Cejna Newrozê ye. Destpêka Nû Salê ye

Cejnê Cejnê Cejnê
Xanê rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Serê nû salê ye
Va dar dipişkivin
Çiya dixemilin
Bi zer û kesk û sor
Bi riçinê wek por
Çûk çivîk dixwînin
Hêlîna datînin
Dil lêdide bijen
Xwerist dibe bi ken
Mirov dibe rûgeş
Jiyan şêrîn û xweş.

* * *

Cejnê Cejnê Cejnê
Xello rok hat bejnê
Cejna Newrozê ye
Destpêka salê ye
Cejna ji sed salan
Roja bav û kalan
Heydê keko rabe
Bi vê rojê şabe
Em dadin agir e
Ser zinar û gir e
Agirê vê rojê
Nîşana Newrozê
Derenge zû rabe
Tev dostên xwe şabe.

Konê Reş
21 Mar 2019

 

About Konê Reş

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *