîhana bi te re
armanc û daxwaz ne yekin bi hev re
tu çûyî ketî nav hişê xweser

dibe nebînî dorhêl dirîne
bibînî hin car ber te ve hatin
bi tawanbarî avêtin sedyê
dest û mil û newq û ling pê ve pêçan

çaxê vedimire ew fera çavan
tuyê ne bînî tu car diriyan
lewma naxuyîn ku melkemot in
mirin bi dizî tê li derî naxê

ne riz ne qufle nabin bi ewle
dema nebînin herdu çav derve
dirî nîn in ew jehrederzî ne
li ser wê sedyê tu jî goriyî

dê û bavên me ku bi me şa dibûn
bi “ez gorî” yan em dilşad dibûn
çendî rast nebû lê ji kezebê bû
ew ne dirî bûn ne jahrederzî
çi hezkirin bû bihevşabûn gorî

ji bilî hevdu gelek kes dîtin
her yek ji me jî cîhanek xweser
baş û xerabên xwe diyar dikir
yên pihîn avêt destdirêjî kir
bi rûpelên nû vegûhestin ew

wa destbirako gazî li te dikim
di nav jînek de cîhan pir dihewin
ma te nezanî hemû cihê bûn
kî çibe ew e çima di xeydî
çilo tu kurdî û şernexwaz î
dema dibînî kurdên jixwe cihê
bi helwestên tuj ferê dikûjî

çi tekoşînek bi êş û jan e
kesê ne bihîst li dinê nîn e
ne hewceye keko enternasyonal bûn
heta ne bînin wê siya ber xwe
bi awirên dijmin li hev dîq bikin
ka mirovatî kaye wekhevî

waaa destbirako xatirek hebû
ku ew xatir mir li ser wê sedyê
hezar cîhan jî lê bê fêde ye
nexe fediyê û binpê neke
qenc bin jî xerab bin jî hevîr yek e
bi ax û zaran min wêran neke
ji dil û can biqîre
bêje aştî
tixûban rake hêviyê avde

li bajarên gewre ku em lê dijîn
mirovin hene destên wan bi tevn
tevnê dipêçin em pê nahesin
hinde bandorker bin jî destbitevn
me go bi arzanî nekûjin hestan

emê fireh kin dil bi temamî

da ku ne şibin yên kevnarê xwe
li jîna zindî li ser xatirê hev
bê xeyd û xapan bigirin destê hev
li hev bên rûken hevdu şa bikin

me pîvan danîn wa destbirako
weke kurdekî hê em nebûn kes
cîhanên cihê li ber hev danîn
li ser xatir û rûmeta ji berê
heke em werin ber bi hev lez kin
naxwe ez diçim bi xatirê we

6 Nîsan 2003
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply