ma qe her dem ne baran û babelîsk in, bitav û tavgehên wan jî hene. ma qe her roj mirin û sela nîne, zayîn û rojbûnên wan jî hene. ma qe jiyan timî tehl e? car-caran şîrîn e jî. ma qe mirov her wextî bêhêvî namîne, pirî caran bihêvîye jî. ma qe jiyan bi girîbûnê derbas …
Cotmeh, 2023
-
11 Cotmeh
Qesîdeya Evînê
Ey Mela, sal bi sal ya le geriyam çiye Eger ew sir eşq bê, ya dil disotê çi ye? Ey Feqî, ya mirov dîn û har dike dilber e Ya dil disotê ne eşq e, tîra firqetê ye Ey Mela, te çendî xwendiye ji elîf û bê yan Jehr e an hingive ya dibarê ji lêvan? Ey Feqî, ilme …
Îlon, 2023
-
27 Îlon
Reşbelek
Ey saqî, ji kiteba noqteyek im Ji deryaya dilopek im Ji qedehê qurtek im Ji can û bedenê ve pifek im Ey saqî, ev çend sal in digerim li dost û hevalekî Min nedît û nasnekir yekî weke te dilpakî Dinya xayîne, ne bû yar, her bûye bar Her ku me jê bawer kir ew bû arekî dijwar …
-
23 Îlon
Xîret Bikin Meyûs Nebin
Ey bira îro’j mera lazim ku em xîret bikin Nav xo da çendek miran, pîsan ji nav xo dûr bikin Firset e îro ji bo me lazim e meyûs nebin Lewre ye’s duşmanê xedar e bi hîlê wer nebin Şîrê xîret bend bikin her çar teref baxê gulan Darê ku nîne di nav kund jî di şûna bulbulan Hûn hişar …
-
15 Îlon
Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim
Tenê guhdariya bêdengiye dikim Lê di bêdengiye de çiqas qîr û hawaran dibihîzîm Kes pê nizanê. Behna bajarekî ji ber teqîna maye tê behvila min Rê û şopên piyên min dinav li xwegerîneke gûmanwarî de ye Dîsa jî di hembêza xwe de hêviyên ber bi serkeftinê dimeyenim. Bi tev hebûna xwe, êş û xemgîniyan li paş xwe dihêlim …
-
9 Îlon
Miletê Min (Helbest)
Miletê min, her bilind be rûmet û nîşanê tu… Tu hêwinga şêr û mêrxasan, hemî rêzanê tu… Lew Selaheddîn û Keyxusrew kur û yaranê tu… Xweş dixemlînî cihanê pêşewa însanê tu… Stêrka birca şeref ew bext û îqbalê te bit… Xelk û însanên dinê rêwengiyên kerwanê tu. Serkaniya îlm û îrfanê welatê te’y qedîm. Mezopotamyaya antîk, navenda cihanê tu. Tu …
Tebax, 2023
-
31 Tebax
Ez hunera te me
Tu yê her tiştî, ji min bistînî Canê min hildî, min bimirinî Lê, dizanim tiştên baştirîn bidî Bi tewreke nû min biafirinî Ew tiştên ku min digot ê min in Yek ji wan jî, ne yê min bû Ez bixwe jî, ne yê xwe me Di hebûna min da, tu keda min tune Bi her tiştên xwe, ez hunera te …
-
30 Tebax
Çavzeytûna min
ez ê pêrgîhatina te bi bişirînên gulrengîn pêşwazî bikim xalîçeya qedîfe li ber lingên te ya narîn raxim delaliya bejna te ya zirav bi fîstanê hevrîşimî bixemilînim li ser mizgîniya xêrê kilama agirê evînê bilorînim di şadiya sermestiya xwe de semaha îlahiyan bigerînim çûka dilê te ya nazenîn di hêlîna qefesa xwe de bihewînim keziya porên te ya xumrî bi …
-
29 Tebax
Dengvedana Derengmayî
Ez hew dinivîsînim Ber ew dîroka hilweşandî û tar û mar, Ew kavilên ku bûne hêlîna kundan, Ew zimanê ji şîr spîtir ji hingiv şîrîntir Ku bûye qedexe û hatiye jibîrkirin, çîroka xwe binivîsînê. Ez hew deydikim Ber ew jinên ku di temenê bûkaniyê de Li hember hovên sedsala bîst û yekê de Bi çekan pareziya namusa xwe dikin, …
-
10 Tebax
Ez û Navenda HRRKê û Sala Melayê Cizîrî
Serê sala nû 2023an de Navenda HRRKê li Qamişlo, ev daxuyanî belavkiriye: (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) sala 2023ê wekû sala Melayê Cizîrî bi nav dike û ji boyî qad û cîhana rewşenbîriya Kurd û Kurdistanî radigihîne. Di vê salê de, dê HRRK’ê hewl bide ku piraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, …