Sputnik: Bi navê Çandname kovereke dijîtal li kovargeriya kurdî zêde bû

Kovara Çandnameyê bi mottoya “li pey şopa bav û kalan” li kovargeriya kurdî zêde bû. Çandname kovareke dijîtal e û dê her demsalekê hejmarek der biçe. Edîtorê kovarê Xelîl ragihand, “Armanca kovarê zêdekirine hilberîna berhemên bi zimanê kurdî ye.”

Kovara Çandnameyê ya dijîtal dê her demsalê hejmarek der biçe û dê hewil bide bi hemû zaravayên kurdî nivîsan biweşîne. Di kovarê li gel nivîskarên ezmûnger yên weke Berken Bereh, Paşa Amedî, Zîwer Îlhan, Loqman Polat û Dilbikulê Cizîrî gelek nivîskarên ciwan jî bi xebatên xwe mil dane hejmara yekemîn. Yek ji edîtorê kovara Çandnameyê Ridwan Xelîl ji Spûtnîk Kurdistanê re behsa Çandnameyê kir.

‘NIVÎSÊN DI MALPERÊ DE DI ÎNTERNETÊ DE JI BER ÇAVAN WINDA DIBIN BI VÊ HINCETÊ ME BIRYAR DA HIN NIVÎSÊN KU JI ME RE HATINE ŞANDIN WEK E-KOVAREKÊ BIWEŞÊNIN’

Ridwan Xelîl got, “Malpera Çandname di 2015an de dest bi weşana xwe kir. Pîştî 2 salan me biryara weşangeriya dijîtal da û me got nivîsên di malperê de diweşin di nav înternetê de ji ber çavan winda dibin bi vê hincetê me biryar da hin nivîsên ku ji me re hatine şandin wek e-kovarekê bidin hev û bi rûpelsaziyekê baş di formata PDF de biweşênin.”

Ridwan Xelîl balê dikşînê ser kovargeriya kurdî û dibêje, “Kovargeriya kurdî niha li ber tûnebûnê ye. Êdî tu kes nema kovaran dikirê û dixwenê, ji ber vê yekê kovarên kurdî an kurdewar yek bi yek dawî li weşana xwe tînin. Yanî ji aliyê xwendevan jî ji aliyê nivîskar jî li tirkî pirsgirêkên mezin hene.”

‘E-KOVAR QADEKE NÛ YE, YANÎ DÎJÎTAL E, LI SER ÎNTERNETÊ TÊ XWENDIN’

Berpirsê Çandnameyê: “Çandnameyê di kovargeriya kurdî de cihekî girîng digirê. Çima? ji ber ku hesantir digihê destê kesan. Li ser nivîsên nivîskarên nû disekine, ji kovareke normal betir me ked dayê.”

‘EM DIXWAZIN EV XEBAT LI SÎNORAN NE ELIQE Û DI HEMAN DEMÊ DE LI HER DERÊ DINYAYÊ BELAV BIBE’

Xelîl sedema çapkirina kovareke dijîtal wiha vêdibêje: “Yek; em dixwazin ev xebat li sînoran neeliqe û di heman demê de li her derê dinyayê belav bibe û kengî kurdek bixwaze xwe bi sê-çar pişkokên komputerê bigihîne vê xebatê. Dudo; wek tê zanîn xebatên kurdî yên çapkirî bi zor û zehmet tên belavkirin û gelek caran jî mixabin weşangerên wan xebatan dikevin nav zirar û zîyanê. Ji ber vê yekê gelek xebatên Kurdan di nîvî de mane an jî piştî hejmara yekem derfet nedîtine ku hejmara duyem biweşînin. Ji ber van herdu sedeman me biryar da em wek dijîtal kovara xwe biweşînin.

‘EM NE TENÊ BI ÇANDA KEVIN VE HERWIHA BI ÇANDA MODERN VE JÎ ELEQEDAR IN’

Xelil derbirî: “Kovara me li ser çandê disekinê wek di dirûşma li ser bergê wê hatiye nivîsîn ‘Li pey şopa bav û kalan’ e lê bi reng û dengên jiyanê. Yanê ne tenê bi çanda kevin, herwiha bi çanda modern ve jî eleqedar in.”

Mevlut Oguz
Sputnik Kurdistan

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply