ADARê

Adarê xweş Adarê
dildara kulîlkên biharê
strana hestên jîndarê
xeml û rewşa jiyanê
te em xistin nav vî arî

her bimîne binexşîne
erd û ezmên lihev bîne
bixemilîne raxe li ber me
nekişîne tu ji ber me
vê jiyana bextewarî

tu hatî çav li me ronî bûn
bi ser me de ewr firikîn
gûl û rihan xew ji me birin
kanî bi gihanên xwe sermest bûn
rabirdû di hiş de vejiya

ger tu herî ji vir bi dûr ve
me bihêlî li hêviya xwe
dîsa li paş xwe vegere
da em bigrin wê dîlanê
hemû şaxan bi carek şîn kin

kulîlkên janê dikin can
diheside ji wan cîhan
ji ber wê xemla teyî ciwan
dil dipekîne ji bedenan
li Adara meha janbir

18 – 24 Adar 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

About Rêvebir

Check Also

Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê

Di tesnifa ku Aristoteles (teqriben 335 berî bûyîna Hz. Îsa) ji bo metnên edebî kiribû …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *