Şîretên Welatparêzê Hêja, Apê Osman Sebrî (Kaset -1)

 A: Amed û  Zîn

Apo: Apê  Osman Sebrî

Hevpeyvînên salên (1984-1988)

Apo: Tu çi dixwazî bipirsî ez ê ji te ra bersivekê bidim.

A.: Em ji xwe ra bipeyvin.

Apo: Em bipeyvin, serçava.

Bi tevahî şîreta min ji hemî Kurdan ra ev e ku em şerê hev nekin. Tu carî nayê bîra min û nakeve ‘eqlê min ku miletek gî li ser fikrekê hereGava here, me’na xwe keriyek pez e, ne tiştekî din e. Divê em her kes bi fikra xwe xizmetê welatê xwe bikin. Rêya xizmetê welat ev e ku em şerê hev nekin. Yek dikare mîna te nefikire, tu jî dikarî mîna wî nefikirî. Ne şert e ku bibê: “Na, illa bila mîna min bifikire, ya bila mîna ê din bifikire”. Bila mîna xwe bifikire, lê ji bo welatê xwe û ji zarokên xwe ra dîsa ez vê wesiyetê dikim: “Wek xwe bifikirin, bes xizmetê welatê xwe bikin, bi ‘eqlê xwe û bi fikra xwe”. Gava ez bînim merivekî mecbûr bikim ku were mîna me bifikire, ew fikra ne tiştekî rast e. Lê, mîna xwe bifikirin. Em dikarin bêjin: “Ji me ra baş be, xirabiya me meke, bira em birayê hev bin”. Eva mumkun e. Lê, a ketiye serê birayê me yê Kurd ew e ku dixwaze ille tu mîna wî bifikirî. Va nabe, ezbenî! Tu cara du însan wek hev nexuliqîne, çawa bi hezaran ewê wek hev bifikirin. Ha bi hezaran, bi sed hezaran, em fikrekê qebûl dikin, lê, her yek em ê li gora ‘eqlê xwe bi wê fikrê bigrin, ne goreyî ‘eqlê yê din. Ê me Kurdan, bi me ra welê tiştek çêbûye em dixwazin ille hevalê te mîna te bifikire. Lê, welê nabe. Gelekî zehmet e.

Îro, bela me Kurmancan a mezin ev e ku em nikarine hevalê xwe di fikra wî de serbest bibînin. Em dibên: “Na, ille, bila mîna me bifikire”. Em bibên gava bila mîna me bifikire, ew nikare bi kêrî xwe û bi kêrî welatê xwe bê. Bila mîna xwe bifikire ji bo welatê xwe.

Eger me bikariya miletê xwe têxista rêyekê, yek rê, ku şerê hev nekin, ez bawer im di demeka nêzîk de me yê bikariya xwe bigihanda heqê xwe. Îro, em de’wa heqê xwe dikin, lê, em negihane vî warê ku em wê dozê bikin. Lê, tevî vê, baweriya min gelekî mezin e ku dijminê me, eger li îraqê be, eger li îranê be, eger li tirkiyê be, bi ehmeqiya xwe wê Kurdan rakin ser lingan û Kurd ewê heqê xwe bistînin. Ez bi vê gelekî bawer im.

Ji xwe, gava Rehmetî Barzanî çû, xwe avête hembêza şah, hinek heval hene bawer dikin ku ez jî tiştekî fam dikim, gotin:

– Apo, vê carê çi ji me ra ma?

Min got:

– Ehmeqiya dijmin.

Bi Xwedê îro – Xwedê wan sitar bike (!) -: Xomênî, Sedam û Kenan – sê ehmeqên welê di dinyayê de kêm peyda dibin, eger ê çaran hebe, ez nizanim.

Îca, a li ser me maye ew e ku em qedra nêrîna hev bikin, em ji hev ne xeyidin çima birayê min mîna min nafikire. Ê min, sê lawên min mîna hev nafikirin. Her sê jî Kurd in. Em ê çawa bikarin yek mîna ê din bifikire? Lê, hin ramanên gelemper hene em dikarin qedrên wan bikin, tevî ez pê ne yî razî bim jî. Ji bona birayê min ew fikre girtî divê ez qedra wî bigrim, ne şerê wî bikim. Haem bişerêhevkirinê de ketine nava dest-lingên xelkê.

A.: Erê, Apo. Niha, em hevdî jî dikujin.

Apo: Apo, ne tenê me kuştin kiriye, me ji kuştinê xirabtir kiriye.

Îca, di demeka zû da bela me Kurmanca dudu ne. Eger xelk belayên me Kurdan pirr dibînin, ez belayên me Kurdan di du tiştan de dibînim. Yek, Kurdan bi mesela zewacê xwe xira kirineÎro, mêrkê Kurd bi mêrkê Kurd bawer nabe, dere bi xelkê bawer dibe. Çima? Sebebê wê çi ye? Sebebê vê me aniye qîzên xwe firotine. Kî perên wî pirr in, an kî malê wî heye, qîza xwe didine wî. Û li cem qîskê jî ew heq tune ye bêje ez nakim. Îca, îro em gîhane halekî werrê ku qîzek qelenê wê hindik be, diqehere. Li min binêre! Qîzeka xwendekar a zankoyê têye cem min. Min jê ra gotiye: “însanek heye hez dike bizewice. Merivekî ez pê bawer im ku î pak e, lê, ne ji wan kesên ku qelen bide”. Bi Xwedê rûyê wê tirş bûye mîna tu kevirekî li ser çavên wê de lêxî! Çawa qîza filanî bi çil hezarî bidin û, ê wê, ew bê qelen bê dayîn? Û min jê ra gotiye: “Qîza min, min li welatê xwe du xwehên xwe dane, heram be desmalek û ne kirasek, min qebûl nekiriye. Û li vira jî, min du qîzên xwe dane, dîsa heram be ku destmalek anîne”. Na, bi Xwedê, ‘eyb e em qîzên xwe difiroşin!

Îca, gava ev qîzik bi qelen têye dayîn, çi pê ra çê dibe? Qîzik belkî çavê wê li ciyekî din be. Gava bê dilê wê didin yekî din, ew nikare lê hez bike. Niha, em te bêdil bizewicînin, tê li jinkê hez bikî? Tu nikarî. Ew jî lê hez nake. Salek dere, dudu derin, zarok çê dibin, mêrik dibîne ku jinik lê hez nake, ew jî lê hez nake. Hezkirina wî ya berê dere. Îca, ew ê derewa li jinkê bike, jinik ê derewa li wî bike. Keçik şahidê derewên dêya xwe ye, nav malê dizane. Lawik şahidê derewên bavê xwe ye, derê malê dizane. Dersên derewan ên pêşî ji dê-bavên xwe birine. De ewê ku bi dê-bavên xwe bawer neke, ewê çawa bi min û te bawer ke, Kurdo? Derin bi xelkê bawer dikin. Niha, ku Kurdekî çiqa î hêja be û camêr be, dibên: “Ma lawê kê ye?”. Gerek e ille lawê paşê be, an lawê axê be!

Bela me ya duduyan jî ji ku de hatiye? Yek, me got zewac e. A duduyan, gava dijminê me xwestine serdestiyê li me bikin, ji berê da bi hezar salan, pîsên me anînekirine serok. Kî pîs bûye, li pê wan çûye, ew anînekirine serên me: bûye beg, bûye axa, bûye paşe… îca, em bindestê peyayê kolîdar de mezin bûne. ha, here binêre. Îroro, tu dinêrî zarokên şêxan, pirrên wan, yan bûne casûsê muxaberatan, yan bûne Komonîst. Komonîzim dijî diyanetê ye. Eger vana kari bûyana zarokên xwe şiyar bikirana, wa ne dikirin. Ê ku nikare lawê xwe şiyar bike, kînga dikare miletekî şiyar bike û têxe ser rêya rast. Şêx, bi xwe, me bi hezara xirabiya wan dîtine. Ji xwe pîsîtiya axan tiştekî nas e. îro ro, xortên me rabûne de’wa komonîzmê bi ‘eqlê axê dikin. Dibêjin: “Axa pîs e”. Kuro, tu jî mîna axê pîs î! Axa bi kirên xwe pîs bû, ne bi navê xwe. Dixwaze axê bi navê wî pîs bike û kirên axê bi xwe dike. Ne rast e!

Apo, bela me ev e: em şerê hev nekin. Ji bo îro em şerê hev nekin. Tu mîna min nafikirî, ez jî mîna te nafikirim. Çi heqê min heye ez şerê te bikim? Tu bi ‘eqlê xwe, ez bi ‘eqlê xwe, em xizmetê welatê xwe bikin. Kî ji me î jêhatî ye, bila çêtirî ê din bixebite, milet wê wî bibîne. Paşê, tiştekî din heye, hê ji gişkî mezintir e. Ma gelo em ji bo miletê xwe dixebitin, an em ji bo xwe dixebitin? Divê em ji bo xwe bixebitin. Gava em dibên em ji bo gel dixebitin, me’na xwe em dixwazin ji xwe ra navekî çê bikin. A niha, merivekî çiqasî xizmetî bavê xwe bike, mineta wî li ser kesekî heye? Na, tune ye. Miletê me bavê me ye. Gava em ji miletê xwe ra dikin, em ji bavê xwe ra dikin. Jixwe, li ser vê min gotiye:

Ger te divêtin bizanî dûşa min pirtir, di hemî waran de

Ez ji bo gel, ne gel ji bo min

Ez Kurd im, ez ji bo xwe dikim. Kî çi bike, ji miletê xwe ra ye; heqê wî tune ye ku minetekê bike gotin. Minet tune ye. Milet bavê me ye. Ha, çi gava em milet di bin xwe ra bibînin, wê çaxê, dibe minet.

A niha, ê min, ez hevaliya kesekî nakim. Gî birayê min in. Kî hez dike bibe birayê min, ser çavê min. Ez qebûl dikim. Lê, ez hevalî bi kesekî ra nakim. Kurd gî birayê min in. Ez nabêm: “Ev wa ye, ew wa ye”. Karê min bi wa tune ye. Kurd e? Erê.

Yek têye cem min, ew û jina xwe, sê sal in. Xwedê min kor bike hê ez nizanim ew di kîjan partiyê de ne. Ji min ra karê min çi ye? Ramanên min ên gelemper ew nas dikin. Ramanên min ên gelemper ev in: “Em şerê hev nekin ji bo miletê xwe” û qediya û çû. Zêdeyî wê ez tiştekî naxwazim. Bi Xwedê hin tên, ez navên wan jî nizanim. Gava yek navê xwe ji min ra nebê, ez navê wî nizanim. Birayê min Kurd e, qediya û çû. Ha, divê em li ser vî esasî bimeşin. Ne em rabin şerê Kurdan bikin. Di nava her miletî de xirab hene. Di nava me Kurdan de hên xirab pirrtir in, çima em serekî dirêj di bin destê miletên din de mane. Yek ji zanayên civaknasî dibêje:”Miletek serekî dirêj di bin destê miletên din de ma, sinçiyên wî wenda dibin”. Em serekî pirr dirêj di bin destê xelkê de mane. Sinçiyên Kurdan xira bûne. Divê em bizanin xirabên me ji yên xelkê pirrtir in. Lê, tevî wê, ewê xirab îşê min pê tune ye, ez xirabiya wî nakim. Tiştê ku li ser me wacib e, ewê xirab silavê ne dinê, em pişta xwe bidinê û em hevaliya wî nekin. Ne em herin şerê wî bikin. Ha, kînga yek hat di rêya xebata me de sekinî, em ê di serî wî de lêxin. Bila lawê min be, bavê min be, em ê di serê wî de lêxin. Herwekî di rêya xebata me de nasekine, ewê xirab ji xwe ra î xirab e. Gava em bikarin her kes di tala xwe ra rûyê xwe ji ê xirab bidin alî, ê xirab hindik dibin. Lê, îro, em bala xwe didinê ên ku çûne bûne peyên muxaberatan, Kurmanc jê ra destepostiyê dikin, heya ku xisarê nebîne. Divê em pişta xwe bidin wan heya ku ew wê rêyê negirin. Ev rêya pîs e. Xulamiya xelkê kirin jê pîstir tune ye. Lê, tevî wê, divê em şerê wî nekin, silavê ne dinê. Ev tenê têrê dikê û zêde ye jî. Ê ku ne xulamê xelkê ye, xwedî ramanan bin, divê em qedra ramanên wî bigrin. Niha, me lê hez nekir, pişta xwe bidê. Em her kes bi fikra xwe, ji miletê xwe ra bin, em ê qenciyê bêtir bikin, em ê bigêne hev û em ê serê dijminê xwe jî bişkênin. Bi Xwedê, gava em şerê hev bikin, tu carî berê me na gihê hev.

A.: Me hên hêştir ne aniye, em derê xanî bilind dikin?

Apo: Apo, ne çîroka wê ye jî. Bi Xwedê, ji xizmetê xelkê kirin tiştek pêve nîne. Tim dixwazin xizmetê xelkê bikin, gava şerê hev bikin. Niha, evên ku şerê min dikirin, min jî dikarî şerê wan bikira. Lê, min nekir. Gava ez bikim, ez gunehkariyekê dikim, ez xirabiya miletê xwe dikim. Ma ew kî ye? Ew jî ji miletê min e. Divê ku em bêlin ku ew fedî bikin ku wa tişta nekin. Çûn li ser min bi hezaran gotin kirin, derew kirin, tawliyê ew boş derketin û min dizanî bû ew ê boş derkevin. Lê, her kes sebir nake ku nikare şer neke. Ferq ev e. Tenê a ji me Kurdan ra divêtin: em şerê hev nekin. Me karî bû, em li hev hez bikin; me nikarî bû, em pişta xwe bidin hev, şerê hev nekin. Her kes di tala xwe ra bi fikra xwe, ji bo miletê xwe bixebite. Paşê, ne mumkun e ku miletekî giş bi fikrekê bigre. Keriyekî pez nikare li pê şivanekî here. Miletek nikare li ser fikreyekê here. Çima? Raman çê dibin, lê divê ew ramanine şerê hev nekin. Her kes bixwaze di nava milet da xwe xurt bike, ne şerê hevalê xwe bike. Bila bixwaze milet gî bîne rêya xwe. Em nabêjin na.

A.: Celadet Bedir-Xan ji te mezintir bû?

Apo: Pir ji min mezintir bûn, ew û Kamuran ewana gava esker bûn, ez zarok bûm. Di nava min û wan de bêtir 25 sal ferq heye.

A: Wan gazî te kir ku tu di hawarê de binivîsînî?

Apo: Na, apo. Di serekî dirêj de, em ketin gewriya hevdî. Ne ramanên wan begîtî, mîrîtî û filan bûn. Ê min jî, min li vî tiştî hez nedikir. Ji bo wê, em ketin gewriya hev. Û ez tenê bûm. Wê çaxê, ez nû hati bûm. Wê çaxê, min Erebî nizanî bû. Belê, gava min dît Xoybûn ji xwe ra kiri bûn navgînekî kelkdar, û evê din çend beg û axa bi xwe ra kiri bûn heval. Xoybûn partiyeka bingeha wê tune bû, bes Komîta wê ya Navendî hebû. Du peyayê wan hebûn: yek, ji Cizîrê bû, yek ji ‘Eyn Erebê bû. her du jî … Ew bi xwe tiştekî wan tune bû. Bes, tenê bi vî navî Mala Bedir Xan nan dixwarin û evê din jî li pey wan dibûn. Gava min welê dît, me ji wan ra got -ez jî xisti bûme nav xwe de-: “Têxin nava milet?” Gotin: “Milet siyasetê fam nake”. Min got: “Law, bavo, me jî fam nedikir. Em ê hîn bikin!”. Ne dixwestin têkeve nava milet. Îca, min şerê wan kir. Heya me ew ji Xoybûnê  bi dûr xistin. Vêca, evê din nekirin. Piştî ew ji Xoybûnê bi dûr ketin, hawar û Ronahî derketin, me tê de nivîsand û nivîsanên me baş derketin. Îca, hinek mirova xwestin me berve hev bînin ku em bi hev ra li ser ziman bixebitin. Me şertek kiri bû ku em li ser siyasetê nepeyivin. Gava kî ji me hazir bûya, ê din li ser siyasetê nedipeyivî. Çima ramanên me dijî hev bûn. Ewana mîrane difikirîn, ez jî gelêrî difikirîm. Gotinên me nediçûn ser hev. Ez serekî bi wan ra xebitîm, dîsa neçû serî. Me berda. Baweriya me ne wek hev bûn. Dixwestin bi baweriyek kevin bi xelkê ra bimeşin. Xelk welê qebûl nake. Yanê, ez lawê Mîrê Botan im, bila xelk giş serê xwe ji min ra deyne, welê nabe. Herweha, rehma Xwedê li wan be. Yekî ji me ra elifbêyeka Kurdî hîşt, û ê din jî ji min ra kursiyekê zimanê Kurmancî li Sorbonê temîn kir. Lê, ên mayîn kesekî tiştek nekir.

Apo, ku ji began û mîran evqas tişt dîsa hatiye, mala Xwedê ava, çima ji xirabiyê tiştek pê ve nayê. Carekê li vira me Nadî Kurdistan çê kiri bû. Min gotarek dixwend. Îca, min zimanê xwe dirêjî beg û axan kir. Xortan nas dikir ku bavê min jî axe ye. Yek rabû, got:

– Ma bavê te rewşa wî çi bû li gor van kesan?

– Min got ew jî ji van dizan bû.

Bavê min baş bû? Ne durist e. Ne rast e ji xwe. Belê ez înkar nakim di axan de însanê baş hebin, lê, ji sedî yek, ji hezarî yek. Ji bo wî yekî, em nikarin gunehê 999 ‘efû bikin.

A.: Te ew nivîsandiye, te gotiye.

Apo: Ez dibêm belkî. Yanê, gunehê wan nayê ‘efû kirin.

Apo, bela me ev bû: hukumetê kîjan dikare ji wan ra serî deyne, ew tanîn, dikirin serok. Ha, holê em hînî xulamiyê kirine. Niha, Kurd îro kêfa wan ji xulamiyê ra tê, ji azadiyê ra nayê. Ji xwe, min li ser hinekên wan gotiye:

Li pê wan meçin, tîzikan davên

Zaroyên kolan, azadî navên.

Çîrok ev bûye: niha, tu dinêrî gî li hev perçe bûne. Partî! Min terka partiyekê kir, niha, bûne 13. Ma 13 partî di welatê Sûriyê de! Ev 13 tev jî bi … Apo, divê em ji xwe ra bin. Ez bawer dikim bi zorê û gelekî west em ê xwe bigîne vê yekê, çima em hîn bûne serekî dirêj di bin destê xelkê da mane. Û hukumeta peyên pîs danîne ser me: ê kirine beg, ê kirine axa, ê kirine mîr, ê kirine paşa… Evana gî peyayên wan bûne. Îca, gava em dixwazin xwe ji bindestiyê derxînin, dûrî wan em xwe kêm dibînin. Yanê, mîna merivekî ku tu kurkê wî jê bêxî. Divê em xwe hîn bikin ku em bê kurk bimînin. Ew kurkê pîs ji ser pişta xwe bavên.

A.: Apo, Qedrîcan hevalê te bû?

Apo: Apo, na. Baweriyên me ne wek hev bûn.

 

A.: Ew li şamê rûnişti bû?

Apo: Belê, li şamê rûnişti bû. Îca, merivên ku çûne, ne hewce ye ez zimanê xwe dirêjî kesî bikim. Baweriyên me ne yekbûn. Ez tenê dikarim ji te ra tiştekî bêjim: lawê wî, îro, bi Kurmancî nizane, qîza wî bi Kurmancî nizane. Şûna wî vala ye. Vana nikarine zarokên xwe şiyar bikine, ez ê çawa bawer bikim ku ew Kurd e, ji miletê xwe hezdike? Miletî ji zarokê me de destpê dike.

 

Kesek: Zarokên wî li vir in?

Apo: Na, li Ewrupa ne. Keçeke wî li vir maye, daye yekî Tirk.

 

A.: Kîjan salê mir?

Apo: Ez nikarim hukum bikim.

Herwiha, ne xwedî gotina xwe bûn. Ew bi xwe lawê Kurmancekî bû, hatibû vir, xwe bi beg û axan ve nêzîk kiribû. Merivekî xwenda be, ji welatê xwe derkeve, bêje ez ji welatê xwe ra bixebitim, were li vir… Ji beg û axan ra digot: “Ev serdarên kevin in”. Bi Mala Cemîl Paşa ra bû!

Apo, gelek însan hene, xelkê jînenîgariya wan nas nekirine. Ez naxwazim kesek li ser zimanê min nas bike. Bila herin kesina din çima gava vana rê guhartine, min berê xwe daye wan. ha, Rehmetî Cegerxwîn digot: “Axa pîs in, beg pîs in” û … Haco bû. Rojekê hatiye vira, di dema Cengê (Cenga Duduyan – Amed) de bû. Wê çaxê, Cegerxwîn hîtlerî bû; Îsmet Şerîf, wê çaxê, xort bû. Got:

– Osman, xortek heye, navê wî Îsmet Şerîf e, tu wî nas dikî?

Min got:

– Belê, ez nas dikim.

  Got:

– Tu dikarî min bibî cem?

Min got:

– Belê.

Îsmet Şerîf, wê çaxê, ramanên Komonîst pê ra bûn. Cegerxwîn ramanên hîtlerî pê ra bûn. Li wir ketine gewriya hev, dora se’etekê, du se’etan. Paşê, Cegerxwîn çû xwe kir Komonîst, Îsmet Şerîf çûye berê xwe daye Roava.

Cegerxwîn xwe dikir ku î pêşverû ye û çû, dibû hevalê Hemîd. Bi xwe î rast bû, ne yî çep bû. Çawa dibe? Ez nizanim. Çima bû hevalê Hemîd? Çepan hevaliya Cegerxwîn nedikirin çima gelekî xwe diguhart. Carekê, çû bû Komonîst, Komonîsta girt ew avêtin. Berî ku here îraqê î Komonîst bû. Ev tiştana gî me li pêş çavên xwe dîtine. Hun, îro, wan dibînin. Ê min, roya ku ez rabûme, ez wan nas dikim.

A.: Em nas nakin. Em wî di rêya dîwanên wî ra nas dikin.

Apo: De îca, tu dîwana jî bidî ber hev, tu wê bibînî ferqekî mezin tê de heye. Raman ne yek in, tim tê guhartin.

 

A.: Ya yekê û ya duduwa pirr baş e, Apo?

Apo: Ne xirabe. Wê çaxê, hinekî Kurd difikirî. Ji bo Dîwana 2, min jê ra pêşgotin nivîsand. Min jê ra got:

– Binivîsîne “şoreşa azadî”, ne “Sewra azadî”. EX

Got:

– Na, “Sewre” pirseke dexm e.

Bi Kurmancî, negot, bi Erebî got!

Gava mera xwe pak bêle, taliyê milet dibîne. Gava em bixwazin xelkê razî bikin, em ê xwe zû xira bikin. Ewê ku xwe xira dikin, gî dixwazin xelkê razî bikin. Ê, xelk ne yek e, ne dudu ne, ne sed e, ne hezar e. Royê, divê tu mîna yekî bikî. Gava te royê xwe mîna yekî kir, helwestên te têne guhartin. A, holê li xwe dikine. Em dixwazin xelkê razî bikine. Ê min, ez dixwazim xwe razî bikim. Ê min, ez Kurd im, ji bo Kurdîtiya xwe dixebitim, ne ji bo Kurdîtiya te û ê din û ê din… Ez ji bo xwe dixebitim. Niha, mineta min li ser kesî tune. Lê, ê bêje: “Ez ji bo miletê xwe dikim”, divê ji miletê xwe ra dilsoz be. Nikarine dilsoziyê bikin, dibên: “Em ji miletê xwe ra dikin!”. Ez nizanim. Ez nikarim vê fikrê qebûl bikim.

Kesek: Sûretê Qedrîcan li cem te hene?

Apo: Na.

 

Kesek: Apo, di girtîgehê de basa ziman û doza Kurd bi te ra ne dikirin?

Apo: Li ser ziman, min ra deng ne dikirin.

 

A.: Li ser hevoka Kurdistana Sûriyê?

Apo:    Belê, li ser wê… Apo, dengkirin bi min ra ne dibû. Carekê ez girti bûm. Avokatek ji min ra şandi bûn. Dibêje:

– Were me bêje Kurdistan li Sûriyê heye, em ê te niha, berdin.

Min got:

– Law! Kurdistan ne milkê bavê min e. Milkê bavê min bûya, min ê bigota ‘Ez ê bidim û ez ê derkevim’. Ne milkê bavê min e, ên Kurdan e, law!

Apo, gî vê fikrê qebûl dikin ku bêjin di Sûriyê de erdê Kurdan tune ye. Ên îraqê dibêjin: “Ji xwe, em hukumê Zatî dixwazin”. Ma Kurdên Tirkiyê û ên îranê. Îca, ewana çi bidine ber xwe, ez nizanim. Sebeb em çêlikên merivên ku ji welatê xwe hez ne dikirin e. Tevî ew dibêjin ku ew ji welatê xwe hez dikin, ez bawer nakim ku ew hezkirin tiştekî pak û hêja be. Gava pak û hêja bûya, me yê bikariya tiştek bikira. Apo, me hên xwe fam ne kiriye.

A.: Apo, tu çûyî îraqê?

Apo: Belê.

 

A.: Berî şoreşa Barzanî?

Apo: Gava ez çûm, Barzanî hên xort bû.

 

Kesek: Tu û Barzanî bi hev ra rûniştin?

Apo: Ne tenê bi hev ra rûniştin. Ez şeş meha li wir mame. Her roj, em du caran bi hev ra rûdiniştin. Ez tim dihatim Dîwana şêx. Ez li mala şêx bûm. Îca xaniyê ku ez tê de bûm – sûretê wî hên li cem min e – odeyeke biçûk bû, li kêleka xaniyê şêx bû, ciyê ku bavê Barzanî xwestin tê de bifirrînin, Mirîda. Ne sûcê Mirîdan bû. Ewan tanîn werrê fikreyek dida wan ku ew ê bibe Mehdî. Îca, Mirîd dixwazin îsbat bikin. Berê gotin: “Em ê bicerbînin”. Binêrin tecrûba wan çiqasî xweş e!

Kesek: Ewê bifirrê biçê ezmana!

Apo: Na, na, tu bisekine. Berî bifirrînin xweş e. Gotin: “Em ê bi pênc meriyan tivingê berdinê. Eger pê nemir, me’na xwe Mehdî ye”. Tiving berdanê, lê neket. Li cibeyê wî ket. îca, rabûn gotin: “îlla tu Mehdî yî. Em ê te bifirrînin”. “Law, filan, bêvan…”. Li ser mizgeftê avêtin erdê. Îca, mizgeft ne li erdê ye, li qatê duduya ne. Li wir avêtin, ket û mir. Wilo bû.

Apo, tiştê welê mezin min pirr dîne. Rojekê, ez li Barzan im. Ez li odeyeke li kêleka Dîwana şêx de bûm. Merivek hat û got: “Va ye”. “Kurro”, min got, “çi ye?”. Got: “Ev mêrik mirîdê şêx Reşîdê bû”. Şêx Reşîd jina wî jê standiye, hat giliyê xwe kire şêxê Barzan. De şêxê Barzan kesê bi rih ber nade cem xwe. Ew bi rih ra dibêje: “‘Elok”. Îca, rih jê ra kurr kirin, birine cem şêxê Barzan. Şêx Reşîd dijminê min e jî. Lê, ez pê nikarim”. Got: “Yekî jin jê stand û yekî jî rih kurr kirin!”. Hat ji min ra got: “Rêyekê di ber min ke”. Min got: “Were yekî Kurd li vir e, ez te bibim wira”. Hat piştî ku çîroka xwe ji min ra bi temamî got, got: “Tu çi dibê ez bikim?”. Min got: “here çemê Zab li vir e, xwe bavêjê û xwe bikuje”. Yekî jin biriye, yekî rih birine! A, ev e çîroka şêxan. Apo, holê şêxan miletê me dixapandin.

A.: Li cem me, E., jî wilo bûye.

Apo: Apo, ne li cem te tenê holê ye. Li Cizîrê şêx îbrahîmê heqî jina Xelîfeyê xwe jê stand.

A.: Tu dikarî li ser îhsan Nûrî Paşa bipeyivî?

Apo: Li ser serê min. Binêre birazî: Xalid Begê Cibrî, yek; Elyasê Bedlîsî, dudu; şêx Se’îd, sisê – yanê, gava ez van dibêm her yekî dereca wî heye -; Duktor Fûad, çar; hec Extî, pênc; îhsan Nûrî, şeş; peyayên wek wan îro di nava me da tune ne. Peyayina hêja bûn, lê milet ne gîha bû. Di zemanekî de hatin ku milet di haletekî gelekî pîs da, di nava dest-lingên beg, axan, şêxan û milan de wenda bûbû, xira bûbû. Heye ku hinek bêjin Şêx Se’îd î şêx bû, lê însanekî bi rêz bû, Kurdekî hêja bû, mêrekî çê bû. Tenê ev têr dike ku em bizanin Şêx Se’îd çi bûye: Di wexta Mehkema Istiqlalê de hatin ziyareta wî, wî qebûl nekir, qewitandin. Got: “Niha, ez gazî girtiyan bikim, wê we perçe bikin. Derkevin!…” Di orta mehkemê de jê ra digotin: “Filanî wa kir?”. Digot: “Min wa kir, min emir da, çima hun kafir in, qetla we helal e”. Evî hîşt fikra şoreşê di nav Kurdan de belav be. Ya na, em Kurd li ku bûn! Paşê, şêx Se’îd ew peya bû ku sikritêrê wî Kurdekî bêdîn bû, kesekî File bû. Navê wî Fehmiyê Licî bû. Bi tu dîna bawer ne dikir. îca, jê ra digotin: “şêx, sikritêrê te î bê dîn e, ji xwe ra yekî dîndar bigre”. “Kurro”, digot, “mêrik Kurd e. Gava mir, em ê bibin nav goristanên Filan. Kurd e! hun çi jê dixwazin?”. Eger mêrik ne welatperwer bûya, bi fikrê digirt?

Şêx Se’îd mêrik şêx bû, ne şoreşvan bû. Paşê, Kurd ne gîha bûn. Mêraniya ku şêx Se’îd li hember mehkemê kiriye, tu serdarên dinyayê wekî wî nekirine. Çi dibû, digot: “Min emir daye, çima hun kafir in, qetla we helal e”. Şêx Se’îd ew mêra bû. Îca, gava meriv şopa şêx bizani be, meriv dizane şêx Se’îd ji peyayên Kurdan ên mezin yek e. Gelek şoreş rabûne. Tesîra tu şoreşekê wekî ya wî li milet kirî tune bû, çima ew ji bo milet kir.

Xalidê Begê Cibrî min bi xwe dît. Mêrekî welatperwer bû û bingehê partiya wan wî danî. Şêx Se’îd endamekî ji wan bû. îca, gava Xalid Beg hate kuştin, şêx Se’îd şoreş rakir. Ji bo vê, divê em bizanin ew peyana îro tune ne. Eger sibe di nav me de hinek mîna şêx Se’îd , ya mîna Xalid Begê Cibrî, ya mîna îhsan Nûrî, ya mîna hec Extî rabin, wê gelek hêja be.

Carekê, gava ez li îraqê ketime nava destê Ereban. Di mexferekê de – navê wê nayê bîra min – qayîmmeqam Kurd bû, pismamê şêx Mehmûd bû. Îca, terka şoreşa şêx Mehmûd kiri bû, hati bû, xwe teslîmî Ereban kiri bû. Ereban ew jî kiri bûn qayîmeqam û şandi bûn Zîbarê ku bikaribe şêxê Barzan bide bawer kirin ku xwe bispêre wan. Şêx bi xwe ew ji min ra goti bû. Navê wî qayîmmeqamî ‘Adil Beg bû. Îca, gava ez ketim nava destê Ereban, ez birim cem qayîmeqam. Min dî merivekî li wir rûniştiye. Min ne dizanî bû kî ye. Wî jî xwe gelek dîtiye çima ku ji mala Berzencî ye! Got:

– Navê te çi ye?

Min got:

– Osman e.

– Navê bavê te?

– Sebrî ye.

– Tu ji ku yî?

– Ez ji Kurdên Tirkiyê me.

– Tu kînga hatî îraqê?

– Di filan wextê de.

– Ka paseporta te?

– Tune ye…

Çend pirsên din kirin, careke din got:

– Ka paseporta te?

– Min ji te ra got paseporta min tune. Ez bê paseport hatime.

Zabitekî li paş min sekiniye, mulazimê dudiyê ye. Cara sisiya gava got:

– Ka paseporta te?

  Min lingê xwe jê ra rakir û min got:

– Va ye paseporta min.

Min bi Erebî ne dizanî bû, wê çaxê. Me bi Tirkî deng dikir. Ewî jî Tirkî baş dizanî bû, li Stembolê xwendi bû. Got:

– Xuya ye tu merivekî bê edeb î?

Min got:

– Xuya ye tu merivekî xayîn î.

Îca, gava min welê got, mêrik bawer nedikir ez ê welê bêjim. Îca, hat were li min xîne. Ez jî bervê çûm. Zabitê Ereb bi piyê min girt. Min got:

– Kurro min berde. Tu Erebî. Ez Kurd im û ew Kurd e. Dev ji me berde.

Bi Xwedê, ez bervê çûm. Mêrikê zabit ê ku rûnişti bû, rabû li pêş sekinî, got:

– heqê te tune tu lêxî.

Got:

– Tu nabînî ji min ra çi dibêje: “xayîn”?

Got:

– Te berê jê ra got: “bê edeb”.

Zabitê Ereb got:

– Tu vana nas nakî. Ez nas dikim.

Mêrik Ereb e, ha! – Got:

– Rûne di ciyê xwe de, rûne.

  Ez birim di kêleka xwe de bi rûniştin dam. Got:

– Tu vana nas nakî ez nas dikim. Yek bi me ra hate girtin – li ser hec Extî got – em 800 meriv Erebbûn. Em gî tirsiyan ew bi tenê ne tirsiya. Înglîzan em gî tirsandin, ew tenê ne tirsiya. Tu nikarî vana bitirsînî.

Paşê, jê ra got:

– Poşmaniya xwe jê bixwaze.

Got:

– Na, bira ew ji min bixwaze.

  Min got:

– Min di jîna xwe de ji tu kesî ra poşmanî ne xwestiye.

 

Bi Xwedê, rabû wî ji min xwest û ez kirim mêvanê xwe jî.

A.: Tu çûyî cem wî malê?

Apo: Na, ez li ciyekî din bûm, lê xwarina min ji mala wî dihat.

Paşê, em girtin anîn Mûsilê. Komîsêrekî Mûsilê gelekî hêja hebû, yanê, kêm peya welê peyda dibin di nava Kurdan de. Navê wî şukrî bû. Îca, ez birim cem xwe tevî ne karê wî bû. Mudîrê polîs Tirk bû, Tirk ê Kerkûkê bû. Ewî mû’amela min pîs dikir. Serokê wî Kurd bû mû’amela min baş dikir. Ez birim, got:

– Ez çi dikarim xizmetê te bikim?.

Min got:

– Eger tu bikarî min li îraq ê bêlî, teslîmî Sûriyê nekin, pirr hêja ye, çima li wira li ser min hukum heye.

Me li vira, li Sûriyê, em çû bûn, me çend eskerê Tirk a kuşti bûn. Ev hukme li ser min hebû.

Got:

– Ez ê cehda xwe bikim, bi Xwedê, zehmet e.

Ez şandim Bexdadê. Tiştê wî nivîsandi bû Wezîrê Karên hundur qebûl nekiri bû. Ji min ra gotin:

– Tu ku derê dixwazî em te bidin wira.

Berê Melêk Feysel girti bû sikrêtêrê xwe şandi bû cem Wezîrê Karên hundur, û goti bû:

– Bila ji Osman ra bêjin “eger dixwaze em wî vegerînin Tirkiyê, ez ê ‘efûwa wî derxînim”, bila vegere”.

  Min got:

– Ez qebûl nakim, ‘efûwê naxwazimEm ne derketine ku em ‘efûwa hev bixwazin!

Îca, paşê, em girtin, anîn, em spartine Firansa. Firansa jî em anîn vira. Em anîn vir, ji xwe em deh roya-duwanzde roya man, ‘efûwa me hat, girtiyên me yên ku em girti bûn, hevalên me, tev hatine berdan. Îca, wê çaxê, ew resma ha li jor me girtiye, di mala Omerê şemdîn de. Wê çaxê, Xalid Begdaş Kurd bû, ne Komonîst bû.

Em Naxwazin xwe bi ziman ve biwestînin. Tê bîra min – eva min di du-sê ciyan de nivîsandiye – berî vê bi çel-heftê salî, rojekê, em, ev Berê Yekê, rûnişti bûn. Rûniştineke taybet bû. Gotin:

– Werin, em her yek zimanekî biyanî hîn bibin ku em pê xizmetê welatê xwe bikin.

Hineka got:

– Em ê Almanî hîn bibin.

Hineka got:

– Firans izî.

Hineka got:

– îngilîzî.

Ji min pirsîn, gotin:

– Tu wê çi hîn bibî?

  Min got:

– Kurmancî.

“Ha-ha…” gî keniyan. Gotin:

– Ma tu Kurmancî nizanî?

Min got:

– Law! baş e! Ereb Erebî nizanin? Tirk Tirkî nizanin? Faris Farisî nizanin? Deh-duwanzdeh salan dixwînin, bi deh hezaran kitabên wan hene, kovarên wan hene, dîsa wek camêran nizanin binivîsînin. Law! ma çî we heye? Zimanê we ne hatiye civandin û hên hun dibêjin:”Em Kurmancî dizanin?”

Ev merivana ên ku mirine, bîranînên xwe bi Tirkî nivîsandine û hineka jî bi Kurmancî nivîsandine, herimandine, berdane. Apo, ên pêşiyên me ne xwestin têxin serê milet ku zimanê xwe hîn bibin, ji zimanê xwe hez bikin. A niha, xortên me yên îro kêmên wan xwe bi ziman ra diwestînin. Derin zimanekî biyanî dixwînin bi salan û ê xwe nikarin bixwînin. Têne cem min, hinekên wan muhendis in, hinekên wan avokat in, hinekên wan tuxtor in, dixwazin Kurmancî hîn bibin. Çend dersa dibin û berdidin. Lê, zimanê biyanî bi peran dibin, ê min ez belaş didim. Zimanê biyanî bi salan dibin, lê Kurmancî çend royan tenê xwe hîn dikin!

Bela me ev e: Kurmancên me hên zimanê xwe nas nekirine. Niha, hinek xortên me hene hewes pê ra çê bûne, gî dixwazin bibin şa’ir. Law, bavo, zimanê xwe berê hîn bibin. Berî çend rojan yek navê wî S. hate cem min, bi qasî dîwanekê nivîsandiye. Di warê ziman de gî şikestî ye. A, niha, berî hun werin cem min. Me helbestên yekî rast dikirin. Apo, tînin cem min şi’rên xwe û dixwazin ez bêjim: “Baş e”. Law, ne baş e. Gava ez bêm “Baş e”, me’na xwe ez bêbextiyê dikim. Û gava ez bêm “Ne baş e”, dixeyidin. Min jê ra gotiye: “Law, hinek dilxwazî li cem te heye, bixebite, hinek ş’ir pirr bixwîne û, paşê, bi Kurmancî xweş binivîsîne. Tu ne îmlayê dizanî û ne înşayê dizanî. Tu wê di ku ra bibî şa’ir?”. Îca, rabûye xwe xeyidiye û dilê xwe ji min hilaniye û gotiye: “Evana ên ku têne cem te, serên xwe ji te ra datînin, loma tu hana ji xwe hez dikî”. Îca, xortên me ev in, ha! De ewê çawa hîn bibin? Tu nizanî. Gava tu dibêjî: “Bavo, ev xelet e”, qebûl nakin. Niha, Cegerxwîn heft dîwanên wî hene. Gava tu bêjî ne dizanî binivîsîne, wê rabin kevira li texin.

Apo, zimanê me di nava destên xelkê de xira bûye. Pirsên Erebî û Tirkî gelekî ketinê ne. Îro kesê ku dixwaze ziman paqij bike, divê berî gî Erebî û Tirkî bizane. Mesela birayên me yên Sovyet, Tirkî û Erebî nizanin. Pirsên Erebî û Tirkî ketine nava zimanê wan herwekî di nava zimanê me de ne. Ev ne sûcê wan e, sûcê kesên ku bi Erebî û Tirkî dizanin e, bi ziman mijûl dibin û paqij nakin.

Kurmancên me hînbûne ku şevekê rabin ziman hîn bûne, şevekê rabin ku xelas bûne, çima şêxan ew welê hîn kiri bûn, hînî keremetan ew kiri bûn. Welê nabe, law! Divê bixebitin. Şuxil wê bi xebatê bibe. Xebat jî jê ra west dixwaze. Em kînga bikarin xwe ji van ramanên kevin xelas bikin, em ê bikarin hebekî pêşde herin. Em dibên: “Em gişî zanin”. Em giş xwe li zanatiyê dikine xwedî. Zanatî ne ew e. Bê xebat kesek zana bûye? A, niha, hun diherin Rûsiya ji bo çi? Ma Rûsiya welatê we ye? Na. Ne hun derin ku hun tiştan bizanin? Derin Firans a, Emerîka, lê li vira naxebitin. Tên cem min hinekî wan muhendis in… Mesela rast ev e ku îro zimanê me bi kêrî jiyana wan nayê. Çi gava hewceyê bibin, wê, wê çaxê, hîn bibin.

A.: Apo, bo çi dibên Kurmanc, Soran û Zaza?

ApoKumanc ji gotina (j) ye, ne (c) ye, yanê, Kurdmanj: Kurdê ku bi (j) dipeyive. “Man” di zimanên arî de “mêr” tê. Li ser vî bingehî xelkê Soran bi me ra dibên Jiyan, ango Kurdên ku bi (j) dipeyivin. Em ji Zaza n ra dibên Zaza ji ber ku bi (z) dipeyivin. Niha, Zaza yê ku di nava Kurmancan de rûniştiye, tu serê wî jê kî nikare bêje “ji te ra” dibê “zi te ra”. Li cem me em ji Soran ra dibêjin Kurdeke. Çima? Dibên: Bawkem, daykem, lawkem… Êrdima wan jê ra dibêjin Soran. Soran bi navê êrdima xwe hatine nas kirin.

Min çîrokek xwendiye. Di zemanê harûn Reşîd da, Bermekiyan wezîrê harûn bûn. Îca Fedil kurê Yehyayê Bermekî li ser zimanê xwe î bîrhişk bû. Ereb an jî, wê çaxê, şi’rên wan ên Cahîlî pirr bûn. Quran bi zimanê wan hati bû, hedîs bi zimanê wan hati bû, bawer dikirin ku zimanê wan ji ê Faris î xurttir e. Zimanê Faris î temenê xwe 3000 sal bû, wê çaxê. Zimanê Erebî 120 sal bûn, ê nivîsandinê. Îca, Fedil zanayekî Ereb û yekî Faris di zanînabelaxa de anîne hemberî hev. Ê Faris zora ê Ereb bir û pêşkêşeka mezin danê. Ê Faris zora ê Ereb bir, çima 3000 sal li ku û 120 sal li ku! Fedil kêfa wî gelekî hat, ji ê Ereb ra got:

– Bersiva wî bide?

  Ê Ereb got:

– Ez ê bersiva wî bidim.

Got:

– Kînga?

Got:

– Piştî hezar salî.

Got:

– ha, hîngê ne ez heme û ne tu heyî.

Got:

– Ne jî zimanê Faris î wê hebe.

Hezar sal neçûn, du-sêsed sal, zimanê Faris î bû tirşik.

Sultan Mehmûd Xeznewî, carekê, got: “Ji min ra peyakî bibînin ku mezintiya zimanê Faris î lê vegerîne”. Jê ra dibêjin şa’ir Firdewsî heye, peyakî xurt e. Firdewsî ji Ereban hez nedikir, şi’rekî wî di vî warî de heye, dibêje:

Zi şîrî şutur xurden û sûsmar

Ereb ra bidenca resîd destkar

Ke Tacî Kiyan kunend arezû

Tifû ber to, ey rozîgar, tifû!

Dibê: “Ew Erebê ku bi goştê qumqumok û şîrê devan xwedî bûbûn, bi wan re pîsî gihaye ku çavê xwe berdane Tacê Cîhanê, tifî li te be, ey çerxê gerdûn, tifî!”

Îca, mêrkekî ji Ereban hez nedikir. Anîn ew vexwendin ku karekî welê çêke, meziniya zimanê Farisî lê vegerîne. Firdewsî radibe pirtûkekê bi navê şahname çêdike. Wê pirtûkê ciyê xwe tenê di pirtûkxanan de dîtiye, kesekî Faris ew ne xwendiye.

Ziman, apo, milet jî, bi sinçiyên xwe, yan bi zimanê xwe, gava dikeve dewra daketinê mîna kevirekî ku di serê çiyakî de bifilite, kes li pêşê nikare bisekine … Milet jî di dewra daketinê de werrê bûne. ha, li halê Ereban binêre çi bi serê wan hatiye, li ê Farisan binêre, li ê Tirkan binêre … Ziman, îca, gava ew jî dikeve dewra daketinê, yan paşveçûnê, pirs li vir dikeve geh li dera hanê, tu dinêrî ziman wenda dibe û dibe tirşik. Zimanê me yî Kurmancî welê bûye tirşik. îro kesê ku dixwaze li zimanê Kurdî bixebite, wê paqij bike, divê berî gî bi Erebî û Tirkî bizani be heta bikare pê rabe. Mesele: “dehbe” û “dabe”, û gelek pirsên welê ketine nava zimanê me.

A.: Apo, Ermen î gelek bajarên Kurdistana Tirkiyê dikine ên xwe, yek jê Amedê, rast e?

Apo: Rast e. Berî hezar û pêncsed salî sînorên Kurdistanê hêlekî hekarî bû, ên bakur; ên din, hetanî nêzîka Ruhayê dirêj dibû. Lê, evên dî gî ên Ermeniyan bû. Ma kesek dikare bêje erdê Felestînê ê Cihûyan bû û înkar bike? Lê, ji destên Cihûyan derket û Ereb tê de hezar salî rûniştin. Îca, Ermeniya jî erdên xwe berdane, yan heliyan, çûn. Ji dest Ermeniyan derket û Kurd tê de rûniştin.

Rojekê, xortekî Kurd li Emerîka dixwend hate cem min. Me basa wê meselê kir. Hate gotin ku rojekê ne dûr e Ermenî dawa wî erdî bikin. Wî got:

– Çi xem e? Em ê pêdinê.

