Bianet: E-Kovara Çandnameyê hat weşandin

Malpera Çandnameyê ya ku nivîs û nûçeyên li ser çandê belav dike, E-Kovareka sêmehane bi heman navî weşand.

Berpirs û xwediyê kovarê, Firat Bawerî ye û di lijneya weşana kovarê de; Paşa Amedî, Omer Bextiyar, Firat Bawerî, Abdullah Araf, Ridwan Xelîl hene. Bergsaz û rûpelsazê kovarê Ridwan Xelîl e.

Di Kovarê de helbesta “Helebçe”yê ya helbestkarê navdar, Berken Berehî jî cih digire.

Ji bo dîtina jimara yekem, vê dûvelankê bitikîne.

ÇAndnameyê jimara yekem ya E-Kovara Çandnameyê bi van gotinan daye nasîn:

“Koma me bi navê malpera “www.candname.com”ê ev du sal in di xizmeta gelê xwe de bû. Piştî tecrûbeya du salan bi hevalên ku malperê birêve dibin re me biryar da ku em bi navê malperê, e-kovarekê jî derxin û bo çand û zimanê Kurdî xizmeteke din jî bikin.

“Çima e-kovar?”

  • Yek; em dixwazin ev xebat li sînoran neeliqe û di heman demê de li her derê dinyayê belav bibe û kengî Kurdek bixwaze xwe bigihîne vê xebatê divê bi sê-çar pişkokên kompîtirê karibe.
  • Dudo; wek tê zanîn xebatên Kurdî yên çapkirî bi zor û zehmet tên belavkirin û gelek caran jî mixabin weşangerên wan xebatan dikevin nav zirar û zîyaneke aborî. Ji ber vê yekê heta niha gelek xebatên Kurdan di nîvî de mane an jî piştî hejmara yekem derfet nedîtine ku hejmara duyem biweşînin.

“Armanca malpera “çandname”yê ev bû ku beyî sîyasetê tenê bi çandê; ev çand çi çanda kevn û çi ya nû be, ji bo kelepora Kurdî bibe war û welatek û tê de bi rihetî û azadî geşt bibe. Di vî warî de, em ji hemû şopîner, xwîner û nivîskarên xwe re spasî û minetên xwe pêşkêş dikin ku ji destpêkê heta niha eleqeyek mezin nîşanî me dan. Mala wan hezar caran ava be.(MB)

Murat Bayram
Bianet Kurdî

Derbar Rêvebir

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply