Tag Archives: Helbest

Sibat, 2024

  • 2 Sibat

    Çîrokek Nejibîrbûyî

    Dayê, jiyana te bi kul û xema xemilandiye Ev çiya û ev deşt li ber şopa pîye te ma ne Di sîtila te de hêvîyên jiyanê hatine dotin Ji xeftanê te qozeqeran ava dikim Tu bûye bêrivana kerîye pez, bûye strana dengbêja Di bilûra şivanan de awaza te Di dergûşa nûxuriye malê de lorîna te dengvedide Daye, tu mîna welatê …

Rêbendan, 2024

  • 27 Rêbendan

    Gulpikvanê!…

    Gulpikvan hat ronî veda Şageşî di dil de hilda Payîza temen kir buhar Serxweşkirim şêt û şeyda Şagul berbû hat civanê Rengizand dorhêl ciwanê Bi xeml û xêza kurmancî Rûjîn vegeşkir cananê Tu bixêrhatî lewendê Şev û rojan mam li bindê Dil bi êş û perîşanim Pesindarê te me rindê Girnijî gulpik bişkuvîn Bi dev û lêvên hinguvîn Silav da …

  • 8 Rêbendan

    Di 119 Saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî de Helbestek Cegerxwîn

    Konê Reş Bi helkeftina ku di roja 5.1.2024an de, 119 sal di ser rojbûna lehengê Kurd Apo Osman Sebrî re derbas dibe, bi min xweş e ku, ez wî bi van gotinan û vê helbesta ku seydayê Cegerxwîn di pesnê wî de gotiye, bibîr bînim.. Ew ne yê jibîrkirinê ye.. Gelo! Osman Sebrî kî bû ta ku ez wî wek …

  • 8 Rêbendan

    Komkujî (Helbest)

    Ev çi zulm e li ser me! Qedexe kirin zimanê me! Ew zimanê ku Xweda daye me. Ev helwest: Nemirovî ye, ne jî Îslamî. Ev barbarî ye! Wehşet e! Paşverûtî ye! Taxûtî ye! Îdîa îlahtiyê ye! Lewre, dibêjin: Bi zimanê ku Xweda daye we neaxivin, nejin! Ev zimanê ku me ji bona we minasib dîtî ye bi wî zimanî biaxivin! …

Hezîran, 2023

  • 21 Hezîran

    Qetrat

    em şevdêr in, şevê li ber bayê eşqê didêrin. wek ehlê dinyayê li şevê nanêrin, bi hikmet û xebatê rojê diqedînin. *** Şiv dane desta, gotin şivan e Gav evet ber dewaran, gotin gavan e Min xwe ji bo eşqê perîşan kir Çima hê dibêjin Ridwan e *** Were carekê te bibînim Vî dilî bi eşqa te bi meyînim Bi salan di dile xwe de hilînim …

  • 15 Hezîran

    Kaosa Tertoqî

    Kaos rût e, bibîne Li rewşa xwe meyzêne Çawa jiyaneke tertoqî8 dijî Li her tiştî diterpilê û tu dikevê Dikevê binpiya, bin zemînê, binê dojehê Pora te spî bûye, Çermê te reş Ev çend sale ku te nanê tenûrê nexwariye gelo? Ev tev kaos te diçilmisênê An rastiyên jiyana ku nehatiye jiyîn Ez deqerû me Bêperde dibejim rastiyê Bêparzûn direşênim …

Sermawêz, 2023

  • 27 Sermawêz

    Mîrate

    Ji bavê min ra Şev tarî, şev bêdeng û bêkeys e Qêrînek tê: dibê ” Bavê min tuneye” Dem serê xwe hildide diçe, tu nikarî bidî sekinandinê Kok dirize, belg zer dibe, Dawî li kulîlkê diqele, Asîman diqelişin, Çiya dikevin nava şermê! Êşâ dawiyê xwe dide xuyakirin…. A ku nayê guherandin her rastî ye. Mirin mîna zarokên bêkes e Tena …

  • 26 Sermawêz

    Helbest Ji Bo Zarokan

    Ez gelekî dixwazim bibêjim ku ji bo zarokan tiştekî bi navê helbestê tuneye. Derbarê zarokan de gelek helbest hene; û hin ji helbestên baştirîn ên ku heta niha hatine nivîsîn li ser zaroktiyê ne; piraniya helbestvanan, herî dawî yan jî dawiya dawî wê pêvajoya dawetkar -ciwantî û mezinbûna xwe- kişf dikin. Qismekî mezin ê ku jê re kanona helbesta zarokan tê gotin, qet ji bo nûciwanan nehatibûn nivîsîn; bêtir ew helbest bûn ku mezinan ji bo zarokan minasib didîtin. Vê kanonê jî antolojînûs diyar dikin.

  • 24 Sermawêz

    Bixwîne

    Bixwîne heta çavê te ronahî jê kêm be, bila şaneyê hişê te biweste, wê demê fikr û ramanê te wekî çira di tariya şevê de vêkeve şikeft ronî be bixwîne.   Pirtûkan di refande nehêle, yekî rake bila yek bikeve dewsê, heta tu rastê rastiya koka bav û pîrê xwe hatî, rûpelê pirtûka bi ser hev de biqûlibîne bixwîne.   …

  • 22 Sermawêz

    Ey Xweda

      Me alaya mirovahiye bilind kir Tu nehêle ku dakevê, ey Xweda Me kelha dadê ava kir Tu nehêle ku hilweşê, ey Xweda Me ji dîn û zanîne şûr û mertal çêkirin Tu şûrên me tûj, mertalên me bihêz bike, ey Xweda Ev xak, bi namus û rûmetê hatiye avdan Tu bêrûmet neke, ey Xweda Ev welat nîşana fermana Te …