  Min got:

– Kurro, çawa çi xem e, tu wê pêdî? Bîst milyon Kurd tu wê têxî ku? Nava Hekarî û Silêmanî? Berê, tijî ne.

 

Ev in, xortên me!

 

Kesek: internasiyonalîst e!

Apo: Belkî jî. Hinekî mêla wî hebûn.

Ji bo vê, apo, gava em bixwazin ji xwe ra bin, divê em ji xwe ra bifikirin. Ne qedexe ye yekî Kurd bibe Komonîst, bira ji xwe ra bibe Komonîst. Ji xwe berî vê bi sî salî min gotiye:

Bibin Komonîst, Komonîstên Kurd, Kurdên Komonîst

Ne herin bibin Komonîst ên xelkê. Apo, em peyê xelkê ne. Gava em derin ser dînekî, em dibin peyayên wan, gava em derin ser mezhebekî, em dibin peyayên wan. Law, hema ji bo Xwedê… hema bila ez devê xwe venekim.

A.: Apo, tu dibêjî “kolîdar” tu ne bi “koledar” ra yî?

Apo: “kolîdar” e, ne “koledar” e. “Kolî” kolonî ye, “kole” ‘ebd e. Ev li cem Kurmancan heye. Dibên koloniyên Kurdan tune bûne? Belê hene. Kurdan jî hin ‘eşîr kiri bûne kolonî, yanê ew ‘eşîra ku di bin destê ‘eşîra din de û jê ra peyrew e, jê ra digotin: “kolî“. Îca, min pirsa “kolîdar” danî. Min ji Cegerxwîn ra digot ev pirs “kolîdar” e, ne “koledar” e.

A.: Apo, ew ‘eşîrêd kolî di Kurdistanê de hebûn?

Apo: Pirr bûn, her carê diketine bin destê axayekî din. Di bin destê me bi xwe de hebûn, kolî bûn.

Kesek: Mihemed Kurd ‘Elî tu kar nekir?

Apo: Na, elhemdûlilah ji xelkê rakir.

 

Kesek: Lê, duktor Mihemed Se’îd Remedan al-Botî?

Apo: hinekî bi zimanê Kurmancî tişt-miştin nivîsandine, ne xirab e. Lê, ew jî bi fikra musulmantiyê çûye, xebitiye û bûye peyê wan.

Hinek ji me – Xwedê wan bêle (!) – hene Naxwazin têkevin rêya xebatê. Ji xwe li ser vê min helbestek nivîsandiye, navê wê “Ker û Azadî“. Gotineka pismamekî min heye, me ew tê de li ser zimanê kerê gotiye.

KER Û AZADÎ

Nêrîkî kûvî hilmişt û şeng

Di devşagekê diçêrî bê deng

Hate wî pêjna zirrîna kerê

Dengê werrê pîs nedî bû berê

Serê xwe hilda li dor xwe nêrî

Dixwest bizane ka kî dizirî

Hew dî kerê reş dike qoreqor

Dide tîzikan wî bêvil li jor

Li ser pişta wê kurtanê kevnar

Di isto zengil, di serî hevsar

Hate nik kûvî gelek sergiran

Dox-hevsar di ling dihat rapêçan

Digote kûvî: tu çi teba yî?

Bê kes li çola wa serberdayî

Bo çi bernadî van rêl û govan

Were te bibim nava mirovan

Ne heyf e holê bê xwedî û war

Bimînî bê sêser bê afir û war

Kûvî digotê: ho, birakê ker!

Peyva te biyan bo min seranser

Ev çiya hemî cî û warê me

Çi kesê dilçak dost û yarê me

Min navê afir, ne divêm xwedî

Ji roja ku bûm min xwe aza dî

Ev şîreta te ya bê fesal û şaş

Tê de nabînim tu ya rast û baş

Gelek xeyidî kerê guhdirêj

Got: bi ser û ber ne peyivîm hêj

Min heye xwedî ji bo min axur

Ava kiriye tê hene afir

Tu car nakêşim xema xwarinê

Heya ku hebim li rûyê dinê

Xwarin-vexwarin bê jimare pirr

Dema bixwazim dikim zirezir

Bo sermê ne grim da min kurtan

Nadim bi ‘eba kefxayê Botan

Xiste serê min reşme û sergoş

Bi dengê zengil her dibim serxoş

Min li mal hene du qeyd û merbend

Pê têm girêdan bi kapok û zend

Nabim pelîse ji bo girê zer

Dibê wî xwarin gelek pez û ker

Kûvî dikenî, digot: ne wa ye

Tirsa di dilê te de bê ra ye

Gur jî wekî te tirsok e

Heye hîn pirtir qels û bizdok e.

Xurt e çi dema qelsan dibîne

Qels e çi gava xurtan dibîne

Tirsê di dilê xwe de bi ger de

Vê ramana pîs bavêje, berde

Kerê digot wî: ez ne bê zirav im

Lê, wek biçûkê bi dê û bav im

Çawan vê kêfê hemî dê berdim

Kurtan û hevsar, afir bi ser dim

Kêfa xwe dikim wek mîr û paşa

Navêm bigerim li gaz û kaşa

Kûvî digotê: tu guhdirêj î

Tûtik-vala yî, mejî-qirêj î

Hê tu nizanî çawa bûyî dîl

Pişta te cedew, hemî girêk qîl

Te çi ji xwedî divê aza bî

Şerm e ku wa bi dîlî tu şa bî

Bavêje hevsar, kurtan û zengil

Ma qey te nînin mejî û aqil?

Hevsar ji bona te pê girêde

Merbend û qeydê bi ser de lêde

Kurtan ne ji bo tu sermê ne grî

Pişta xwe li ber barê wî vegirî

Bibî xulamok li ber derê wî

Heya tu hebî her tim kerê wî

Kesê bi rûmet qîma nîne

Vê kêmiya han di xwe de bîne

Were di gel min zozan û çolan

Şarge bin di gel mêrgan û golan

Dê hîn bizanî azadî çi ye

Kesê te xwedî dinasî kî ye

…………………………

Guh bi xwe de girt pêl bû kerê reş

Dihat bîra wî tolik û kerbeş

Dora gund tijî sê mehên bihar

Payîzî bê tirs me pakî dixwar

Çawa vê xêrê dikare berde

Heye ku canê şêrîn bi ser de

Ji bo azadî nefel û giya

Nexwest gund berde derkeve çiya

Digot: ez naşêm bijîm bê hevsar

Bê axur nabim dema bû hêvar

Azadî çi ye di gel tirsa can?

Bê tirs min divê bixwim parîk nan

«Ev gotina ku li ser zimanê pismamê min hatiye»

Gava bihîstin kûvî ev xeber

Gotin: rast e, aza nabin ker

Îca, apo, hinekên me wek kerê qîma xwe bi bara anîne, Naxwazin azadiyê, dixwazin axurê wî hebe, hevsarê wî hebe, qeyd-merbenda wî hebe heya gur wî nexwin. Îca, ev gotina pismamê min e, digot: “Bavo, tu çi ji me dixwazî. Em dixwazin bê tirs parîk nan bixwin?”. Pirên me hên bi mentiqa kerê dipeyivinHeya em bi mentiqa kerê bipeyivin, em nikarin xwe xelas kin.

Kesek: Cilên Kurdî yên berê çawa bûn?

Apo: îro, cilên ku li Barzan li xwe dikin mîna wan bûn.

Ên bêbextî ji miletê xwe ra kirine xwendayên Kurdan in, anîne pirsên zimanê Erebî û Tirkî xistine zimanê me, ango ev ji wan ra bûye pîvana zanîna wan. Binêre Melayê Cizîrî çi dibêje:

Di peyvê da suxenmîr im, di şi’rê da cîhangîr im

Le’elî eblexû el esbab esbab el semawat

Perçak bi Kurmancî xweşik û ê din bi Erebî xweşik.

Ehmedê Xanî dibê:

Sifatên di seb’a ji bo zu Celal

Bizan heft in ey ‘Arifê pirr kemal

Xweşî jîn û zanîn û vîn û kelam

Bihîstim di gel vî temîz û temam

û Ehmedê Xanî ji gelxwazên bilind e. Em nikarin însanekî bibînin ku bîna wî ji miletê xwe hez dike. Pirr î hêja bû. Wexta ku wî ji miletê xwe hez kiriye di nava xelkê da hezkirina welat tune bûye.

A.: Apo, Ehmedê Xanî, an Ehmedê Xanê?

Apo: Ehmedê Xanî. Xan navê gundê wî ye.

Pirr pirs di zimanê me de hene, me ne bîstine. Niha, xortên ku tên cem min ez dersan didim wan. Pirsên ku min ji wan girtine nêzîkî 500 pirs in. Min ew dane hevalekî ku fêdê jê bibîne, çima ez êdî pîr bûme. Ez dibêm sibe, du sibe, ez dimirim, bila ew bixebite. Tiştekî din. Pirr xortên me hene pirsan bi destên xwe çêdikin. Li ser wê min gotarek di Berbangê de nivîsand. Min goti bû: pirsên ku di zimanekî de wek kevirên di avahiyekê de ne. Em her kes di xaniyan de rûdinin, lê em her kes nizanin xaniyan çêkin. De îca, ên xaniyan çê dikin: yek pilana wê datîne, ew muhendis e; yek keviran dibirre, yek keviran şe dike, yek jî dîwaran lê dike. Vana her yekî karê ê din nikare bike. Gava em kevirekî ne şe kirî, ne birriyayî bînin têxinê, avahî wê çawa derkeve? Her kes radibe li cem xwe pirsan çê dike, ew bê selahiyet in. Ewana zilmê li miletê xwe û li zimanê xwe dikin. Bûye nexweşiyek di nava hinekên me de gava çend pirsan dizanin, bawer dikin ku ew bi ziman dizanin. Niha, ê min, ev bû bêtirî 53 sal ez bi zimên ra bendewar im, bi serê te, ez bêtirî 2000 pirs ji zaravê Kurmancî tenê nizanim. Du hezar pirs dibin zimanekî destpêkî. Zanîna me di vî sînorî de ye. De evên ku dixwazin pirsan çêkin, ji min bi gelekî bi şonda ne. Heya sedsalî din nagihêne min. Ev xelet e. Divê em vê nekin. Divê em bi zimanê xwe ra dilsoz bin. Ard çiqasî paqij e, tu dikarî têxî çavê xwe? Tu wê çavê xwe xira bikî. Bi Xwedê, ziman mîna çav e. Ziman mîna çav e. Divê em ji zimanê xwe ra dilsoz bin. Bi qasî ku em ji miletê xwe ra dilsoz in, divê em ji zimanê xwe ra jî wilo bin. Civaknasek dibê: “Gava tu bixwazî dereca welatparêziya însanekî nas bikî, binêre çiqas der bi zimanê xwe ra bendewar e”. Bi qasî ku ji zimanê xwe ra bendewar e, ewqasî ji miletê xwe hez dike, çima, apo, miletî ziman û ‘adet e. Xwîna me gişka weke hev e. A min, a te, a Ereb an, a soran, a reşan, a sipiyan… tev yek e. Ji xwe li ser vê yekê, carekê, tiştek di nava min û yekî Siwêdî “Siwêdî ” de çê bû. Pirofêsorekî Siwêdî ye, çûye li Parîsê Kurmancî xwendiye. Îca, hineka jê ra gotiye: “Tu herî cem Osman, tu wê hên fêdê jê bibînî”. Hîngê sala 1953 bû. Hate cem, got:

– Tu wê dersê Kurmancî bidî min, ez ê heqê te yê peran bidim te.

Ez jî bi xwe gelekî motacê peran bûm. Zarokên min hên mezin ne bûbûn. Ew diçûne dibistanê. Pênc zarok bûn û tu kar di destê min de tunebû. Berê jî ez bi Kurdîzanên Firansa ra xebitîme, mîna Rojê Lêsko. Îca, carekê, ez çûme cem, dersê bidimê, got:

– Mumkîn e îro tu ders nedî, çima îro sersala min e. Em ji xwe ra bi hev ra rûnin.

Neyse, em rûniştin, û em ji xwe ra serekî peyivîn. Ji min pirsî, got:

– Ez pirsekê ji te bikim.

Min got:

– Bike.

Got:

– Tu berê Kurdî, an Musulmanî?

  Ez keniyam. Got:

– Tu çima dikenî?

Min got:

– Tirkan pirr caran ev pirs ji min dikirin.

Got:

– Na, ez dixwazim fam bikim.

Min got:

– Ez berê însan im.

Got:

– ha, tu Komonîst î.

 Min got:

– Ev şerefeka mezin e ji Komonîst an ra ku pirsa însaniyetê ji wan de hatiye. Ma em gî ne însan in? Paşê, ez Kurd im, paşê, ez Musulman im.

Got:

– Çawa?

Min got:

– Ez berê însan bûm. Gava ez însan bûm, ez ne Kurd bûm û ez ne Musulman bûm. Paşê, ez mezin bûm, bav-dêyên min zimanê Kurmancî bi min dan hîn kirin, ‘adetên wan, madetên wan, ez bûm Kurd. Paşê, ji min ra gotin: “Xwedê heye, pêxember heye, dînê îslamê dînê me ye”. Min ev jî qebûl kir û ez bûm Musulman. Îca, min jê ra got:

– Baş e. Tu berê Siwêdî yî, an berê Mesîhî yî?

Got:

– Na, ez li ser fitreta Mesîhtiyê hatime.

Min got:

– Ev tembûr li cem jî heye, lê ez pê ne bawer im.

Got:

– Çawa tu pê ne bawer î?

Min got:

– Ez ji te ra mîsalekê bêjim. Tu di zikê dêya xwe de yî. Bavê te kuştin, dêya te revandin, birin, xistin perestgehekî Bozî. Dêya te za û tu bûyî. Paşê, dêya te mir û tu mayî. Tu wê Bozî derkevî, an Mesîhî? Ka fitreta te? Îca, rabû xwe ehmeq kir û got:

– Ji bîra meke ku xelkê Rohilat ji xelkê Roava bi gelekî bi şûnda ne.

  Gava welê got, min lê vegerand:

– Tu jî ji bîra meke, hun xelkê Roava tên ji yekî Rohilat ra îbabetê dikin û dibêjin: “Ya Xwedê! Ya lawê Xwedê!”.

Gava min welê got, kerr bû û sekinî.

Apo, neyê bîra te ku ehmeqê xelkê tune ne. Ew kesa bi xwe pirofêsor bû, şeş zimanên Ewrupî dizanîn û çar jî yên Rohilat: Kurmancî, Ermenî, Farisî û Erebî. Tevî wê, î ehmeq bû. Ma heqê wî ye ku vê gotinê bêje: “Xelkê Rohilat ji ê Roava bi şondatir in”. Ji xwe ew dizane, hewceyê wê gotinê nake.

 

Ji parastina zimanê xwe ra, divê çavên me vekirî bin. Gava em bînin her tiştî têxin nava zimanê xwe, em pê zimanê xwe fireh dikine, em zimanê xwe pê xira dikin. Her kevirek nakeve dîwarê ziman. Divê kevir î çêkirî be, şehkirî be, û xweşik be. Ya na, dîwar bi gelekî wê bi ber keve. Paşê, em nikarin vî dîwarî xira bikin çima li ser vî avahî dike çê bibe. Şîreta min ji we ra ku hun gelekî cehda xwe bikin tiştê xerîb nexinê.

Ziman ewê di du rêyan de ava bibe. Yek, gava Kurdistanek çê bibe, tê de komeke zanistî were meydanê, ji wê komê ra pere gelek bê dayîn, ew kom bîne her ‘eşîreka Kurdan peyakî xwe têxe nav. Ev peya, bi salan, di nava gundan, bi kesên nexwendan ra bigere, rûne, çîrokên wan bibîse, gotinên wan binivîsîne, çi gotineke xerîb derket binivîsîne, ew nêr e, an mê ye, wê gotinê di nava du-sê hevokan de binivîsîne û bigîne koma xwe. Û rêya dudiyan: peyayên xwedî selahiyet di nava vê koma zanistî da pirsê ku di ziman de tune ji wan ra hember bibîne. Her xortekî Kurd hên nizane bipeyive pirsan çê dike, û dixe zimanê xwe. Wilo zimanê xwe pê xira dikin. Divê rehmetê bi zimanê xwe bikin. Ez dikarim axê têxim – tu dizanî ax-xistin di çavê bavê de çiqasî zehmet e – lê ez nikarim pirseke xerîb têxim nava zimanê xwe, çima bavê min ewê bimre, here, lê ziman ewê bimîne. Divê em gelekî bi zimanê xwe bigirin û biparêzin. Ziman gelekî xira bûye. Tiştin xerîb ketine nav, gotinên Tirkî û Erebî. heya em zimanê xwe ji wan gotinan xelas kin, divê em li şona wan pirsên ziman ên esîl û rast têxinê, ya ew pirs tune bû, komeke xwedî selahiyet dikare pê rabe. Em her kes destên xwe bavên nava vî tiştî, em ê zimanê xwe xira bikin. Çawa me welatê xwe xira kir, em ê zimanê xwe jî xira bikin.

Niha, sebebê xirabûna welatê Kurdan çi bû? Gişkî bûn MEZIN. Niha, Kurdên me gî bûne şa’îr, edîb… Ji bo Xwedê, devê min vemeke! Ez fedî dikim hêdî ez bêm “Ez şi’ir dinivîsînim”. Ez dinivîsînim ne ‘eybe e, lê ez ne şa’ir im. Şa’ir tiştek e, ez tiştekî din im. A, niha, tu nivîsanê na kî? Lê tu nikarî bêjî: “Ez nivîskar im”. Ez jî şi’ir dinivîsînim. Ez ne şa’ir im. Ên me hên çavên xwe venekirine dixwazin bibin şa’ir. Ev xelet e. Divê em holê nekin.

 

Rê li pêş me gelek in. Em xwe li vê dikin xwedî, li wê dikin xwedî, li ê din xwe dikin xwedî…. Em xwe li giya dikin xwedî û em tiştekî jî ji yekî fam nakinEM HER TIŞT IN û EM NE TIŞT INEm her tişt in ku me bi gî girtiye û em ne tiştek in ku em bi yekê de ne çûne. Ev e, bela me. Gava em bi rêyekê de herin çê-xirab em ê hinekî pêşkevin. Na, em li serê rêyan gişkî disekinin ji bo em xwediyê gişkî bin.

A.: Apo, baweriya te bi serxwebûna Kurdistanê?

Apo: Apo, binêre. Baweriya min ne me’qûl e. her însanek di bin tesîra tiştina de dimîne, ne bi destê wî însanî ye. Ez jî di bin tesîrina de mame. Tiştê ez bêm ne mentiqî ye. Lê, ez dibêjim ez welê bawer im: Kurdistan wê çêbibe. Kurdistan wê çêbibe, tu hêzek li hember wê nikare bisekine, tevî Kurd ne gîhane warê serxwebûnê. Çima wê çê bibe? Ji ehmeqiya neyarê xwe. Ewana wê me têve bidin, bikin peya. Meseleka Tirkan heye dibêje: “Pîrejinekê ne xwest here cehenmê bi gayîn, bi gayîn, birin”. Ji xwe, wexta xortên me yên Tirkiyê hatinî vir, min ji wan ra got:

– We ne dixwest, Tirkan hun holê kirin.

Apo, bela me mezin e. Bi Xwedê, gava mirov bi derdê Kurmancan bifikire, divê mera her ro bigrî, her ro bigrîPirrî xwe xira kirine, pirrî rê li ber wenda bûne. BEXTREŞIYA MEZIN EW E KU MEZINÊN WELATÊ TE DIJMINÊN TE BIN. Welê bûye. Mezinên me dijminên me bûne.

Carekê, xortekî ji Cegerxwîn şorek pirs kir. Cegerxwîn got:

– Ev ne Kurdî ye.

  Min got:

– Cegerxwîn, tu çawa zanî ev ne Kurdî ye?

Got:

– Min ne bihîstiye.

Min got:

– Ma tu Kurmancî dizanî?

Apo, em xwe nawestînin. Kesên me yên ku bi ziman zanin tune ne. Ziman di nava hezar û çarsed ‘eşîr de belav bûye. Bela me ya mezin xwendayê me rabûye neyartiya zimanê xwe kiriye. Mala wan ne ava be! Pirsên biyanî anîne xistine zimanê me.

A.: Apo, Bîranînên te?

Apo: Apo, min tev de ne nivîsandine. Min dora 200 rûpel nivîsand. Gava ez dikim derbas bim, herim bîranînên min li îraqê, ez li wir disekinim. Ez nikarim rastiyê bibêjim. Gava ez nikarim rastiyê bibêjim, ez ji bo çi dinivîsînim? Evên hanê ku min nivîsandi bûn jî, hineka ji min xwestin bixwînin, rabûn sî pel jê birrîne.

A.: Ji bo çi, Apo?

Apo: Ma ez zanim, here ji wan bipirse?

 

Apo, pirrên me li ser hesabê xelkê dixebitine. Gava yek mîna te nefikire, tu nikarî jê hez bikî. Ma ne tu jî mîna wî nafikirî? Gava ew mîna te nafikire me’na xwe tu jî mîna wî nafikirî. Wek hev e! Çima tu wî dêşînî û neheqiyê lê dikî?

Kurd, gava bûne Zerdeştî, bûne xulamê Eceman. Paşê, gava hatine bûne Musulman, bûne xulamê Ereban. Xelk ji xwe ra dibin Musulman, ew ji xelkê ra dibin Musulman. Hên niha kerên wilo hene. Gava tu jê ra dibêjî:

– Tu Kurdî?

  Dibêje:

– Na, el-hemdûlilah em Musulman in, em ne Kurd in.

Komonîstên me jî dibêjin:

– El-hemdûlilah em UMEMÎ ne.

Gava miletek bi heyîna xwe ne yî serbilind be, ew miletê xulamiyê bike. Xulamî me ji xwe ra xweş diye. Em çi bikin? Heyf! Xwezî ji xwe ra bûna! Ê bikari bûna tiştin bikirina. Niha, Kurd gava were li mêraniyê bisekine, ji xeynî xwe mêrtir in; li qenciyê bisekine, qencî ji wan dibe, lê ‘eqlê wan tune. Mezinên wan ‘eqlên wan ji wan standine. Niha, mêrkê Kurd nikare qencî û xirabiyê ji hev der bike.

A.: Apo, tu dema hatî Sûriyê, tu di damezrandina Partî de tu yek ji wan bû?

Apo: Kîjan partiyê?

 

A.: Ma ne destpêkê partiyek çê bû?

ApoMin damezrand. Bi min ra Hemîdê Hec Derwîş hebû, yek ji Serê Kaniyê, navê wî hemze N ewêran bû, û ê sisiya ji xelkê Tirkiyê bû, navê wî S’edo bû. Paşê, evên din ketinê ne. Mesele ne ew e, tu herî ji kîjanî bipirsî dibê: “Min Partî çê kiriye”. Baş e, bere wan Partî çêkiri be. Xem nake. Lê, bila li ser bisekinîna. Çêkirina partiyekê ne tiştek e, domkirina wê lazim e. Gava em diketin berdestê hukmetê – hukmetê tabî li me dixist – em direviyan, ditirsiyan. Reşîdê Hemo carekê bi sîlakê ra kete erdê, ji xwe çû. Evana çawa dê kari bin xebatê ji milet ra bikin? Mebesta wan ji xelkê ra bin, ji xwe re nikarin. Baweriya wan bi nefsa wan tune. Îca, gava ez li halê Kurdan dinêrim, tarîxa reşikê Emerîka tê bîra min. Gava wan dixwest xwe azad bikin, hinekê wan ketin têkoşînê. Ji sedî yekî wan di vê rêyê de dixebitî, ji sedî şeş-heft hez dikirin bixebitin, lê nidiwêrîn; ji sedî 92 îmana wan bi vê xebatê nedihat. Digotin: “Çawa meriv dikare bê patron bijî?”. Em îro di wê dewrê de ne. Kurdên me ne bawer in ku wê bikarin bê patron bijîn. Em nikarin bijîn bê xwe bi yekî ne girin. Gava tu gotineka rast bêjî, tîzika davên. Ji xwe min li ser wan gotiye:

 

Li pê wan meçin tîzikan davên

Çêliyên kolan azadî navên

 

Her yekî tiştê ku dîtiye, bûye “idiyal”, li cem wî axe bûye. Hêvî dikir ku xwe nêzîkî axê bike û ji wî ra bê: Merheba!

A.: Apo, te carekê gotibû ku tu biribûne Medxeşqerê û li wir tu raste yekî Kurd hati bûyî?

Apo: Yekî ji xelkê şamê bû. Kurmancî ji bîr kiribû. Gelekî digiriya, erê bi Xwedê. Gava min bi Kurmancî deng dikir fam dikir lê ne dikarî deng bikira. Got: “Bûye nêzîka bîst salên min ez li vir im”. Ji xwe ra zewicî bû, zarok bûbûn. Yeka reşik biri bû.

A.: Ji bo çi bi wir keti bû?

Apo: Bi karkerên Ereban ra çû bû wê derê. De gava ez anîmî, xelkê bawer dikir ku ez Ebdil Kerîmê Rîfî me. Ew jî, wê çaxê, wekî min î surgûn bû. Çefî û ‘egal li serê min bû. Karkerên Ereban bawer kiribûn ku ez ew bûm. Hatin cem min, min got: “Ez Kurd im”. Îca, ewê Kurd hatibû cem min.

Apo, kesekî ji me Kurdan xebat ji miletê xwe ra nekirine. Hên ewên ku îro di meydanê de mane jî nizanin xebat çi ye. Hê nizanin kê xebat kiriye, kê xebat nekiriye, û çi bûye û çi ne bûye. Hema tiştên ku dizanin ev e: “Ên ku Komonîst in, dibêjin Rûsiya li ser serê me”. Ên ku berê xwe bi Emerîka de dane, dibên: “Emerîka li ser serê me”. Lê, wekî din bi xwe bifikire, bi xwe bike, baweriyê bi xwe bîne ew tuneÊ min, her çi ya min, baweriya min bi nefsa min heye û bi miletê min heye, bi kesekî din tuneEz bi însên nebawer im ku xêra min bixwazeHa, dikare xêra min bixwaze gava mesleheta xwe tê de bibîne, eger Rûs be, Emerîkî be, îngilîz be, Firansiz be. Gî mesleheta xwe di te de dibîne, xêra te dixwaze. Ew jî kînga mesleheta xwe di te de dibîne, gava tu hêzekî siyasî bînî meydanê, bikari bi kêr bî. Çima dijminê me kî be, ille dijminê wan wê hebe. Em dikarin bi dijminên wan ra bidin, bistînin, dostaniyê bikin, lê ne em xwe bifroşin, yekayek. Lê, em Kurd welê nakin. Em yek berê ê din derin dibin xulam. Welê, em ê di nava dest-lingan de bimînin. Heya niha tiştê ku kirine ev bûye: Em di nava dest-lingê xelkê de mane.

 Apo, bextreşiya me ev e. Divê dostên meriyan hebin. Mera bê dost nabe. Lê, ne EFENDIYÊN mera hebinEm derin li efendiyan digerin, em ne li dostan digerin. Tu li efendiyan bigerî, tu wê tim xulam bî. Bela me ev e û mûsîbeta me ev e.

Baş e. Niha, bûye şêst sal ku şoreşa Şêx Se’îd rabûye û bûye heftê sal ku şoreşa Şêx Mehmûd rabûye, a pêşin, heya niha Kurdên me li meydanê hene ku mera bêje bi dûşekî rast dixebitin? Tune. Ên hene şerê hevdu dikin. Li îraq ê şerê hevdu dikin, li îranê şerê hevdu dikin û li vira jî paşgotiniya hevdu dikin, bi hevde di’ewtin. Paşgotinî pîs e, apo, jê pîstir tiştek tune. Hinek bawerin ku paşgotiniya însanekî kirin bûne hemberê wî.

 

Çavkanî:

Amed û Zîn

Welatparêzê hêja, Apo (Osman Sebrî)

Hevpeyvînên salên (1984-1988)

Parîs, Berçile 1991

Derbar Çand Name

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply